Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dayikên Dîlgirtîyan: Em li pey doza zarokê xwe ne

19/06/2024
in Uncategorized
A A
Dayikên Dîlgirtîyan: Em li pey doza zarokê xwe ne
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Gewda/Qamişlo

Dayikên dîlgirtîyên azadiyê diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were,  ew ê dest ji doza xwe bernedin û çalakiyên xwe dewam bikin. Herwiha dayikan bang li saziyên navneteweyî kirin ku bi erkê xwe yê exlaqî rabin û li hemberî tecrîda girankirî bêdeng nemînin.

Di 10’ê Cotmeha 2023’an de bi dirûşmeya” Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re îareserî” ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngaveke cîhanî hat destpêkirin û li tevahiya cîhanê bi milyonan kes beşdarî vê kampaniyê bûn. Di heman çarçoveyê de Dîlgirtiyên azadiyê li girtîgehên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê dest bi çalakiya girava birçîbûnê a dorveger kirin. Di 4’ê Nîsanê qonaxa 2‘mîn çalakiya girtiyên zindanan hat destypêkirin. Di vê qonaxê de girtiyên azadiyê têkilyên bi riya telîfonê û hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re baykot kirin.

Derbarê çalakiya girtiyên azadiyê ya ji bo azadiya Rêber Apo, dayikên dîlgirtiyan ji rojnameya me re axivîn.

‘Pêwêste cîhan deng bide dengê dayîkên dil şewat’

Gelbeyaz Mihçi dayîka dilgîrtîyê bi navê Mehdî Mihçi da xuyakirin ku tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin li ser tevahiya gelê Kurd e û wiha got” :Tecrîda niha li ser Rêberê Gelan Rêber Apo tê meşandin, li  ser gelê Kurd giştî tê meşandin. Heya tecrîda li girtîgeha Îmraliyê neyê rakirin, heya em derheqê Rêber Apo û zarokên xwe agahîyekê negirin em nasekinin û wê çalakiyên me dewam bikin.  Zarokên me jî di bin tecrîdeke girankirê de ne. Ev nezî 2 salan e me bi zarokên xwe re ne hevdîtin  kirye û nejî telefonekê axivîne.

Dayîka Gulbeyaz axiftina wiha qedand: “Zarokên me ti kiryarên dervî mirovî nekirine û bê sucin. Kurê min bê sebeb 14 sal cezayê girtîgehê lê hatîye birîn.  Pêwîste cîhan bêdeng nemîne û li hemberî wê zilm û tecrîdê bi erkê xwe rabe. Em dayîkin û em ê heya zarok û Rêberê xwe azad nekin em nasekinin.”

‘Êdî tu axiftin nema ku em bikin’

Emîne Atak ku dayika dîlgirtîya bi navê Necla Atak e, jî derheqê tecrîd û kiryarên ser zarokên wan tên meşandin wiha got: “Edî tu axiftin nema ku em bikin. Em salan e li ser pîyane ji bona dengê xwe cîhanê û sazîyên navnetewî bidin guhdarkirin. Cîhan dema mijar dibe Kurd û Rêber Apo ker û lale. Nêzî salekê ye min bi keça xwe re bi ti awayî hevdîtîn nekirye. Divê demildest ev tecrîda girankirî li ser Rêberê gelê Kurd Rêber Apo bê rakirin. Em hêvî dikin ku aşitî u aramî bê Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi giştî. Em hez dikin ku zarokên me bên azad kirin. Doza ku dane meşandin dozeke heqe û em ê pey doza zarokên xwe ne. Bangawazîya min ji bona komaleyên mafên mirovan jî heye, bila hevdîtinek li Îmralîye pêk bînîn. Em demekê kurt de hezdikin ku agahîyekê ji Rêbertîya xwe bigirin.” 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.