Rojnameya Ronahî

‘Ciwan Û Avakirina Pêşeroja Azad’

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Hevserokê Encûmena Ciwanên Sûriya Demokratîk ‘‘MSD-Ciwan’’ Nasir Nasiro diyar kir ku armanca sereke ji konferansê avakirina Konfidralîzma Ciwanên Roihilata Navîn û Bakurê Efrîqiya ye.

Insiyatîfa ciwanên Rojhilata Navîn ji sala 2014’an ve hat avakirin û xebatên xwe dan meşandin. Bi insiyatîfbûyîna Çend rêxistinên ciwanan li welatên curbicur, ji bo yekkirin, pêşxistin, zanakirin û perwerdekirina ciwanên Rojhilata Navîn, bê sînor û bê danansîna ji snorên kapîtalîzmê re, xebateke hevbeş bi hevre dan meşandin.

Di derbarê Konferansa Encûmena Ciwanan hevserokê Encûmena Ciwanên Sûriya Demokratîk ‘‘MSD-Ciwan’’ Nasir Nasiro ji Rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên insiyatîfa ciwanan

Nasir Nasiro diyar kir ku isiyatîfa ciwanan yekemîn kongireya xwe li bajarê Amedê li darxistin û wiha got: “Di sala 2015’an de di kongirê de hijmarek mezin ji ciwanan ji hemû welatan kombûn. Bi hev re nîqaş û xebateke hev beş li ser alozî û pirsgirêkên ku ciwan tê re derbas dibin, kirin. Her wiha xalên destpêkê ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatin dayin. Piştî vê yekê wek encûmaneke ciwanên Rojhilata Navîn hat destpêkirin. Di vê encûmanê de li ser asta   Rojhilata Navîn û tevahî dewletên ku tevlî vê kongireyê bibûn, xebatên wan heta sala 2018’an berdewam kir, ji xwe di wê demê de kongireya duyemîn a kombûyîna ciwanên Rojhilata Navîn li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin.  Piştî wê di sala 2019’an de li bajarê Kobanê bajarê berxwedanê hat li darxistin. Lê mixabin derfetê derbasbûna gelek kesan ji bo Rojava nebû, bi taybet pirsgirêka Başûrê Kurdistanê û derbasbûna endaman.”

Nasiro berdewamî da axaftina xwe û wiha got: “Piştî kongireya duyemîn gelek karên hevbeş û nirxandinên gelekî girîng hatin nîqaş kirin, di kongirê de encamnameya wê ya ku di kongerya yekemîn de hatibû dayîn jî ji nû ve hat sazkirin sazkirina. Ji destpêka sala 2023’an de daxwaza lidarxistina konferansekî ji bo ciwanên Rojhilata Navîn hebû, ku bibe çaremîn kombûna ciwanên Rojhilata Navîn. Lê rewşa ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibû ne alîkar bû ku kongir were li darxistin. Lê belê komîta amadekar ji destpêka sala 2023‘an de ji her çar parçan kombûn û dest bi karê xwe kir. Di heman demê de gelek kes ji Çolistana Rojavayî, Tûnis û Yemen jî tevlî vê ensiyatîfê bûn û cihê xwe di komîta amadekar bû, herwiha xebat bi hev re dan meşandin.”

‘Ji 15 welatên cûrbecûr tevlî vê kongireyê bûn’

Nasiro axaftinên xwe wiha domand û got: “Insiyatîfa ciwanan di 8’ê Pûşbera 2024’an de li bajarê Beyrût paytexta libnanê kongireya xwe li darxistin. Ev wek konfiransa duyemîn bû lê wek kongira 4’emîn e. Di vê konfiransê de rewş, etmosfêr, heyecan, fikir û ramanên cûda hebûn, ji ber ku hijmarek gelekî baş ji ciwanên Rojhilata Navîn tevlîbûn. Bi giştî em dikarin bêjin hijmar 80 kesayetên ciwan yên delege û nûnerên partî û rêxistinên ciwan bûn. Li ser asta Rojhilata Navîn ji 15 welatên cûrbecûr tevlî vê kongireyê bûn, ji Çolistana Rojava, Tûnis, Mesir, Sûdan, Filestîn, Urdin, Libnan, Yemen, Iraq, Sûriyê, Tikiyê, Îran, Kurdistan, Ermenistan, Bakistan, Bilûşistan û Efganistan.  Herwiha ji pêkhateyên cûda jî di nav de cihê xwe girtin, ji hemû ol, pêkhateyên nijatî, pêkhateyên netewî yên cûr bi cûr, bi hemû nêrînên xwe bûn yek. Ji bo avakirina kesayetekî ciwan û pêşerojekî ciwan ku bikaribe  ciwanan biparêze û siberojekî azad ji bo ciwana bide avakirin.”

Nasiro da xuyanî kirin ku di konferansê de li ser du rojan kar û xebat hatin meşandin û wiha got: “Di roja yekemîn de gotina vekirinê ji aliyê  komîta amadekar ve hat kirin, herwiha nameyên pîrozbahiya li darxistina konferansê hatin xwendin. Piştî wê derbarê şoreş û tekoşîna ciwanan li Rojhilata Navîn sinivîsyonek hat pêşandan. Piştre rûniştina yekemîn dest pê kir û tê de li ser gelek xalên girîng hat rawestandin, yek ji xalên ku hati nîqaşkirin jî  şer û aloziyên bakurê Efrîqiyayê û Rojhilata Navîn  bû.”

 Naveroka roja duyem

Nasiro da zanîn ku di roja duyem de gelek mijarên girîn hatin nîqaşkirin û wiha pê de çû: “Di rûniştina duyemîn de mjiyarên cûda yên wekî doza jin, rê û rêbazên parastina jinê û gelek xalên din jî hatin nîqaşkirin. Piştî wê li ser çar mijaran komxebat hatin li darxistin. Mijara yekem aloziya  ekolojîk di civakê de û parastina xwezayê, mijara duyem pirsgirêkên jinê di civakê de  û çareserî, mijara sêyemîn jî deshilatdariya li ser ciwanan û piçûkirina wan di civakê de û mijara çaremîn nijadperstî û netewperestî, zanistperstî, olperestî û zayendperestî bû. berî bidawîkirina konferansê encamnameya konferansê hat belavkirin. ”

Xalên bingehîn yên konferansê

Hevserokê Encûmena Ciwanên Sûriya demokratîk ‘‘MSD-Ciwan’’ NasIr Nasiro  di dawiya axaftina xwe de balkişand ser xalên bingehîn yên konferansdawî û wiha qedand: “Armanca sereke ji konferansê avakirina konfidralîzma ciwanên Roihilata Navîn û Bakurê Efrîqiya ye. Ev yek jî bi gelek xalan dest pê dike heya ku em bikaribin bidin avakirin, pêwîste ji mijarên nijadperestî, olperestî û zayendperestî durbikevin û ji avakirina jiyan û kesayeta ku bi hevjiyana azad bawer dike nêz bibin. Xala sereke ku ev konferans li ser hat rawestandin jî sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku niha tê bikar anîn  wekî nimûne hat girtin. Têkoşîna li dijî zihniyeta piçûkxistina ciwanan û piçûkxistina jinan. Meşandina kar û xebatan li ser asta hemû deverên ku  ciwan dikarin tê de cih bigrin. “