Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Fêr bikin, bi rêzdarî nêzî jinê bibin

19/06/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Nehir pale   

Civak li ser zagonên sabit ku ne amade ye bide guhertin, dimeş e. Navê exlaq li van zagonan hatiye kirin, di nava wê de hurmet û rêzdariya jinê nîne. Ji zarokan heyanî mezinan nayên fêr kirin ku bi hurmet nêzî jinê bibin. Bi riya ol hewl hatiye dayîn ku ji bo dayîkê rêz were dayîn, lê belê rêz ji bo hemû jinan nayê dayîn. Hevjîn, bav, kur û bira nizanin rêz bidin dayîk, xwişk, hevjîn û keçên xwe, ji xwe jina dûr û biyanî be silav jî nadin wê. Çiqasî mêr bê hurmet nêzî jinê bibe, wê îhanet bike ew qasî mêrtiya xwe isbat dike.

Rêznegirtina jinê yek ji sedemên çaresernekirina pirsgirêkên civakî ye. Ew rêbazên desthilatdaran ên jinê weke xizmetkar, cariye û dansoz bikar tanîn, berdewam dikin. Xizmetkirina mêr kirine erk û bi ol ve dane girêdan. Eger jin xizmeta mêran neke her kes nerazîbûna xwe bi şêweyekî diyar dike û zextê li wê jinê dikin. Eger jin xizmetkar were dîtin gelo wê kesek rêz bide wê? Ev jin dayîk be, hevjîn be yan jî xwişk be dema ku ew tenê karê malê bike wê her kes weke xizmetkaran lê binêre. Mêr jî rêveber û aqilmendê malbatê tê dîtin. Li xwe mûkir nayên ku jin berpirsyartiya malê rakiriye. Di malbatê de tenê bav berpirsyarê malê dibînin, dayîk jî xizmetkar e. Çiqasî di malbatê de jin bixebite û biwestê nexema kesekî ye, rêz nadin wê û jê re nabêjin destê te jî saxbe. Bi rêbazên ne exlaqî dikarin hemû tiştên girêdayî jinê erzan bikin. Zanîn û xwedîkirina zarokan, karê wê bênirx dikin. Mînak jin her tiştê dibihîze û dibîne parve dike, lê belê mêr navê fitin û fesadî li vê yekê dike, dibêjin ma tiştek xwe di devê pîrekan de nagre. Bi van rêbazan her tiştê jinê erzan dikin û bê hurmet nêzî wê dibin.

Di nava civakê de bêhurmetiyeke mezin li beramberî jinê tê kirin. Jin lazime 24 saetan li derdora mêr be û xwestekên wî pêk bîne. Mêr di hemû rewşan de razî nabin û qîma xwe bi tiştekî nayînin. Dibêjin ma karê jinê çi ye? Jinê diperçiqînin ku nikarbe bifikire, wê dixin rewşa ku her tim bitirse û di aliyê piskolojîk de nerehet be. Lawik temenê wan hîna nebûye 5 salî li dayîkên xwe dixin û mîna bavê xwe nêzî dayîka xwe dibin. Kesekî ew fêrnekirine ku rêz bidin jinê.

Ev nêzîkatiyên li beramberî jinê têne kirin wê çawa werin guhertin? Gelek rê û rêbazên guhertinê hene, lê belê ji bo civak têkeve nava hewldanên guhertinê de divê destpêke xwe bidin qenaetkirin rêznegirtina jinê dibe sedema gelek pirsgirêkan. Di têkiliya navbera jin û mêr de her tim pirsgirêk hene. Ji bo kuştin û buyerên giran neqewimin her tim jin ji ya xwe tê xwarê û bê deng dimîne. Serî tewandin û bêdeng mayîn pirsgirêkan çareser nake. Rêzgirtina jinê dikare zîhniyeta zayendperest jî bide guhertin. Ji ber vê yekê divê civak ji zarokan heyanî mezinan zîhniyeta xwe bidin guhertin û fêr bibin hurmet bidin jinê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.