Rojnameya Ronahî

 ‘Em ê bi yekbûna  gelan  qayûman têk bibin’

Amara Baran/ Qamişlo

Hevserokê giştî yê DEM partiyê yê  Colemêrgê Wezîr Parlak diyar kir ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê  dixwaze bi riya tûndî û avêtina qeyûman li ser şaredariyan têkçûna xwe ya siyasî  veşêre û îradeya gel têk bibe.

Desthilatdariya faşist a AKP- MHP li dijî vîna gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê planên qirêj dide meşandin. Ev desthilatdarî dixwaze carke din bi avêtina qeyûman li ser şaredariyan Îradeya gelê kurd têk bibe. Di vê çarçoveyê de hevserokê giştî yê DEM’ê yê Colemergê Wezîr Parlak bersiva pirse rojnameya  me da û hevpeyvîn wiha bû:

Ji hilbijartinê 31 Adarê û  heta niha, dewleta Tirk di çi rewşê de ye?

Di 14’ê  Gulana 2023’an de hilbijartineke giştî hatibû li darxistin, faşîzma AKP- MHP’yê  li hemberê partiya me gelek polîtîkayên qirêj û tasfiyekirinê kiribûn dewrê,  li ser medya civakî partiya me hedef nişandan ku  wek tasfiyekirin û siyaseta me ya qada demokratik vala were derxistin. Di wî pêvajoyê de me bi rêka civîna li hemberî gelê xwe  rexnedayina xwe da  û soza ku em di her pêvajoyê de bi gele xwe re bin û bi hevdûre biryar bidin û bihevre birêve biçin. Wê demê  gel pêşiya tasfiyekirina siyaseta me bi yekbûyîn  û berxwedaniya  xwe girt.

Di 31’ê Adar a 2024’an de, di hilbijartinê xwecîhî yên li Bakurê Kurdîstanê û Tirkiyê de hatin li darxistin, ne demokratîkbûn, dewlet Tirk  bi hemû hêza xwe di nav qada Bakûrê Kurdîstanê de xebatê bi rêve dibe û hemû saziyên fermî jî ji bo desthilatdariya faşîzma AKP-MHP dixebitin. Ew kenalên ku pewîste ji bo hemû partiyan piropagandayên wî  bê kirin tenê ji bo  xwe bikar anîn, ji ber vê yeke di şert û mercên demokratîk de ev hilbijartin çênebûn, rûxmê wê jî gelê me bi bawerî û bi îmkanê xwe û bi coş û kelecana xwe, heza xwe  li hemû qadan nişan da.

– Tevî ku AKP’ê  hemû heza xwe di hilbijartina de bikar anî jî encam bi dest nexist, niha jî bi hemû hêza xwe dixwaze şaredariyên gel desteser bike, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Meşa Azadiyê a ku li gemlîikê me dabû destpêkirin, li kêleka wê jî kar û xebatên hilbijartinan berdewam dikir. Ev meşa ku hat li darxistin bandoreke mezin li ser hemû  cîhanê kir, bi taybet di giştî çalakî, mitîng û Newroza 2024 ‘an de, li gelê Bakûrê KurdIstanê bandor kir. Herê zêde jî ciwan li pêşeroja xwe xwedî derketin û li hemberî zordariyê serî radikirin, di heman demê de zordariya li ser gelê kurd qebûl nedikirin. Ji ber vê jî dema ku gel xwedî li îradya xwe derket û  daket qadan, desthilatdariya AKP-MHP’ê li beramberî vê berxedaniyê aciz dibû, ji ber ku ev  8-9 salin ku erîşên giran û polîtîkên qirêj dixistin dewrê ji bo ku gelê me bifetisînin. Di dema Berxwedana Kobanê a 2014’an de li Enqerê  MGK’ê civînek li darxist, divî civînê de polîtîkayên ” fetisandina Kurdan” xistibûn dewrê de. Dîtin ku ev polîtîka negîhîşt armanca xwe vê carê jî xwestin tola xwe ji gelê kurd rabikin, ji bo ku tola xwe rabikin bi rêka Qeyûman îrade û vîna gele kurd desteser bikin û bi vî rengî dixwazin birêve bib in. Di milê derûnî de jî hêza wan di hibijartinê xwecihî de şikest. Xebatên ku me di sala 2019’an de nîvçe hiştibûn, me 2024’an de temam kir û gihand serkeftinê.

