Rojnameya Ronahî

Çarçoveya têgînî…  Asîmîlasyon

Ji remanê Rêber Apo

Asîmîlasyon ew çalakî û têkiliya yekalî ye ku di civakên şaristaniyê de yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê li ser komên civakî yên kirine statuya koletiyê pêk tînin, ji bo ku van koman bikin dûvik û movikên xwe, bikartînin. Armanca asîmîlasyonê ew e, ji bo mekanîzma mêtinkarî û desthilatdariyê bi mesrefa herî kêm kole peydakirin e. Koma tê asîmîlekirin, nasnameya wê bi xwe û hêza wê ya berxwedanê tê şikandin, di nava elîtên serdest de ji bo bibin koleyên kêrhatî tê amadekirin. Li vir fonksiyona bingehîn a koleyê tê asîmîlekirin ew e, ji sedî sed divê bişibe efendiyê xwe, ji bo bibe perçik û dûvikê wî her tiştî dike ji bo xwe bide qebûlkirin û bi vî awayî di nava sîstemê de ji xwe re cihekî çêke. Jixwe çareyeke wî ya din jî tineye. Ji bo karibe bijî divê nasnameya xwe ya civakî ya berê tavilê biterikîne û bi awayekî herî baş adepteyî çanda efendiyên xwe bibe û ev yek weke alternatîfa bi tenê jê re hatiye pêşkêşkirin. Civaka hatiye asîmîlekirin, ji formên wisa yên mirovan pêk tê ku herî sernerm in, herî zêde baz didin suxreyan, û bêwijdan, bêexlaq û bêzêhniyet in, di xulamtiyê de dikevin pêşbaziyê. Ti biryar û çalakiya wî ya bi awayekî azad bike, tineye. Kirine ku bi tevahiya nirxên nasnameya xwe ya civakî re xiyanetê bike. Kirine ku bibe mîna heywanekî di şiklê mirov de û bi tenê li pey ziktêrkirina xwe biçe.

Elîta serdest, ji bo ku vê bênasnamebûnê li ser civaka asîmîlasyonê ferz bike du sîlehên bingehîn bi kar tîne: Ya pêşî, zora fizîkî ya berbiçav e. Di serhildan û serîrakirineke wî ya herî piçûk de jî şûrê serbirînê li ba dike. Ya diduyan, bi birçîbûn û bêkariyê re rûbirû dike. Dixwazin vê qanûna ji hesin bi cih bînin: Eger tu di nasnameya xwe ya çandî de israr bikî û nebî xulamekî li gorî efendiyê xwe, yan wê serê te biçe yan jî tu yê birçî bimînî!

Elîta serwer ji bo vê jî mekanîzmeyeke xwe ya bingehîn heye; kî dibe bila bibe, eger bi her çi tiştekî çanda asîmîlekirî re eleqedar bibe û xwe bi vê çandê bike, ji bo ev kes di nava civaka fermî de ti îmkanê jiyanê nebîne, bi tevahî rêyên wan ên pêşketina çandê ji aliyê avahî û mejî ve dixetimîne. Çiqasî bi qabîliyet dibe bila bibe, kes, kom û saziyên bi çanda tê asîmîlekirin re têkiliyê datînin û ji bo geşkirina wê dixebitin bi tevahî deriyên dewletê li rûyê wan tê girtin û herweha li qadên civakê yên li derveyî dewletê jî ji bo wan biavêjin derve her cure tevdîrên veşartî yan jî eşkere, hişk an jî nerm têne girtin. Sazî û kesên di destpêkê de bi xwestekeke amatorî li ser çanda tê asîmîlekirin dixebitin bi demê re wê bibînin ne bi tenê derî hemû li rûyê wan têne girtin, eger di ya xwe de israr bikin wê ji aliyê fizîkî ve jî hebûna wan bikeve tehlûkeyê û kengî vê fêhm dikin, yan wê tevlî civaka dewleta netewe ya serdest a asîmîleker bibin an jî wê rêbaza xwe biguherin rizgarî û xelasiyê di kesayeta têkoşer a çalak û rêxistinkirina wê de bibînin. Di tevahî dewletên netewe yên modernîteya kapîtalîst de bêhejmar mînakên bi vî rengî hene. Mekanîzma bi tenê li ser gel û komên etnîk ên bindest nayê meşandin; çînên bindest û komên etnîk ên cuda ên neteweya elîta serdest jî ji asîmîlasyonê para xwe digirin; bi rewşekê re rûbirû dibin, zaravayên xwe yên etnîk û nirxên çanda xwe ya azadmayî ji dest didin.

Li Rojhilata Navîn gelê Kurd ku qurbanê herî mezin ê asîmîlasyonê ye, di vê mijarê de mînakeke balkêş û bi tesîr e. Mirov di Kurdîtiyê de israr bike, di serî de bêkarmayîn divê pêvajoyeke heta bigihîje qirkirinê li ber çav bigire. Ferdekî Kurd çiqasî jêhatî dibe bila bibe, heta her cure polîtîkayên çandê yên dewleta netewe ya serdest bi dilê xwe qebûl neke, li pêşiya pêşketina wî ya sazî û ferdî wê derî hemû yek bi yek bêne girtin. Yan wê teslîmiyeta bi riza dilê xwe hilbijêre û bibîne ku deriyên heta serokkomariyê lê vedibin, yan jî wê teslîm nebe û hay ji xwe hebe ku wexta rêya berxwedan û têkoşînê hilbijêre wê felaket û belayên heta bigihîjin qirkirinê bi serî de bên.