Rojnameya Ronahî

Pêşengên hestên kurdperweriyê: Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Di navbera sedsala 16 û 17’an de Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî mîna du stêrkan li asîmanên wêjeya kurdî ya kilasîk bi helbest û felsefeya xwe berz bûne. Di heman demê de bûne pêşengên hestên niştîmanperweriya kurdî û gelek malikên zêrîn li ser netwa xwe hûnandine.  

Netewperwerî ew hestê ku di ruh û canê mirov de tê dîtin, bi riya hestê netewperweriyê jî mirov bi netew, civak, welat û axa xwe ve tê girêdan. Li cem gelê kurd jî mijara netewperweiyê wiha ye ku çi kêm, çi zêde gelê kurd nirxên netewî pîroz dîtine.

Weke tê zanîn nivîskar, helbestvan, pêşeng û rewşenbîrên kurd heya astekê di pêşveçûna dîrokê de guh dane aliyê netewperwerî û roleke sereke di warê parstin û pêşxistina çandî û hebşna fîzîkiya ya gelê kurd de lîstine. Wan ji bo netew û gelê xwe bi derfetên kêm pênûsa xwe bi kar anîne û têkoşîn kirine. Bê guman Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî kesayetên pêşeng in di aliyê derbiriîna netewperwerî de.

Kurtejiyana Melayê Cizîrî

Di dîroka kurdan de yek ji girîngtirîn helbestvanên kurd yên kilasîk Melayê Cizîrî ye. Mela him bi helbestên xwe him jî bi raman û baweriya xwe di dilê kurdan de xwedî cihekî taybet e. Navê wî yê rastîn Şêx Ehmed e. Di helbestên xwe de bi pirranî du nasnav bi kar aniye, Mela û Nîşanî. Li Cizîrê hatiye dinyayê. Di warê jidayikbûna wî de dîrokeke misoger nîne. Hinek çavkanî sala 1567’an, hinek ya 1570’yî, hinek jî ya 1589’an jidayikbûna wî nîşan didin. Lêkolîner van dîrokan jî ji hesabê ebcetê derdixin. Lê mirov dikare sala 1570’yî wek sala jidayîkbûna Mela bihesibîne. Di sala 1640´î de dîsa li Cizîrê çûye ser dilovaniya xwe û gora wî ya bihûştin li wir e. Cizîrî li cem bavê xwe Mela Muhemed dest bi xwendina xwe ya seretayî kiriye. Piştre ji bo berdewamkirina xwendina xwe çûye Amedê, gundê Setrabasê. Wekî din jî li Hekarî, Amediye, Iraq û Misrê jî xwendiye. Piştî xwendina xwe diçe Heskîfê. Li wir li ba Mîrê Heskîfê Melîk Kamil dimîne, lê dilê wî dikeve keça Melîk Kamil, Selmayê. Ji ber vê eşq û evîna xwe ya mecazî di 30 saliya xwe de dest bi helbestan dike û ne tenê di nava kurdan de li cîhanê dibe helbestvanekî bijare. Bi rastî jî Mela di helbestvaniya xwe de ji Mewlana û Şîrazî û Gotê ne kêmtir e. Heta vê yekê ew bi xwe jî di helbesta xwe ya jêr de wiha diyar dike.

Netewperweriya Cizîrî di hûnandina van malkên zêrîn de xwiya dibe:

Ey şehinşahê muezzem, Heq nigehdarê te bî

Sûreyê ‘Inna Fetehna’ dor û madarê te bî

Şîrove:

Bi gotina Inna Fetehna balê dikişîne ser ayeta yekê ya sûretê Fetih a Qurana Pîroz. Herwiha ev sûrt li ser diwarê Birca Belek jî hatiye nivîsîn. Ev jî nîşana wî qasî ye ku helbest li ser Mîrê Bohta Xan Şeref nivîsiye.

Di malikeke din de jî wiha dibêje:

Daima menzilgeha sûra te bit burca şeref

Tali’ê ferxunde û bextê seîd yarê te bî

Şîrove:

Bi peyva burcê, hem balê dikişîne ser Birca Belek ya li Cizîrê, hem dibêje çawa ku di sûrhên kelehan de birc ciyên herî bilind in, mîrekiya te jî wisa di asta herî bilind de be û ciyê rûmet û rêzdariyê be.

