Rojnameya Ronahî

Li Başûrê Kurdistanê rêjeya bûyerên kuştina jinan zedetir dibe

Aveste Menaf/Qamişlo

Li Başûrê Kurdistanê rêjeya sûcên kuştina jinan her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî raporan ji destpêka sala 2024’an ve û heta 31’ê Gulanê, 25 bûyrên kuştina jinan yan mirina bigoman rû dane.

Li Başûrê Kurdistanê wekî tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê şideta li dijî jinan di astên metirsîdar de ye. Li hemberî wê jî têkoşîna jinan ya ji bo bidesxitina mafên xwe û wekheviya zayendiyê bi 10’ê salan berdewame. Di vê serdemê de heta astekê karîne hinek mafan bidest bixin. Lê li gel wê sîstema sermayedar û zihniyeta zilamsalar, li gel astengî û rêgiriya li pêşiya pêşketina jinê, her wiha hewl dide wan destkeftiyên di destê jinên de jî ji destê wê bigire û di nava sîstema zihniyeta zilamsalar de bihelîne. Ji ber ku hebûna jina azad û jîr tê wateya afirandina malbat û civakek hişmend û koletî û teslîmiyetê red dike. Tevî vê têkoşîna jinê ya ku bi hezaran salane tê dayîn, hîna wek gelek deverên cîhanê li Başûrê  Kurdistanê jî pirsgirêkên derbarê mafên jinan û cudakariya zayendî de nehatine çareserkirin û hîna berdewame.

Li Başûra Kurdistanê şideta li beramberî jinê roj bi roj zêdetir dibe, jin ger xwendina wan hebin yan nebin, ger dewlemend be yan hejar, ger li mal de kar bike yan li derve û li her astek de bin, her rûbirûyê şidetê dibin. Gelek cûrên şidetê li beramberî jinan tê kirin. Lê piranî şideta li nava malbatê de pêk tê.

Rola desthilatdariyê di şideta li ser jinê de heye

Rêveberiya têkoşîna li dijî şideta li ser jinê di salên borî de her meh bîlançoya şideta li ser jinê di malpera xwe ya fermî de belav dikir. Lê ji meha Kanûnê ya sala 2021’an ve rêveberiyê ti bîlançoyek li ser şideta li beramberî jinê tê kirin belav nekiriye.

Roja 8’ê Hezîrana 2022’an jî Wezareta Rewşenbîrî ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek pêşkêşî tevahî saziyên çapemeniyê kir û ragihand dayîna nûçeyên kuştin, xwekuştin û şewitandinê yên li ser jinan qedexe ye. Wezaretê ev biryar bi hinceta ku ‘exlaqê civakê xiradibe û bandorek nerênî li ser civakê dike, da. Ji wê demê ve rê nade saziyên ragihandinê nûçeyên derbarê şideta li dijî jinan bi raya giştî re parve bikin. Ji ber vê yekê tê gotin, bîlançoya kuştinên jinan di vê navberê de winda dibin.

Ev ne cara yekeme Wezareta Rewşenbîrî biryarek wiha dide, salane gelek caran hewil dide rê li ber belavkirina bîlanço û zanyariyan bigre. Ev jî bi armanca veşartina hejmara rast, destkarîkirin û kêmkirina rêjeya şidetê tê kirin. Ji ber ku tişta di rastiyê de rû dide gelek zêdetire ji ya ku di bîlançoyan de tên diyarkirin. Rêjeya şidetê li gor herêmek mîna Başûrê Kurdistanê gelek zêde û metirsîdare.

Gelo neeşkerekirina bîlançoyê çareseriye?

Li gor amarên Ajansa Nûjînha ku ji nûçeyên li ser torên medya dijîtal û malperan ên taybet bi kuştina jinan komkiriye, di nava şeş mehên destpêkê yên sala 2022’an de li Herêma Kurdistanê zêdetirî 50 jin hatine kuştin yan jî neçarî xwekuştinê hatine kirin. Li aliyê din li gor amarên Rêkxirawa Harîkarî Yasayî ya Jinan, di nava şeş mehên destpêkê yên 2022’ê de 82 jin hatine kuştin. Ji vê hejmarê 22 jin hatine kuştin, 31 jin neçarî xwekuştinê hatine kirin û 29 jin jî xwe şewitandine. Her wiha tundî, şidet û kuştina jinan heye roja me ya îro dewam dike.

Divê navberê de jinên ku rojane şideta derûnî û fîzîkî li ser tên kirin egerek zêde heye ku werin kuştin yan jî xwe bikujin. Pirsgirêkên van jinan bi awayek nediyar û bi bêdengkirinê dimînin. Her çiqas hikûmet salane li ser çapemeniyê pêngava rûbirûbûna dijî şidetê radigihîne, lê heta niha van pêngavan nekariye di astek pêwîst de bin û nekarîne pêşî li şideta li ser jinê bigrin. Berovajî şidet roj bi roj zêdetir dibe.

Divê çek ji bo parastina xakê bê bikar anîn

Ji bo ku jinan ji rêya têkoşîna azadiya xak û nîştimaniyê dûrbixin, hemû cûreyên plan û siyasetê bikar tînin. Di bin navê namûsê de rojane jin tên kuştin, dema jin ji bo berjewendiyên xwe bikartînin, ji bo ku karê wan eşkere nebe bi çekên xwe dikujin. Pêwîst e ew çek ji bo parastina xakê bikaranîban, lê dema ku xezeba pere, mîrate, pirsgirêkên madî di zihniyeta wan de bicih dibe, êdî jin dibin hedefa çekên wan. Xwişk, dayik û hevjînên xwe bi rehetî dikujin û kujer jî nayên cezakirin. Weke ku xaka xwe rizgar kiribin, bi kêfxweşî li ber çavê wan hemûyan digerin. Artêşa jinkuj metirsiya herî mezine li ser civakê ye. Li Hewlêr, Silêmanî û Iraqê jî di demên dawî de gelek jin bi navê namûsê hatin kuştin, ev jî li ser hemû jinan metirsiye.

ji destpêka salê ve û heta niha 25 jin hatine kuştin

Li gorî amarên ku di saziyên hiqûqî û raporên destgehên parastina mafê jinan, ji destpêka sala 2024’an ve û heta 31’ê Gulanê , jimara bûyerên kuştina jinan û mirina bigoman gihiştiye 25’an. Li gorî tevgerên jinan asta kuştina jinan li Başûrê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe û metirsiyên cidî li ser jiyana jinan çêkirin.