Rojnameya Ronahî

Hiqûqa Şerê Dijmin

Farûk Sakik

Li gorî teoriya hiqûqnasê sereke yê serdema Naziyan Carl Schmitt; “Ji bo ku dewletek bijî, divê her tim dijminan çêke, qanûnên cezayê yên hemwelatiyan ji bo dijberan nayê sepandin. Divê hiqûqa şerê dijmin were sepandin. Texmîna bêgunehiyê ji bo muxalîfan derbas nabe.”

Yanî di rejîmên zordar de hemû mafên mirovan ên bingehîn ji destê muxalîfan tên girtin.  Mirov dikare ji vê qanûnê re bibêje ‘hiqûqa şerê dijmin’.  “Hiqûqa şer a li dijî dijmin a ji aliyê AKP’ê ve îro tê meşandin yek ji pêkanînên herî tund û hovane yên di vî warî de ye. Di serdema AKP’ê de ‘hiqûqa şerê dijmin’ tundtir û berfirehtir bû. Berê muxalif li gor qanûnan dihatin darizandin, lê niha her kesên ku li dijî AKP’ê nin, bê delîl weke dijmin tên dîtin. Di van demên dawî de hiqûqa şerê dijmin bi taybet li dijî Kurdan tê bikaranîn. Dema Erdogan li Spanya bû û di daxuyaniya çapameniyê de rojnamevanek pirsa, hiqûqa Tirkiyê, darizandina Osman Kavala û Selahadîn Demîrtaş kir, Erdogan çavsorî bû. Bersivek tam li gorî hiqûqa şerê dijmin da û got; Demîrtaş ji kuştina 100 kesî berpirsyar e. Di pêvajoya darizandinê de Demîrtaş ji kuştina yek kes jî ceza negirtibû. Lê Erdogan li ser esasê hiqûqa şerê dijmin diaxivî.

Em derbasî Îmraliyê bibin. Ev 3 sal zêdetir e ku ji Rêber Apo tu agahî nayê girtin. Tecrîd di asta herî kûr de ye. Li dijî Rêber Apo ne bi tene hiqûqa şerê dijmin, di heman demê de hiqûqa navneteweyî jî tê binpêkirin. Dewleta dagirker wî wek dijminek dibîne û hiqûqa xwe ya dijminatiyê pêk tîne. Gelo dewletên Ewrûpa jî Kurdan wek dijmin dibînin û bêdeng dimînin? Gelo ew jî dibêjin hesasiyetên me yên li hemberî  hiqûqa şerê dijmin heye?

Car caran em dibînin hiqûqa wan jî li hemberî Kurdan dişibe hiqûqa Tirkiyê. Aha hevalê me yê rojnamevan Serdar Karakoç ev demek dirêje bê sedem hatibû girtin. Ne Serdar bi tenê, gelek welatparêzên ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker koçî welatê wan kirine, girtin û radestî Tirkiyê kirin.

Mijarek dina jî êrişên li ser şaredariyên gel bû. JI sala 2016’an ve, piştî hilbijartinan, şaredariyan ji gel digirin û karmendên xwe yên qeyûm dişinin van şaredariyan. Yek mînak, Suleyman Soylu di daxuyaniyek xwe de rêbazên hiqûqa şerê dijmin îtiraf dikir. Tu dozgerek derheq wî de doz venekir. Li vê derê tişta ku Carl Schmitt gotibû, ‘qanûnên cezayê yên hemwelatiyan ji bo dijberan nayê sepandin’ esas hat girtin. Li hember vê hiqûqa şer Kurd wê çi bikin. Dadikevin qada polis dertê pêş wan, diçin dadgehan dozgerên mêtingeriyê dertên pêş wan.

Pêşî li siyaseta demokratîk digirin. Ji peyva aştî û çareseriyê ditirsin. Kurdan anîn radeyek ku êdî di siyaseta demokratik de israr nekin. Lê israr û neterkirina vê qadê pêşî li armanca wan digire.

Dema ku ev israr dewam bike, yek tiştek dinan jî heye ku were kirin. Dema ku wan Kurdan wek dijmin dît Kurd jî divê wan wek dijmin qebûl bikin. Kurd jî qanûnê xwe yên şer bi kar bîne.

Dîrok jî şahidî dike ku Kurd çiqas mafdar bûn ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de şerê çekdarî dan destpêkirin. Li dijî ‘hiqûqa şerê dijmin’ hiqûqa xwe ya şer xistin meriyetê. Neçar kirin ku Kurd di lûleyên tivingan de li edaletê bigerin. Piştî vê lêgerîna edaletê ya Kurdan, Demîrtaş nebû berpirsyarê kuştina 100 kesî, lê dewleta Tirkiyê ya dagirker bû  berpirsyarê kuştina 100 hezar însanî.