Bi têgeha şerefê jî, hem balê dikişîne ser navê Mîr Xan Şeref, hem daxwaziya rûmet û rêzdariyeke pir bilind jê re dike. Ev nîşaneke din e ku helbest li ser Xan Şeref nivîsiye.

 

Kurtejiyana Ehmede Xanî

Ew helbestvan, dîrokzan, feleknas, erdnas û feylesofeki kurd e. Di sala 1650-1651’ê de li gundê Xanê yê girêdayî bajarê Colemergê hatiye dinyayê. Di sala 1707’an de li navçeya Bazîdê ya Agirî tevlî karwanê nemiran bûye. Navê dayika wî Gulnîgar, navê bavê wî Ilyas e. Derbarê zewaca wî de ti agahî nînîn. Jiyana Xanî di nava perwerdeyê de derbas bûye. Perwerdeya xwe ya pêşî ya Quran û şerîetê li cem bavê xwe dibîne. Pişt re perwerdeya xwe li medreseya Bidlîs û Xelatê didomîne. Xwendina xwe li Bexda, Şam û Helebê pêş dixe. Di medreseyên Îranê de perwerdeya felsefeya Islamê, stêrnasî û filolojiyê dibîne. Li medreseyên Sûriyê hini felsefeya yewnan dibe. Piştî demekê diçe bajarê Mekkeyê û ji wir jî derbasî Misrê dibe. Piştî perwerde û gereke dûvdirêj vedigere Bazîdê. Feylesofê Kurd Xani, ji aliyê hizrî ve di bin bandora feylesofên weke Aristoteles, Ferabî, Şehabedîne Suhrewerdî, Muhyedînê Erebî, Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelek feylesofên din de mabû. Di heman demê de bi hizir û ramana xwe ji zanayên pişt xwe re bûye pêşeng. Dîrokzan Xanî, di dîroka kurdan û Kurdistanê de binavûdeng e. Derbarê pêşveçûna çand, huner, wêje û zimanê kurdî de cihê wî cuda û pir girîng e. Di 14 saliya xwe de dest bi nivîsê dike û piraniya pirtûkên xwe bi zaravayê kurmancî nivîsîne. Feleknas û wêjevan Xanî, li rex zimanê kurdî, zimanê tirkî, erebî û farisî ji dizanîbû. Ji bo perwerdeya zarok û ciwanên kurdan medrese vekirine û di wan medreseyan de waneyê ol, felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî, stêrnasî û hwd hatine dayîn. Xanî di sala 1707’an de li Bazîdê tevlî karwanê nemiran dibe û gora wî li wir e. Zanayê kurd Ehmedê Xanî, welatperwerekî kurd e û xwestiye yekîtiya kurdan çêbe.

Netewperweriya Ehmedê Xanî bi van malikên wî re diyar dibe:

Saqî, tu ji boy Xudê kerem ke

Yek cur’eyê mey di Camê Cem ke

Şirove:

Malika “Saqî, tu ji boy Xudê kerem ke Yek cur’eyê mey di Camê Cem ke“, mirov dikare bi du rengan şîrove bike.

Ya yekê eger meyger li ser wateya xwe ya rastî be, şîrove wiha dibe: Meyger, derd û xemên min pir in, ji bo Xwedê qenciyekê bike piyaleke meyê ji min re bîne da pê derd û xwemên xwe sivik bikim.

Ya duyan, ku mebest ji saqî Xwedê be, wate wiha dibe: Xwedê tu bidî xatirê navê xwe, qenciyekê bi min bikî bi riya evînê kul û xemên min sivik bikî û min dilxweş bikî. Lê li gorî vê wateyê Xwedê mînandiye meyger. Çawa ku meyger bi dayîna meyê dilê kesên xwedîderd hênik dike û wan ji nava kul û xeman derdixe, Xwedê jî bi dayîna evînê, mirovan kêfxweş dike.  

Xemxwarî dikir li me yetîman

 Dînane derê ji dest leîman

Şîrove:

Di vir de jî ji bo kurdan têgeha yetîm ango sêwî bi kar aniye. Kurdan di mijara desthilatdariyê de di asta herî jêr de dinirxîne. Lewra têgeha yetîm tê wateya bêxudanî, bêmecalî, bêderfetî, xizanî, belengazî, perîşanî, bêdesthilatî û bindestiyê. Ev sifetên ku her yek ji wan tê wateya nebûna li hemberî hebûnê di têgeha sêwî de kom bûne û ev sifet  ji bo kurdan guncav dîtiye. Herwiha dibêje; eger ev- hebûna rêveberekî pêk bihata, bi hêza dewletê em ê ji destê dagirkeran rizgar bikira.

