Rojnameya Ronahî

‘Di rojên gelek nêz de wê kirîza avê li Qamişlo çareser bibe’

 Hemza Sêvo/ Qamişlo

Hevseroka Şaredariya Qamişlo, Emel Şemdîn da zanîn ku pirsgirêka avê li Qamişlo ji ber rewşa elktrîkê ya lawaz e û got: “Di rojên nêz de wê ji sedî 90 kirîza avê li bajêr were bidawîkirin. ”. Herwiha welatiyê ji taxa Qidûr Beg, Idnan Bedir diyar kir ku heta rewşa ava Qidûr Beg û ya taxên din baş bibe, pêwîste hejmara jenetorên elektrîkê û bîrên taxan zêde bibin.

Mijara pirsgirêka avê li bajarê Qamişlo bûye rojevek li hemû taxan, berê gel li çareseriyê ye, di heman demê de jî şaredarî û gerînendiya avê ya Qamişlo hewla çareserkirina vê pirsgirêk didin.

Girêdayî pirsgirêka avê li bajarê Qamişlo, Hevseroka Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo Emel Şemdîn û welatiyê ji taxa Qidûr Beg Idnan Bedir ji rojnameya me re axivîn.

Sedemên berdewambûna kirîza avê

Emel di derbarê sedemên kêmbûna avê li bajarê Qamişlo wiha got: “Sedema sereke ji derketina kirîza avê li bajarê Qamişlo de, qutkirina elktrîkê ye. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker stasiyonên elektrîkê kir armanc, bi taybet stasyona Siwêdîkê, kirîza avê li bajêr zêdestir bû. Lewma jî da ku pirsgirêkên xizmetguzarî li gel milet dernekevin, Rêveberiya Xweser xeteke elektrîkê ji Bendava Tişrîn bo herêma me anî. Lê di encama rewşa hewyê ya berya hftiyekê, ev xeta elktrîkê ji xizmetê derket. Ev yek jî hişt ku astengiyan ji bo mijara avê derxîne holê û kirîzê aloztir bike. Sê stasiyonên avê bajarê Qamişlo bi avê yek jê Stasiyona Hilêliyê, ya din ya Iwêca û ya din jî Ceqceq, herwiha xeta Sefan. Tevahiya stasyonên di bin destê me de ji bilî Stasyona Ceqceq, ew jî di bin destê hikumeta Şamê de ye. Ev stasyona taxên weke Hilko, Siyahî, Hey Elmiwezefîn û hwd… dabîn dikin carcaran pirsgirêk jê re derdikevin û ev tax jî bê av dimînin di encamê de. Di heman demê de jî xetên avê yên bajar bi giştî kevin in û pirsgirêkên mezin tê de ne û çareserkirina wan jî ne ewqasî hêsan e. Lewma jî di vê demê de taxên ku pirsgirêkên kevin di xetên avê de hebûn niha ev pirsgirêk mezintir dibin û av naghêje şêneyan.”

Pirojeyên ji bo çareserkirina pirsgirêkên avê

Hevseroka Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo Emel Şemdîn girêdayî pilanên dema pêş ji bo bidawîkirina kirîza ava Qamişlo wiha anî ser ziman: “Piştî derketina kirîza ava bajarê Qamişlo aloztir bû me civîn li dar xis, tê de jî Rêveberiya Xweser, Desteya Şaredariyên Kantona Cizîrê amade bûn. Pirsgirêka avê hate şopandin û nîqaş li ser çareserkirina kirîza avê mijara sereke bû di wê civînê de. Projeyên istartîjîk ji bo bidawîkirina kirîza avê ketin plana kar û xebata me, yek jê ew bû ku hejmarek ji jenetorên elektrîkê werin zêdekirin ji bo dabînkirina bîrên me. Lê  hêzêke aborî û daravî ji bo me pêwîste ji ber ku bi sed hezarên dolaran dikelife û encax Desteya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê karibe bi me re bibe alîkar. Li aliyekî din projeya hawizê avê yê taxa Hilêliyê jî di nav destê me de ye, ev hawiz li gorî lêkolîn û şopandina me jê re derket holê ku pirsgirêkek di hawiz bi xwe de heye. Di dema heyî de eger av bikeve  hawizê avê, dibe ku hilweşe lewma em naxwazin bobelateke mezin were rûdan. Eger erfet bi me re çêbibe, em ê hawizekî nû ava bikin di dema pêş de, an jî hejmareke din ji bîran li stasiyona Hilêliyê bikolin. Kolana bîrên din li Hilêliyê tekez wê pirsgirêka avê çareser bike û me niha, rapora vî tiştî pêşkêş kiriye. Em weke desteya awarte ji bo çareserkirina kirîza avê ya ku di dema heyî de weke kirîzeke demkî ye, sozê didin gel ku di rojên hindik ji rojên pêş de wê ji sedî 90 pirsgirêka avê ya bajar çareser bibe. ”

