Rojnameya Ronahî

Sergum Yan Sirgun

Sîpan Şînda

Sergum, riya dûr, cih û warê xerîbîyê, welatê biyanîyê. Sergum, ji kes û kûsan, ji heval û hogiran, ji xweyî û xwidanan, ji xwih û biran dûr. Sergum, dûrxistina ji cih û warên bab û kalan, bîranînên zarkotîyê, kolan û xarikên lehîstinê, quncikên xalî yên hevdîtina evînîyê, kuçe û berdîwarên dilketinê… Sergum, ji dûrketine xewn xiyalan, hiş û bîranînan, civat û hevdîtinan, ken û henekan, geşt û seyranan, qîr û heydedanan, gilî û gazindan, zirt û viran, xweşmêrî û camêriyan, merdî û dilovaniyan, sohbet û teklîfan, bazar kirin û qedir girtinê, qedirnasî û qencîyê, bawerî û bêbextîyê… Sergum, ji ber çavên hemî heskirîyan winda bîn, bê serûşûn çûyîn, çi agahî jê negirtin. Sergum, mirina mirov li ser saxiya xwe dijî ye. Mirov di nava mirin û manê de ye. Her çend laşê mirovî dîtbar e ji, lê belê giyan, hiş û mejiyê mirovî têk çûye. Sergum, du caran mirin e, rêka çûyîn û nehatinê ye!

Peyva sergumê peyveke Kurdî ye, lê mixabin pirrê Kurdan vê peyvê nizanine. Weke tê zanîn, sergum ji bo Kurdan ne tiştekî nûye. Bi sedan salane Kurd ji aliyê dagirkeran ve têne sergum kirin û ji cih û welatê xwe têne dûrxistin. Kurdên Anatolya navîn mînaka herî berbiçavin. Çi di demê Osmanîyan de û çi jî di demê Komara Tirk de, hingî serhildanek ya Kurdan çêbûye, ewan gelek Kurd ji cih û warên wan kirine û rêkirine sergumê. Di demê Osmanîyan de peyvên “taglib”, “îcla” û “nefî” ji bo kesên bi darê zorê ji cih û warên xwe dihatin dûrxistin dihatin bikaranîn. Nefî kirin, di wateya ciza kirinê de dihate bikaranîn.  Jiber ku di heyamê jiberê de alavên peywendîyê tunebûn, dema hinek kes ji warên xwe dihatin dûrxistin êdî çi agahî ji wan nedihate standin. Jiber wê, peyva “sergumê”, di nava Kurdan de ji bo “kesên ku ji aliyê dewletê ve bi darê zorê ji cih û warên xwe hatîne dûrxistin û êdî çi agahî ji wan nehatî standin” hatiye bikaranîn. Û mixabin, him di demê Osmanîyan de, him di demê komara Tirk de, him di bin dagirkeriya Baasîyên Iraq û Sûriyê de û him jî di bin dagirkeriya Farisan de bi milyonan Kurd bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin û bîne sergumî. Gelek ji wan Kurdan ji bê serûşûn çûne êdî tu kesê çi agahî ji wan negirtîye.

Lê mixabin, pirrê nivîskar û rewşenbîrên Kurd şûna “sergumê” peyveke Tirkî bikar tînine: sirgun. Peyva sirgunê ji Tirkî ketiye nava zimanê Kurdî de û ji lêkera “surmek”ê tê. Li Bakûr Kurd hînî vê bêjeyê bîne û herweha derbasî nav perçeyên din yên Kurdistanê û dîyasporaya Kurdan ji bûye. Zimanê Kurdî her çend zimanekî dewlemendbe jî, bê goman, gelek peyvên Erebî, Tirkî û Farisî ketîne navde. Jiber ku em netewekî bindestin û zimanê me ne zimanekî fermî ye, em nikarine wî biparêzin û pêşve bibine. Bi rastî danûstandina peyvan di nava zimanan de tiştekî ne ecêbe û mirov dikare vê yekê di nava hemî zimanên cîhanê de ji bibîne. Lê belê divê em weke nivîskarên Kurd di vî warî de ji hemîkesê pitir hişyar û baldarbin; jiber ku me dewlet nîne, nivîskarin yên ku bikaribin zimanê Kurdî biparêzin û pêşve bibine. Şûna em peyvên bîyanî bikarbînine, divê em giranîyê bidine peyvan ji zaravayên din yên Kurdî bikarbînine. Pirsgirêkeke din ya gelek mezin di navbera Kurdan de heye. Ew ji bikaranîna du alfabeyan e. Ev ji 30 salî zêdetire li Başûrê Kurdistanê zimanê Kurdî zimanê fermî û perwerdê ye. Lê jiber ku li wê derê alfabeya Aramî/Erebî tê bikaranîn, Kurdên din nikarine bixwînin û çi feydî jê wernagirine. Bi rastî ji ev rewşa du alfabetiyê ji tixûban pitir Kurdan ji hevdu dûrdixe û peywendîya di navbera wan de qut dike.

Hêvîdar im nivîskarên Kurd wê ji niha û pêde şûna “sirgun”ê peyva “sergum”ê bikar bînin û hemî derdor wê hewl bidine ku ev rewşa du alfabetîyê ji nava Kurdan de rabe. 15.06.2024