Colemêrg  ji wek Şirnexê ji bo dewleta faşist navendeke taybete, dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên şer di van herdû bajaran de bi rêve dibir. Ev herdû bajêr ji bo xwe girîng didît û ji ber vê yeke jî dixwaze her tiştî bixe bin kontrola xwe de, naxwaze gel di heremê de xwe bi rêve bibe,  herwiha naxwazin biryarê xwe ya jiyanê li ser şaredariyê gel bi rêve bibe. Ji ber vî jî li Colemêrgê qeyûm avetin ser Şaredariyê. Gelek sedemên ku  qayûm avêtêne ser Şaredariya Colemêrgê hene, sedema herê sereke piştî 45 salan di hilbijartinê Hîlwanê de em serketin û beriya dû mehan betalkiribûn û bi dek û dolaban kirin ku bi serbikevin. Pişte ku em divê hilbijartinê de serketin  qayûm avêtin û xwestin tola Hîlwanê ji Colemergê bigrin.

– Li hemberî siyaseta AKP’ê  gel berxwedanê dike  û serî natewîne, hûn berxwedaniya gel çawa dinirxînin?

Li Rojava jî niha amadekariyên hilbijartinên şaredariyan dikin, dixwazin li bi rêka Colemêrgê Rojavayê Kurdistanê tehdît bikin û dibêje ez gelek bihêzim û ez ê polîtîKayên xwe yên şer berdewam bikim. Herwiha ev demeke dirêje li Başurê Kurdistanê amadekariyên şer dikin û hemû qadan îşqalkiriye, nêzîke 100 qereqolên xwe avakirine, gelên Başûr jî roj bi roj li hemberî van polîtîkayan nerazîbûna xwe diyar dikin. Piştî ev hilbijartinên giştî hêza AKP û MHP’ê şikest, herwiha ew baweriya leşkerên ku li Başur rêkirine jî şikest. Ji bo ku bêjin em li ser piyane xwstin qeyûm bavêjin ser Colemêrgê ji bo ku leşkere xwe bike bingeha moral û motovasyonê. Di hemandemê de xwstin li Wanê jî îradeya gel têk bibin û vîna gele kurd desteser bikin, li Wanê piştgiriyeke gelek xort derket holê hemû Saziyên Tirkiyê, partiyên demokratîk û hemû partiyên Siyasî hatin Wanê, li wanê gelê me bi tevahî berxedaneke mezin nîşan dan. Piştî wê dewletê paşda gav avêt, ji bo ku paşda gav avêtina xwe telafî bikin, vê carê jî qeyûm avêtin ser şardariya Colemêrgê û piştgirîya gele kurd jî hedef digre. Ji ber ku hêza wan ketiyê erîşî berxwedaniya gelê kurd dikin.

Bi destsdayîna  li ser şaredariya Colemergê hemû bajarên Kurdistanê bi daxuyanî û çalakiyan polîtîkayên faşîzma AKP û MHP’ê şermezar kirin. Ji  3’ê Hezîranê heta niha berxwedaniya gel berdewam dike, herwiha hevserokên heremê û yên Partiya DEM jî bi gelê Colemêrgê re li ber şaredariya bajêr di nobetê de ne, gelek kes jî ji derva tênê serdana kesên ku di nobetê da ne dikin. Li Amed, Îstanbol û Şemzînanê jî gelek çalakî hatin li darxistin, herwiha li  Mêrsîn û Colemêrgê jî  mitingên girseyî  hatin  lidarxistin. roja cejnê jî hemû gele Colemêrgê li berderiyê  şaredariyê cejna xwe pîroz kirin. Bi  vî şekle gel li hemû qadan dengê xwe bilind dike  û li ber xwe dide.