Xala cudahiyê di navbera netewperweriya herdu helbestvanan de:

Dema ku em li ser netewperweriya herdu helbestvanan biaxivin, di destpêkê de, dê helbet balê bikşînin ser rewşa kurdan û serdema ku tê de dijiyan. Bê guman her helbestvanek ji van herdu helbestvanên ku me girtine dest, li gor serdema xwe û rewşa gelê kurd û asta bîrewerî û hayedariya wan ji aliyê neteweyî ve, helbest nivîsandine û di malikên helbestên xwe de mijara netewê bi bîr xistine. Herwiha li gor malikên li jor yên Cizîrî û Xanî me aliyê netewî di helbestên wan de xala cuda destnîşan kiryie. Xala cudahiyê ew e ku Melayê Cizîrî radeya nivîsandina di derbarê mijara netewê û gelê kurd bi taybet de kûr û berfereh neçûye. Wî piraniya helbestên xwe li ser felsefeya evînê û eşqê, evîna rûhî û mecazî û hwd hûnandiye. Rast e ku di hin malikên helbestên xwe de netew kiriye mijar, nimûne dema ku di vê malikê de dibêje: Daima menzilgeha sûra te bit burca şeref Tali’ê ferxunde û bextê seîd yarê te bî. Di vê malkê de diyar dibe ku piştevaniya Mîrê Botanê, Mîr Xan Şeref û mîrenşîna kurdan a wê serdemê kiriye û lava ji Xwedê dike ku mîrektiye kudan biparêze û ala rûmetdariyê ya gelê kurd hertim li jor be. Em dibînin tevî ku meyla netewî yê ku hîna li cem piraniya helbestvan û rewşenbîrên wê serdemê pir lawaz bû, dîsa jî  Cizîrî hin hest û malikên netewî derbirîn kirine û nivîsandine. Lê Ehmedê Xanî bi hûrbînî nêzî aliyê netewî bûye, gihaye wê asta ku ji ber civaka xwe êş û azara gelê kurd ji ber desthilatdariya li ser gelê kurd, berê xwe bide meyxaneyê da ku ji wan derdan bi riya vexarina meyê rihet bibe. Lewma dibêje: Saqî, tu ji boy Xudê kerem ke Yek cur’eyê mey di Camê Cem ke. Em li vir tê dighêjin ku çiqasî Xanî bi netewa xwe ve girêdayî ye. Herwiha ji bo Xwedê an jî meyger qîr û hawar dike ku wî bi riya meyê ji vê êşê xelas bike. Di encamê de hat diyarkirin ku çiqasî herdu helbestvanên kurd ên kilasîk bi netewa xwe ve girêdayî ne û tiştên hevbeş ji bo netewa kurdî di şert û mercên zehmet, malikên helbestên xwe, nivîsandin. Herwiha diyar dibe jî ku her helbestvanek di serdemeke cuda de ku haydarbûna civakê bi giştî ji aliyê netewperweriyê re cudatire ji serdema helbestvanê din. Mînak; serdema ku Ehmedê Xanî tê de jiyaye aliyê netewî pir li pêş e, lê serdema ku Melayê Cizîrî tê de jiyaye destpêka hayedarbûna civaka kurd ji niştîmanperweriyê re ye. Sedemên cudabûnê jî têkildarî pirsa ol, bawerî, qonaxa derbegî û dagirkerên Kurdistanê  ye. Ji ber ku van sedeman hiştin ku ewqasî gelê kurd dûrî aliyê netewî bikevin.

Agahî û şîroveyên malikan ji:

Jêder:Gerdeniya Gewherî, Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, Mele Ehmedê Zivingî, Mele Ebduselamê Cizîrî, Selman Dilovan, Zeynelabdîn Kaya, M.Emîn Narozî. Martîn Hartmann, Hejar, Tehsîn Îbrahîm Doskî û pirtûka Bi Çavekî Cuda Ehmedê ya Diyar Bohtî.