Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dagirkeriya Tirk Peymanên qedexekirina çekên kîmyewî binpê dike

19/06/2024
in Uncategorized
A A
Dagirkeriya Tirk Peymanên qedexekirina çekên kîmyewî binpê dike
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a kantona Cizîrê Evîn Cumaa destnîşan kir ku tevî îmzekirina dewleta Tirk li ser peymanên qedexkirina çekên kîmyewî jî, lê ew li dijî gelê kurd van çekan bi awayekî domdar bikar tîne û zagonên navneteweyî binpê dike.

Bi dehê caran dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî yên qedexekirî hem li Rojavayê Kurdistanê hem jî li başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên azadiyê li çiyayên Kurdistanê bikar tîne. Her çiqas rêveberên Tevgera Azadiya Kurdistanê li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya ji hêla Tirkiyê ve daxuyanî dan jî, ev yek li ber çavan nehat girtin. Tevî hebûna belge û îsbatên bikaranîna çekên kîmyewî jî lê li hember vê yekê raya giştî ya cîhanî bêdeng e.

Derbarê mijarê de Rêvebriya Komeleya Mafên Mirovan ya kantona Cizîrê Evîn Cumaa ji rojnameya me re axivî.

Evîn Cuma diyar kir ku ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî êrîşî Herêmên Parastina Medyayê dike û wiha domand:”Li gorî zagona navneteweyî ya mirovahî bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye, nabe li dijî leşker an sivîlan bê bikaranîn, di çi rewşê de be, lê mixabin ev yek ji hêla dewleta Tirk ve tê binpêkirin, raya navneteweyî bi durûtî nêzî vê mijarê dibe.”

Evîn Cuma wiha pê de çû:”Dema mijar dibe gelê kurd û êrîşên ser qadên berxwedanê û hedefgirtina Gerîla bêdengiyek çêdibe, berovajî dema ku rêjîma Sûriyeyê çekên kîmyewî li Xûta bi kar anî, di vi de raya giştî rêjîma Sûriyeyê sûcdar kir û hisab jê hate xwestin, gelek belgeyên tesbîtkirina bikaranîna çekên kîmyewî hatine derxistin lê bêdengî heye, ji ber ku berjewendiyên wan bi dewleta Tirk re heye, her wiha ji ber ku di NATO`yê de jî cihê xwe digre.”

Evîn Cumaa diyar kir ku Gerîlayên azadiyê ji bo parastina maf, hebûn û nasnameya kurdî berxwedanê dike, lê hikumeta Tirkiyê vê yekê qebûl nake, dibêje ku mirovê ku li Tirkyeyê dijî tenê pêwîste bi zimanê Tirkî biaxive.

Evîn Cumaa destnîşan kir ku li gorî zagona navneteweyî ji mafê her kesî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê biaxive û hebûna xwe nîşan bide, lê ev yek nayê berbiçav kirin di mijara gelê kurd de piraniya van qanûnan tenê li gorî siyasetê tê meşandin, berxwedana gel û çalakiyên nerazîbûnê li hemberî vê yekê dihêle ku dagirkeriya tirk gav bi şûn de bavêje, tiştê xuyanî û li ber çavan tê dîtin ew e ku berjewendiyên dewletan di asta yekemîn de ye.

Evîn Cumaa bal kişand ser xeteriya bikaranîna çekên kîmyewî û got:” Dewleta Tirk çekên qedexe bikartîne di nav de çekên kîmyewî û madeyên xeniqînê û şewitandinê, ev çek ketin nav çekên ku bikaranîna wan hatiye qekexekirin û sala 1993`an li ser hatiye îmze kirin ku neyê bi karanîn, lê xazên xeniqînê qedexkirina bikaranîna wê di sala 1925`an hate îmze kirin. Tirkiyiyê di nav van dewletên ku li ser van peymanan îmze kiriye de cihê xwe digre, lê mixabin li dijî kurdan bi dehê caran tê bikaranîn.

Evîn Cumaa tekez kir ku; bikaranîna van çekan binpêkirina peymana qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî ye û dibe sûceke şer, ji ber ku ew gel û netewekî hedef digre di çarçoveya êrîşên berfireh û sîstematîk de.

Evîn Cumaa di berdewamiya axaftina xwe de got: ” Êrîşên dagirkeriya Tirk ên domdar li ser qadên berxwedanê tenê tê wateya qelsbûna hêza wê. Ji ber ku nikare wekî din Gerîla têk bike, êdî van çekên qedexe bikar tîne da ku qirkirinê pêk bîne.”

Di dawî de Evîn Cumaa bang li komeleyên ku li dijî bikaranîn çekên kîmyewî kar dikin, Netewên Yekbûyî li ser asta navnetewî disekinin kir ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û got ku:” Dirûtiya di aliyê mirovahî de geleke li ser were seknandin û bi çavekî cidî li mijarê bê nêrîn.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.