Rojnameya Ronahî

Hilbijartinên Herêmî Yên Bakur Rojhilatê Sûriyê û Bandorên Wê…(1)

Erdoxan  Altan

Piştî di 15’ê Kanûnê 2023’an de Hevpeymana Civakî ku di nava xwe de hemû civak û baweriyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihewîne ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk (RXD) ve hate qebulkirin, ji bo hilbijartinên xwecihî angu herêmî dest bi xebatan hatin kirin. Ji bo nûjenkirina komîn, meclîs û şaredariyan ku herî zêde di madeyên Hevpeymana Civakî de ciih girtine, pêwîstî bi hilbijartinekî hat dîtin. Li ser vê esasî RXD’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara ku di 11’ê Hezîranê de hilbijartinên heremî (xwecihî) çêbibe da.

Kêmasî û nebesiyên di alIYê hiqûqî, îdarî û hwd de ku di hilbijartina herêmî ya cara yekemîn di 2017’an de çêbibûn ji bo careke din dernekevin holê di çerçoveya Hevpeymana Civakî ya nû de madeyên derbarê sererastkirina partiyên siyasî, namzetên serbûxwe û hwd de pêvajoyeke hilbijartinê hat destpêkirin.

Di vê çerçoveyî de li Kantona Cezîrê, Dêrazorê, Reqa, Firat, Minbic, Efrîn-Şehba û Tebqa de 6 bajarên mezin, 40 bajar û 105 bajarok (belde) an de wê hemwelatî biçin ser sendoqan û deng bikar bînin.

Wê bi tevahî 30 partî tevlî hilbijartinan bibin. Ji van partiyan hin ji wan wê îtîfaq ava bikin û biçin ser sandoqan. Ji bilî partiyên ku wê bi nav û logoyên xwe tevlî bibin hin partî bi îtîfaq û kesên serbûxwe jî tevlî bibin. Ji van “Îtîfaqa Ji Bo Azadiya Gelan û Jinan” ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekîtiya Sûryanî, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Pêşverû ya Sûriyê û Kombûna Jinên Zenûbiya jî di nav de 22 partî û rêxistinan pêk tê.

Dîsa îtîfaqa bi navê “Îtîfaqa Ji Bo Xizmetek Baştir Bi Hev Re” ji 5 partiyan pêk tê. Di vê îtîfaqê de Partiya Kesk ên Demokratîk, Tevgera Hemdemî ya Kurdistan, Partiya Biratiya Kurdistanî, Partiya Çepgir a Demokratên Kurd ên Sûriyê û Yekîtiya Karkerên Kurdistan (YKK) cih digirin.

Ji bilî van partiyan Partiya Îtîfaqa Demokratîka Niştîmaniya Sûriyê, Partiya Veguhertin a Demokratîk û Bilindiya Neteweyî û Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd ên Sûriyê jî Wê tevlî hilbijartinan bibin.

Konseya Neteweya Kurd a Sûriyê (ENKS) jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew dê hilbijartina xwecihî ya şaredariyan boykot bikin. Di daxuyaniya xwe de jî sedema boykotkirina hilbijartinan bi zimanekê dijber rave kir û ev tişt gotin: “Ev hilbijartin hilbijartina yek partiyê ye. Em tevlî van hilbijartinan nabin, li gorî me ne rewa (meşru) ye. Partiyek li gorî serê xwe bi hêzên xwe yên leşkerî re hilbijartinê pêk tîne. Mesela gelê me ne hilbijartina partiyekî ye”.

RXD, aşkere kir ku 3 milyon zêdetir hilbijêr dikarin dengê xwe bikar bînin. Her wiha koçberên ku bi şertê 5 sal zêdetir li herêma RXD jiyan kirine dikarin dengê xwe bikar bînin.

Partiyan pêş hilbijartinên xwe çêkirin

Di vê çerçoveyî de îtîfaqa bi navê “Îtîfaqa Ji Bo Azadiya Gelan û Jinan” ku ji 22 partî û rêxistinan pêk dihatin li gelek belde, bajêr û bajarên mezin hilbijartina pêşnamzetên xwe çêkirin. 

