Rojnameya Ronahî

Li hemberî dagirkeriyê dîplomasiyek xurttir pêwîst e

Zekî Bedran

Dewleta Tirk kampanyaya perçiqandina Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Kurdan paqijkirinê  dimeşîne. Gef û êrişên li hemberî van herêman bi awayekî rûtîn didome. Rêveberiya Baxçelî û Erdoganê faşîst propogandaya ku tevahî Tirkiyê bixe nava şer didomîne. Qaşo dijminahiya li dijî Kurdan, polîtîkayên dagirkirina Rojava û başûrê Kurdistanê “weke pirsgirêkek ser siyasetê û netewî ye”. Dixwazin bi van gotin û kampanyayan tevahî muxalefeta li Tirkiyê radest bigirin.

Dibêjin, “Em tu caran destûr nadin ku li ber pozê me terorîstanek bê avakirin”. Herî dawî Erdogan ji vegera Ewropayê heman gotin dubare kir. Digot, “Hilbijartina çi, em destûr nadin lîstokên rewakirina rêxistina terorê û avakirina terorîstanê. Tirkiye ji bo xirabkirina lîstokan pir pispor e”. Tevahî pisporiya li hemberî gelê Kurd bikar tînin. Li tu derê cîhanê  dema gel hilbijartinên xwe yên herêmî pêk tîne weke gefek terorê nayê  dîtin. Erdogan Hemasa ku DYE û Ewropa weke terorîst dibîne rewa dibîne û piştgiriyê dike. Hêjmara Filistîniyan ji ya Kurdan pir kêmtir e, lê ji bo Filistîniyan dewletê dixwaze. Lê dema mijar tê Kurdan, cîhanê  radike ser lingan! Dibêje ji bo rêveberiya xweser hilbijartinê neke me bi Pûtîn re jî hevdîtin pêk anîn. Ji bo ku li dijî Kurdan piştgiriyê bigire çû Çînê û hevdîtin pêk anîn.  Kurd û gelên din ên Sûriyê  ji bo li ser axa xwe bijîn têkoşînê  didin. Sûriye hilweşiyaye û wêran bûye, gel di nava zehmetî û feqîriyê de dixeniqe, hewl dide li ser lingan bimîne. Lê dewleta Tirk artêşa xwe xistiye vê axê, wêran dike, aştî û çareseriyê asteng dike. Tevahî hêzên cîhanê ji vî şerî bêzar bûne, westiyan e. Dibêjin bila çareseriyek bê dîtin. Lê rejîma faşîst a Erdogan planên nû yên dagirkerî û êrişan dike. Ji bo vê jî bi tevahî hêzên cîhanê re hevdîtinan pêk tînin û bazarê dikin.

Dibêjin, “PKK û YPG heman in. PKK’ê terorîst e”. Başe wê bi milyonan Kurd çawa bin? Dê dewleta Tirk çi bi gelê Kurd bike, ji bo wan çi difikire? Ev pirs nayên rojevê. Kesekê van ji faşîzma Tirk bipirse tune ye. Hesab dikin û dibêjin, “Her çawa be DYE û Ewropayê PKK’ê xistine lîsta terorê. Ezê jî YPG’ê li vê zêde bikin û Kurdan bavêjim derveyî rewabûnê”. Jİ ber vê sedemê DYE û dewletên Ewropayê jî ji van komkujî û wêrankirinê berpirsyar in. Eger wan PKK’ê weke terorîst îlan nekiribana ev şer heta niha xilas bibû û zordarên weke Erdogan nedikarîn evqas bi rehetî biaxivin û derkevin holê.

Dema Kurd li Tirkiyê bi rêyên hiqûqî destkeftiyekî bidest dixin jî rêveberiya faşîst a Erdogan dibêje pişta xwe didin Qendîlê û PKK’ê û êriş dikin. Tevahî şaredariyên ku HDP’ê qezenç kiribûn du qonaxan hatin desteserkirin. Bi hezaran siyasetmedar bi hênceta “Propogandaya terorê kirine, endamên rêxistina terorê ne” xistin girtîgehan, bi dehan sal di girtîgehan de tên girtin. Bi heyûlaya PKK’ê û terorê siyasetmedarên Tirk dînomîno bûne. Hişê wan nexweş e, dil û çavê wan tarî bûne, xirabî û zilmê berbelav dikin. Ji derveyî rawestana li hemberî van hêzên qirker û zilmkar tu vebijêrkeke din tune ye. Ji gotinê, hiqûqê û mirovayiyê fêm nakin.

Rejîma Erdoganê faşîst ji bo tunekirina Kurdan û lêgerînên demokratîk seferber bûye, di vê demê de rêveberiya xweser çi dike? Mehkûmkirin û eşkerekirina dagirker û zordaran têrê nake. Ev pirsgirêkê çareser nake. Diyare ku pêwîste bi zimanê ku ew fêmdikin bê axaftin. Eger ew êriş dikin û amûrên zordariyê bikar tînin, tu jî neçarî bergirî û amedekariyên wan rawestînin pêş bixî. Erdogan bi tevahî cîhanê re hevdîtinan pêk tîne, bazaran dike. Ragihandin û hêza dewletê, istixbarat xistiye tevgerê. Ew niheq e lê te niheq dide nîşan. Ji tevahî cîhanê re dibêje, “Tirkiye di bin gefê de ye, belaya terorê li ser me heye, em bi wê re şer dikin, piştgiriyê bidin me”.

Propoganda û dîplomasiya ku rêveberiya xweser li hemberî van kampanyayên zilmkar dimeşîne pir lewaz e. Rêveberiya xweser di vê mijarê de rexneyek cidî heq dike. Ew bixwe êrişî tu kesî nake, azadiya kesî asteng nake. Li ser axa xwe dijî û xerîkî karê xwe ye. Dê Tirkiye ji derve de bê, lêxe û talan bike û bêje ez nahêlim tu hilbijartinê pêk bînî! Aliyek vê yê ku bê pejirandin tune ye. Eger ev rastî ji gelên cîhanê re bê ragihandin, evqas derfeta faşîzma Tirk namîne. Tenê sûc avêtina ser pişta dijminan têrê nake, pêwîste rêveberiya xweser hinekî bisekine û li xwe binêre. Profîla ku çêdike pir ketiye.

Tirkiyê tevahî binesaziya aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qadên wê yên jiyanê kirin armanc. Ev di rewşa şer de jî sûc in. Heman demê de kesekî li hemberî Tirkiyê şer îlan nekiriye, êriş nekiriye, dagirkerî û êriş yekalî ne. Pêwîste zordariya Tirkiyê bi awayek bi bandor bi xebatên dîplomatîk bersivekê bigire. Ya herî girîng û esasî jî ewe ku pêşketinên heyî ji gelên cîhanê re bên ragihandin, tevahî hêzên alîgirên demokrasiyê bixin tevgerê. Di vê wateyê de rêveberiya xweser kêm maye û em dikarin bêjin ku pêşketinan dereng dişopîne. Bi bêdengiyê faşîzm nayê rawestandin. Eger berxwedan bê kirin pêwîste li tevahî qadan bê kirin û domdar be.