Rojnameya Ronahî

Yek ji stûnên Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Şehîd Ferhad Şiblî 

Amara baran/Qamişlo

Şehîd Ferhad Şiblî navekê mezin û kesayeteke efsaneyî ye ku herdem ji bo  têkoşîna azadiya gelên azadîxwaz bûye çirûska azadiyê. Ji bo serxistina têkoşîna Tevgera Azadiyê  berxwedaneke bêhmpa da meşandin. Tevî ku di oxira azadiyê de parçeyên bedena xwe jî da, lê têkoşîn berneda û herdem mezintir kir. Piştî destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê Ferhad bû yek ji pêşengên wê û ji bo xizmeta gel kedeke mezin da. Bi ked û fedakariya şehîdên weke wî, îro Rêveberiya Xweser ji tevahiya azadîxwazên cîhanê re bûye sembol.

Şoreşgerê mezin Ferhad Şiblî ( Hûseyîn Şiblî) di sala 1977’an de gundê Qidêrîkê yê Derîka ku bi qehremanî û berxwedaniya xwe tê naskirin ji dayik bûyê. Bajarê Derikê  di sêkoşeya Kurdistanê de cihê xwe digre, êşa ku 3 parçeyê Kurdistanê jiyan dike dijî. Têkoşer Ferhat ji malbateke welatparêz e ku  bi şehîdên xwe tê naskirin, herwiha bi çandeke weletparêz û bi fikir û felsefeya Rêber Apo mezin dibe.

Kurte jiyana şehîd Ferhad

Tekoşer Ferhad di sala 1977’an de li gundê Qidêrekê yê bajarê Derikê ji dayîk dibe, zarokê malbatê yê yekemîne, ji bo wî jî di nav malbatê de û  derdorê de pir tê hezkirin û bi qîmete. Ferhad di nav malbata xwe de xwedî taybetmendiyeke ku dema diaxivî  hertim gotina wî cih digirt û dihat gohdarkirin, di temenê biçuk de bi her kesî re di nav danûstandinê de ye, civakiyê û mirovan li derdora xwe kom dike, hem êş hem jî keyfxweşiyê hevrêyen xwe re dibe bersiv. Herwiha piştî ku mezin jî dibe dev ji van taybetmendiyên xwe yên xaş bernadê. Di nav malbatê de herçiqas zehmetiyên jiyanê hebûn jî rûxmê hemû zehmetiyan jî di nav lêgerînê de bû, hertim xwe nêzî dayîka xwe didît, herwiha gelek taybetmendiyên xwe û rihê xwe yên welatparêziyê  ji dayik û bavê xwe digre.

Cîgirê hevserokê Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî (Hûseyîn Şiblî) di 17’ê Pûşbera 2022’an de li Kelarê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hemû dijminê gele kurd  ve hat hedefgirtin. Şahadeta wî ji bona gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Kurdistanê bû qonaxeke nû ya têkoşîn û berxwedanê. Bi taybet giredana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi xeta şehîdan re da diyarkirin.

Derbarê kesayet, têkoşîn û xebata şehîd Ferhad Şiblî de, hervreya wî Jiyan Derîk ji Rojnameya me re axivî.

Di sala 1993’an de biryara tevlîbûnê da 

Jiyan Derîk diyar kir ku Ferhat Şiblî di sala 1993’an de biryara xwe a tevlîbûna nava refên Tevgera Azadiyê da û wiha domand: “Hevrê Ferhad ne yê yekemin bû di malbatê de ku tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bû, du birayên wê jî cihê xwe di nava tevgerê de girtibûn. Min û hevrê Ferhad bi hevre soza tevlîbûnê da ku li hemberê hemû şert û mercan tekoşîneke bê hempa bidin meşandin. Hevrê Ferhad xwedî li soza xwe derket. Hevrê Ferhad bi tevlîbûyina xwe re bihust bihust li ser axa Rojava xebateke bê rawetandin da meşandin, her wiha li Şamê û Libananê jî xebat da meşandin.”

 Fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re esas girt

Jiyan di dewamiya axaftina xwe de wiha got: “Şehîd Ferhad herdem sekna Rêber Apo ji xwe re dikir mînak û xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de kûr dikir. Her qada ku hevrê Ferhad diçûyê, hebûna xwe nişan dida, bi hebûn û zanebûna xwe û bi sekna xwe tevlîbûyîneke rast û xort dida raberkirin. Bi israr û daxwaza xwe di sala 1997’an de derbasî çiya bû, tiştên ku li saha Rêber Apo digre  bi hevreyên xwe re parve dike. Li qadên herî zehmet de dibe pêşengeke xort. Herdem hevalê jin ji bona wî hêza herî mezin bû, li kîjan qadê bûya jî hertim qîmet û hurmet  dida hevalên jin, rojên hevalê jin ê taybet di nav tekoşînê de bibîr danî û hertim li kêleka wan bû.”

Gazîbûn li pêşiya wî nebû asteng

Jiyan bibîrxist ku tevî hevrê Ferhad gazî bû jî, lê ew li pêşiya têkoşîna xwe nekir kelem û wiha domand: “Rêber Apo dibêje ‘Gazî sekneke nêzî şehîdbûnê ye ango şehîdên jiyan dikine wê demê dikarin bibêjin ku em Apoyî û PKK yî ne’. Hevrê Ferhad jî yek ji wan bû ku parçeyek ji canê xwe fedayî gele xwe û di oxira şoreşê de da,rûxmê ku gelek caran linge wî dibû birîn jî êşa wî jî dikeşand tû caran guh neda êşa laşê xwe. Wek gaziyeke şoreşê ji JI SALA 1997’an û heta roja şehîd ket bi lingê protez bi israr, hezkirin û bi werekî ev rêwîtî meşand. Piştî ku li Başurê Kurdistanê tedawî dibîne bi israra xwe derbasî çiyayê Kurdistanê dibe û li gelek qadên Başûr xebatê dide meşandin.”

23 sal bê rawestandin li ser axa Rojava xebat meşand

 Jiyan da zanîn ku şehîd Ferhad ji tevahiya gelên Herêmê re pêşengtî kir û wiha got: “Hevrê Ferhad yek ji pêşengê Rojava  û Bakur û Rojhiltê Sûriyê bû. Herwiha pêşengtî ji welatê rojê û ji hemû cîhanê re kir.  tu carî ferq û cûdahî nedikir navbera kurd, ereb asur û gêlê Suryanan de,  hemû gelê ku li herema Bakur û Rojhilatê Suriyê  dijiya hembêz dikir û  hertim bi gotina wan re bû. Hevrê Ferhad 23′ ê sal bê rawestandin li qada Rojava xebat meşand û li ser her parçeyek ji axa Rojava şopên lingê wî heye.  Yek ji wan kesên ku yekemîn pêgava 19 tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê avêtiye, Ferhad e. Di pêvajoya şoreşê de li Heleb û Efrînê xebat dide meşandin, herwiha di rizgarkirina heremin rizgarkirî de roleke wî hebû. Herwiha di avakirina sîstema Rêveberiya Xweser de xwedî rol bû. Piştî ragehandina Rêveberiya Xweser  li Bakur û Rojhilatê Sûriyêde hevrê Ferhat bû Misteşarê Rêveberiya Xweser. Hevrê Ferhad di avakirina komîn û meclisan de jî, gelek ked da. Heta 2021 ‘ê jî li Bakur û Rojhlatê Sûriyê di xebatên Rêveberiya Xweser de cih girt. Piştre derbasî Başûrê Kurdistanê bû û weke nûnerê Rêveberiya Xweser xebat dan meşandin. Di 17’ê Pûşbera 2022’an de li Başûrê Kurdistanê, li Kelarê ji aliyê dewleta Tirk a dagırker û hemû dijminê gele kurd  ve hat hedefgirtin û tevlî kerwanê şehîdan bû.”

Jiyan Dêrik di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da û wiha qedand: “Her çiqas rêwîtiya  hevrê Ferhad a fîzîkî bi dawî bûbe jî, ji Kelarê heta Dêrika Hemko û Bakur û Rojhilatê Sûriyê  gel tu carî heval Ferhad bitenê nehişt. Ji bo wî xwedî derketina herî mezin, xwedî li xetê û dozê derketin bû. Doza wan û rêya wan hertim ew ê soza me be.”