Sunday, June 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Banqe û şîrketên Tirk wê hilweşin

11/08/2018
in Uncategorized
A A
Banqe û şîrketên Tirk wê hilweşin
Share on FacebookShare on Twitter

Nirxê lîreyê Tirk li bara Dolarê Amerîkayê kêm dibe, pisporên biyanî ên aboriyê dibêjin Tirkiye wê nikaribe ji bin vê krîzê rabe û pêşî banqe, piştre jî şîrket wê birûxin.
Piştî rejîma Erdogan Andrew Brûnson ê ku rehîn hatî girtin bernade, rêveberiya DYA’yê li ser Tirkiyê biryara zexta aborî stand û ji hingî ve lîreyê Tirk li bara dowîzê ji nirx dikeve. Ji serê salê ve lîreyê Tirk 40 ji 100’î li bara dolaran ji nirx ket, têgotin di vê demê de lîreyê Tirk 29 ji 100’î heliyaye.
Li gorî pisporên biyanî ên aboriyê Tirkiye nema dikare ji bin vê krîzê rabe û fatûraya krîzê li pey hev wê li saziyên fînansê û piştre li şîrketan were birîn. Li gorî pisporan pêşî şîrket wê nikaribin deynê xwe bidin û piştre sermiyana banqeyan wê bihele.
Jakob Chrîstensen, yek ji pisporê fînansê ya Bank Danske, ku mezintirîn benqeya Danîmarkayê ye û li gelak welatên cîhanê sermiyana wê heye, got, “Êdî piyaseya biyanî ji bo Tirkiyê senaryoya herî kambax hazir dike, tirsa ku banqe û şîrket wê nikaribin deynê xwe bidin serdest e.”
Wladîmîr Mîklaschewskî, yek ji pisporê heman banqeyê got, “Heke lîreyê Tirk dîsa xwe bi ser hev de neyine, encamen vê wê weke kevirên domînoyê bin, şîrket ku nikaribin deynê krediyan bidin, wê benqe birûxin.”
Lucas Irîsîk, yek ji rêveberê Nîkko Assten Management, ku yek ji koma fînansê ya navdar a Japonyayê ye, ji pisporê din cudatir difikire. Texmîna Irîsîk a ji bo demek kurt wiha ye: “Ji nirx ketine lîreyê Tirk di demeke nêz de wê aboriya Tirk giran bike û wiha çerx wê nema bizîvire.”
Beriya bi çend rojan yek ji saziya fînansê ya DYA’yê Goldman Sachs jî got heke lîreyê Tirk wiha ji nirx bikeve û dolar /lîre bibe 7.1 sermiyana zêde ya benqeyên bi navenda Tirkiyê dibe ku bihelin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.