Dîtin tevlîbûn zêde ye gef û êrîş destpêkirin

Di çerçoveya pêş hilbijartina namzetên ku li heremî hatin kirin tevlîbûn û eleqaya civakî zêde bûn, bi taybet Parastin û ENKS ê ku vê pêvajoyî ji nêz ve dişopand, bi piştgiriya tora civakî ya dewleta Tirk a dagirker re dest bi gef û êrîşan kirin. Li ser van bingehan operasyona hişmendî angu şerê psîkolojîk de xwestin zemînê şer ava bikin û rasterast bingeh ji dewleta Tirk a dagirker re ava bikin û kirin jî.

Taloqbûna hilbijartinan û sedemên wê

Weke ku tê zanîn Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dîroka gelên cîhanê de xwedî cihekî watedar, girîng û taybet e. Mînaka ku nûnertiya şoreşger, mûxalîf, hemû gelên ku ji ber modernîteya kapîtalîst a heyî bêzar bûne dike, hemû tevgerên muxalîf, hemû beşên civakê, karker, kedkar, jin û ciwanan ên ku ji vê sîstemê acizin, temsîl dike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim bi zanebûna vê erkê xwestiye mezinbûna xwe îspat bike. Ji bo mezinbûna xwe îspat neke her tim ji hundir û derve rastî êrîşan hatiye. Gelek derdorên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hebûna wê, modêla jiyana wê û pergala ku dixwaze ava bike, ji roja damezrandina xwe ve rastî êrîşên cûr bi cûr hatiye. Hinekan ji kurdayetiya wê aciz bûn, hinekan ji stratejiya ku dixwest di yekîtiya kurd-ereb de çêbike, hinekan ji ber ku projeyek bi pêşengiya jinan bû, hinekan ji pirrengî, pirzimanî û pirçandîtiya wê aciz bûn. Bi taybet ev aliyên xeta xiyanetkar û hevkariya dewleta Tirk a dagirker dikin, di tirsa ku ev paradîgma dê rojekê bi ser bikeve û dê zirarek mezin bide berjewendiyên me yên takekesî û malbatî. Bi gotineke din çiqas ji vê paradîgmayê aciz hene ewqas jî hezkirin û dostên wê jî hene.

Niha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êrîşên giran re rû bi rû ye. Xuya ye ev kesên ku me behs kir, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên birêvebirin. Dewleta Tirk a faşîst-mêtînger û qirker xwedîyê sereke û nûnerê hemû sedemên ku me anî ziman e. Ew ji her tiştî aciz dibe. Ji ber di Bakurê Rojhilatê Sûriyê de ji hebûna Rêveberiya Xweser a Demokratîk bêzar bûye. Ji ber vê yekê jî xwe berpirsyar dibîne ku li ser navê her kesî êrîşî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Ji bo vê jî dixwaze piştgiriya her kesî bigire.

Tê zanîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji raya giştî re ragihand ku ew ê hilbijartinên herêmî pêk bînin. Jixwe dihat zanîn ku demeke dirêj amadekariyên wiha dikir. Ango amadekariyek wisa ne sirî û veşartî bû, di çarçoveya pîvanên vekirî, demokratîk de hat kirin. Li Tirkiyeyê her kesî dizanibû ku demeke dirêj e amadekariyek wiha tê kirin û jixwe ji nêz ve jî dişopandin. Piştî ku desteya hilbijartinê an jî komîsyona hilbijartinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja hilbijartinê eşkere kir, bala we lê be Tirkiyeyê tu bertekên cidî nîşan neda. Endamên ENKS’ê û partiyên girêdayî wê yên ku nûnertiya hevkarên bi Tirkiyê û xeta xiyanetkariyê dikin her tim nerazîbûna xwe li dijî vê hilbijartinê anîn ziman. Li hemberî hilbijartinê her tim helwesta xwe ya dijminane nîşan didin. Ew dizanin ku ti hêza wan a beşdarbûna vê hilbijartinê nîne. Ew baş dizanin ku di hilbijartineke wiha de pêkhateyeke zêde ne girîng in. Ew baş dizanin ku di pêvajoyeke wiha ya hilbijartinê de raya giştî an jî gel wan qebûl nake. Ji bo vê jî her tim li dijî hilbijartinê helwesteke dijber nîşan didin. Yên ku bi zimanekî hevkar û xiyanetkar, devê Tirkiyê bi kar anîn, êrîşî vê hilbijartinê kirin, ew in. Xwe li ser PDK’ê, serokê xiyanetkarên hevkar, ku ji wî îlham girtine, ava kirin. PDK û ENKS bi hev re li dijî vê hilbijartinê rawestiyan. Dest bi êrîşan kirin, gotin ku em vê hilbijartinê rewa nabînin, azad nabînin û ji bo ku ev hilbijartin pêk neyê jî dest bi xebatên dîplomatîk ên navneteweyî kirin û di her firsendê de êrîş kirin. Lê belê ev hilbijartinek hêsan bû, hat zanîn ku herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim bi awayekî sîstematîk ji aliyê Tirkiyeyê ve di navberên demkî de rastî êrîşan tên. Ev avahî û sîstemek e ku berê di dema şer de ava bûye. Hat zanîn ku ew sîstemeke ku di şerê li dijî El Nûsra de çêbû, şerê li dijî DAIŞ’ê, di nav şerê li dijî pêkhateyên çeteyan de xûliqiye, piştre derbasî asta çaplûka bûye û niha jî sîstemeke ku dixwaze rabe ser lingan û bimeşe ye.

