Rojnameya Ronahî

Jiyan û xebata  helbestvan Azer Şiwêş

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Azer Şiwêş helbestvanekî kurd e ku di sala 1964’an de li Amûdê çavê xwe li jiyanê vekirye. Her wiha wî li kêleka xwendina xwe xebata hunerî, şoreşgerî û wêjeyî kirye. Ji salên 1990’î ve dest bi nivîsîna helbestê kiriye û niha 3 dîwanên wî yên çapkirî û gelek helbest hene.

Helbestnivîsîn û helbestvanên kurd li Rojavayê Kurdistanê beriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê rastî gelek astengiyan dihatin û nikarîbûn mijûlî xwendin û nivîsîna bi zimanê kurdî bibin. Lê tevî wiha jî gelek nivîskar, rewşenbîr û helbestvanên kurd karîbûn xebatekê ji bo civaka xwe bikin, ji van kesan jî Azer Şiwêş e.

Girêdayî jiyan, xebata hunerî û helbestnivîsîna Azer Şiwêş, ji rojnameya me re axivî.

Jiyan û xwendin

Azer Şiwêş di derbarê jiyan û xwendina xwe de wiha anî ser ziman: “Ez di sala 1964’an de li gundê Xirbe Xedîr yê girêdayî navçeya Amûdê ji dayik bûme. Min li gundê Zeynar yê ku li kêleka gundê me bû, xwendina xwe ya seretayî bi dawî kiriye. Piştre jî hatim Amûdê û xwendina xwe ya navîn û amadeyî li wir qedandiye. Her wiha ez çûm Helebê û di zanîngeha Helebê de beşê Endeziyariyê xwendiye û di sala 1989’an de ez jê derçûme. Di wan salên xwendina zanîngehê de min Tevgera Rizgariya Kurdistan nas kir û bandora wan li min hat kirin. Piştî derçûnê jî ez li Dêra Zorê bûme karmendê hikumeta Şamê. Di salên 1900’î de min di nav komên hunerî yên kurdî de xebat dikir û hem jî karê şoreşgerî û netewperweriyê li gorî derfetên heyî li nav gel dimeşand. Her wiha Kovara Rojda li herêma Cizîrê bi hevkariya sê kesên din me derxist, ji wan kesan Nezîr Mele bû, min di kovarê de wek edîtor kar dikir. Piştre jî çûm Libnanê û di Kovara Sorgul de karê rojnamegeriyê kir. Di heman demê de jî li Libnanê bûme nûçeghianê televizyonên kurdî yên li Belcîkayê. Her wiha di sala 2005’an de koçberî derveyî welat,Elmaniyayê bûm, derketina min ji ber pirsgirêka girêdayî tendurstiya min bû û aliyê din jî ji ber mercên siyasî bû. Piştî demekê ez çûm Belcîkayê û di Ronahî TV de çend salan karê rojnamegeriyê kir.

Destpêka hunera nivîsînê

Şiwêş têkildarî destpêka rahiştina pênûsa wêje û hunerê wiha axivî: “Nivîsandin hunereke girêdayî jiyan û rewşa mirov a takekesî ye. Di wêjeyê de nivîsandina giştî û bi taybet nivîsandina helbestê ne ji valahiyekê ve tê ew hest ji kaniyên heskirin û evîna mirov tên. Ji destpêk de min ji pênûs û nivîsînê hez dikir, nivîskarî û wêje ne di hizir û xeyalê min de bûn. Piştî salên 90’î ez nêzî wêjeyê bûm û min rahişte pênûsê û dest bi nivîsê kir. Min bi zimanê erebî dinivîsand û hem jî xwe fêrî zimanê kurdî jî kir. Her wiha di wê dema ku min kar û xebata hunerî ya koman dikir, ez ketim bin bandora helbestvan û şanoger Beşîrê Mele Newaf de. Wî berî me dest bi nivîsandina helbest û şanoyê kiribû û ew tê de bûbû bispor. Me demeke dirêj bi hev re kar û xebata wêjeyî kir, lewma bandora helbestên wî li min bû. Êdî ji wê demê û bi şûn de min xebateke nivîsîna helbestê dest pêkir. ”

Helbestnivîsîn li cem Azer Şiwêş û berhemên wî

Nivîskar Azer Şiwêş girêdayî nivîsandina helbestê, li rex wê jî karên din wiha got: “Kesayetê nivîskar û bi taybet helbestvan ne tenê milkê xwe ye, lê belê ji civak û gelê xwe re ye. Ew hest û ramanê gelê xwe, xweza û welatê xwe vedihewîne nav helbestê xwe. Her wiha da ku her helbestvanekî/e kurd asta helbestên xwe bilind bike û helbestên helbestvanê kilasîk mîna Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî bixwîne. Heya ku nivîs, wêje û helbesta helbestvan li pêş bikeve û bibe bingehek ji nifşên pêşdemê pêwîste pêşengên wêjeya xwe û wêjeya cîhanî bixîne. Pêvajoya nivîsîna min ji destpêkê heya niha wisa bû. Dema ku ez li Libnanê bûm min xebatek di xizmeta civaka xwe de dikir û helbest jî dinvîsandin. Ji xwe yekem dîwana min bi navê Demsala Dil li çapxaneya Amar da ya li Libnanê di sala 2002’an de hate çapkirin. Her wiha dîwana min a duyem a bi navê Bêyî te li Helebê di sala 2003’an de çap bûye. Dîwana 3’an a bi navê Delal Can jî di sala 2015 de li Amedê hatiye çapkirin. Naveroka helbestên min bi giştî li ser evîn, hezkirin, xaka welat, li ser şehîdan, çiyayên Kurdistanê ye. Lewma min girêdayî van mijaran 3 dîwan çap kirine û ji bilî van dîwanan gelek helbest û nivîsên min hene lê hîna nehatine çapkirin. ”