 Pirsgirêka avê li taxa Qidûr Beg

Idnan Bedir têkildarî rewşa ava taxa Qidûr Beg wiha got: “Weke malek ji malên taxa Qidûr Beg, em gelekî ji pirsgirêka avê êşiyan û astengî kişandin. Ava vê taxê gelekî kêm e, ev pirsgirêk jî ji serdema rêjîma Beisê ve heta niha tê domandin. Di serdema rêjîmê de ava taxên kurdan yên weke taxa Cûdî, Enteriyê, Qidûr Beg û hwd… kêm bû û gelê kurd yê van taxên perîşan ji vê yekê gelek êş didît. Rêjîmê bi zanebûn av nedida van taxan û taxên weke Wista, Aşûriyê û hwd… ji avê qut nedikir. Piştî ku Şoreşa Rojava dest pê kir, êdî şaredariya Qamişlo li riya çareseriya pirsgirêka avê geriya û ez yek ji wan kesan bûm ku xwebexş di komîteya avê de kar dikir. Di wê demê de tenê sê jêderên avê hebûn, yek jê xeta Ceqceq, xeta Sefan, xeta Hilêliyê ye, şêneyên vir û Mehmeqeya giş dawiya taxan diman û av kêm digha wan. Lê şaredariy Qamişlo di wê demê de pirojeyek ji bo pirsgrêka avê da destpêkirin. Biryar hat girtin ku li kêleka van xetan 10 bîr werin kolandin, êdî heta astekê rewşa avê baş bû, eger elektrîk heba wê av jî hebûya ango hebûna avê bi rewşa elktrîkê re bû. Vê dema dawî piştî êrişên dewleta Tirk li ser herêmê û stasiyonên elktrîkê, kirîzeke avê li bajêr û bi taybet a Qidûr Beg dest pê kir. Ji ber ku elektrîk tune bû û stasiyon hatin hedefgirtin, jenetor ji bîrên avê re hatin bicihkirin, lê dema ji pêxistina jenetoran ji bo bîrên avê re hatin destnîşankirin, pir kêm in. Herwiha heya av tê û dighe taxa Qidûr Beg û Mehmeqeya dema jenetoran ber bi dawî ve diçe û av qut dibe. ”

Banga welatiyekî Qidûr Beg ji bo çareserkirina kirîza avê

Idan Bedir girêdayî kirîza ava Qamişlo û taxa Qidûr Beg bi taybet wiha bang kir: “ Ji ber ku av tiştekî bingehîn e di jiyana mirov de û mafekî herî biçûk yê civakê ye, birastî li cem li taxa Qidûr Beg em êşa kêmbûna avê dikşînin. Yên ku vê êşê jî dikşînin bêtirî wan jin in. Ji ber kêmbûn û qutbûna avê, jin neçar dibin ku rahêjin dembolê avê, hildin ser milên xwe û bînin malê. Ji bilî ku jin karûbarên malê bi giştî dike, gelek jin hene ku di nav saziyên Rêveberiyê de kar dikin, piştî ji kar vedigerin malên xwe, tevî westandina xwe, ew jî radihêjin dembolên avê û hewla peydakirina avê dikin. Da ku kirîza ava Qidûr Beg bi dawî bibe pêwîste Rêberiya Xweser û şaredariya Qamişlo û cihên eleqedar hejmarek ji bîrên din ji bo taxa Qidûr Beg bikolîne. Ev taxên din jî yên ku kirîza avê li cem wan peyda dibe, banga ew e ku bîrên din bên kolandin û jenetorên elektrîkê yên yedek werin bicihkirin.  ”