PDK û ENKS’ê bi daxûyanıyên xwe bangî tirkiyeyê kirin

Piştî êrîşên El Nûsra, êrîşên DAIŞ’ê, bi kurtasî êrîşên komên çete hatin şikandin, her wiha piştî ku ev hemû proje û êrîşên rejîmê hatin pûçkirin, Tirkiye li ser navê hemûyan kete nava tevgerê û bê ku sedem û hincetên siyasî, leşkerî, ewlekarî, aborî û hwd hebin bi awayek bênavber êrîşên xwe li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Qet nesekinî. Dem bi dem bi çeteyên ku organîze kiribû, dem bi dem bi êrîşên berfireh ên balafiran, dem bi dem bi êrîşên dagirkeriyê, dem bi dem bi êrîşên xwekujî yên ji hêla komên şaneyên veşartî ve û helbet vê yekî bi domdarî kir. Êrîşî binesazî, avahî, qadên jiyanê û destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û nehiştin ku xizmeteke baştir ji welatiyan re were kirin. Ev hilbijartin ji bo başkirina kalîteya jiyanê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîng hatin dîtin.

Di vî warî de ev hilbijartin hilbijartina rêveberiyên herêmî ye. Ev hilbijartin di heman demê de hilbijartina rêveberên herêmî ye ku dê ji bo sererastkirina binesaz û avahiyên ku di encama êrîşan de zirar dîtine û ji bo xizmetguzariya çêtir projeyan çêbikin. Diyarkirina rêveber û serokên ku dê van karan bi cih bînin hilbijartin e. Tê zanîn ku ENKS’ê û pêkhateyên girêdayî wê pirsgirêkeke wiha nînin. Tê zanîn ku PDK’ê wê bi vê sererastkirinî dilxweş nabe. Xeta xiyanetê ya hevkar bi zelalî fêhm kir bê çi destek û alîkariya derve, ji tu cihî re ji peydakirina van xizmetguzariyan ên ji civakê re nayê, hemû bi çavkanî û nirxên xwe yên xweser pêk tîne, ji bo vê jî ev yek wan ditirsîne. Ji ber vê yekê li dij derket. Ew ji vê hilbijartinê ditirsiyan, mîna ku ji boçikek ditirsin. Wana vê yekî qîr kirin û dewleta yekem Tirkiyê bû ku vê qîrkirinî bihîst.

Weke tê zanîn piştî ragihandina roja hilbijartinê, Tirkiyê destpêkê ti bertekek hişk nîşan neda, lê dema ku ENKS û PDK’ê li dijî vê yekê qîriyan, daxuyaniyên weke dewleta Tirk ku weke xwedî û parêzvanê xwe dibînin, bang kirin. Di encamê de hikûmeta şer a AKP-MHP’ê, ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lidarxistina hilbijartinekê bi vî rengî li cihekî di nava xaka Sûriyeyê de weke pirsgirêka bekayê îlan kir û weke sedema şer nirxand.

Di civîna Lîjneya Ewlekariya Milî (MGK) de, dîsa bi devê hin berdevkên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, hilbijartinên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ‘yekparebûna welat’ weke xetere hat nirxandin.