Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirk qirkirinên xwe didomîne

19/06/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dewleta Tirk qirkirinên xwe didomîne
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Em Kurd her roja ku çavên xwe vedikin vê rastiya bi şewat, kurtir û eşkeretir dijîn.

Neyartiya vê dewletê gihaştiye wê astê ku naxwaze em Kurd nefesê bigrin û çirkeyekê li vê dinê bijîn. Ger ji destê wê û alîgirên wê were, li kudera dinyayê dibe bila bibe, ew ê nehêle em nefesêk ji vê jiyanê bigrin! Harbûna vê dewletê, li beramber me gihaştiye arşî Ala.

Kurdan piştî xwîn û xweydanekê gellekî zehf û biêş, li Başûrê welat deskeftîyên giranbuha bi dest xistin. Ji bo dewleta hov van destkeftiyan têk bibe, bi hezaran dek û dolaban digerîne. Geh dixwaze bi leşkerî û xiyaneta navxweyî nefesa Kurdan biçikîne û wan bê jiyan û bê statu bihêle. Ji bo Kurd û Kurdistan li dinyê fermî û rewa nebe, bi milyaran pere dirijîne, leşkerê xwe dide kuştin. Ji bo meşrbûna Başûr tunne bibe, destwerdana hilbijartinan dike, hilbijartinên bajarê Kerkûkê hatin pêkanîn, lê ji bo Kurd têk biçin, bi hemû aliyan re danûsandinên qirêj û kîret pêk tîne. Geh ji nava Kurdan û bidestê henek aliyan, tevliheviyan çêdike, geh bi destê Tirkmenên ku liwir dijîn, lê sîxurtiya dewleta Tirk dikin tevdanan dike.

Ji bo rewabûna hilbijartinan çênebe, serî li hemû rêyên nerewa û nemirovî dide.

Ji bo em Kurd rewa nebin û li vê cîhanê nikaribin bijîn, dewleta hov hemû derfetan, li dij Kurd bikar tîne.

Li Rojava plan dike da ku hilbijartinên xwe pêk bîne, gefa êrîşan li milletê me yê Rojava dixwe û me bi frokeyên bê mirov, liber çavê mirovahiyê bombebaran dike.

Li Bakur ji bo em rewa neyin dîtin, sîyasetmedarên me zîndanî dike û cezayê bi sedan salan li wan dibire.

Kurdan di hilbijartinên herêmî yên şaredariyê de, rexmî hemu gendelî û sextekariyan serkeftin bidest xistin û îradeyekî xurt nîşanî hemû cîhanê dan.

Şernex, Bitlîs, Qers û gellekî bajarên dîtir bi darê zorê desteser kirin. Curnê Reş (Hîlwan) hilbijartin betal kirin, lê cara duyem Kurdan bi hijmarekî zêde Curnê Reş bidest xistin.

Ev sîyaseta Kurdan ku di hilbijartinên Curnê Reşta carekî din biserket, êrîşekî dîtir ja qeyyuman bi ser Çolemergê de pêşxist. Ev rewş dide xuya kirin ku kêf xweşî û serkeftinên Milletê Kurd, jibo dewleta Tirk weke têkçun tê dîtin. Vê dewleta hov jiyana xwe liser tunnekirina Kurdan ava kiriye. Kêfxweşiya Kurdan jibo xwe weke mirinê û tunnebunê dibîne.

Divê milletê me vê rastiya han bibîne û ligor vê rastiyê xwe bi rêxistin bike.

Dewleta Tirk jibo Kurd nekevin nava siyasetê û ji siyasetê bêpar bimînin, hergav kar û planan pêş dixe. Pergala xwe ya ku neha Erdogan pêşengiya wê dike, pergalekî pêşveçuna gelê Tirk nîne. Divê were zanîn ev Pergala yek mirovî, jibo pêşîlêgirtina sîyasî buna gelê Kurd û sîyaseta Kurdîstaniyê ya raste.

Dema ev pergal hate ava kirin, weke daxwaza Erdogan hate şîrove kirin. Di rastiya xweda hişmendiya Nîjadperestiya dewleta Tirke. Jibo tunnekirin û tesfiye kirina me Kurdan ev pergal hate pêşxistin.

Jiber Kurd nikaribin sîyasetê bikin û werin terorîze kirin, eqlê dewleta kur ev plana han pêk anî. Dema sîyaset dinava Kurdande bi eqlekî pêşketî were hunandin, dê karibe di qada navnetewîde dewleta Tirk ruswa bike û Kurd zêdetir werin naskirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.