Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Helbestvanê ku bi riya wêjeyê êşên welatê xwe vedibêje; Hesen Omer

01/07/2024
in Uncategorized
A A
Helbestvanê ku bi riya wêjeyê êşên welatê xwe vedibêje; Hesen Omer
Share on FacebookShare on Twitter

Roj Mehmûd/Qamişlo

Helbestvanê kurd Hesen Omer ji zaroktiya xwe ve ji nivîsandina helbestan û wêjeya kurdî hez dikir. Omer nêzî 100 helbestî nivîsandiye û praniya wan bi şêwazê kilasîk in.

Di nava gelê kurd e nivîsandina helbestê hunereke pîroz tê dîtin, helbestvanên kurd di hemû bûyer û geşedanan de li kêleka gelê xwe rawestiyane, herwiha her tiştê ku bala wan kişandiye helbest li ser nivîsandine. Yek ji wan helbestvanan jî Hesen Omer e ku bi salan pirtûkên helbestvan û nivîskarên cîhanî dixwîne û bi her awayî li ser naskirina ziman, wêje û çanda kurdî rawestiyaye.

Di derbarê berhem û hezkirina helbestê, helbestvanê kurd Hesen Omer ji Rojnameya me re axivî.

Wêjeya kurdî bal gişand ser ramanê mirovan

Hesen Omer diyar kir ku wî ji zaroktiya xwe ve  ji helbestan hez dike, di heman demê de bandora helbestvanên kurd yên derdora wî li ser wî hebû û wiha got: “Ez di sala 1979`an de li bajarê Amûdê ji dayik bûme û li min wir xwendina xwe ya seretayî û navîn li dibistana Mutenebî xwendiye. Hezkirina min pir ji wêjeya kurdî re hebû, ji ber vê yekê ez têde kûr bûm û min paşê helbestên kurdî nivîsandin. Ji bo pêşketina min dost, heval û malbata min piştgirî dane min da ku ez armanca xwe pêk bînim. Niha jî bêtirî 100 helbestî min nivisandine. Min gelek zûr û zehmetî li pêşiya xwe dîtin, yek jê perwerda rijîmê bû, kiryarên rijîma baasê bandor li min kir û  ji min re bû bingeh ku ez li xwe bigerim, ez kanîm di vê perwerdê û nasnama min û rastiya min kanî, her wiha qedexeya li ser ziman, huner û çanda kurdî bû.  Paşê nebûna pirtûk û pirtûkxaneyê kurdî  herwiha  zehmetiyên çapkirinê bûn asteng. Ji ber vê yekê min ji dev xwendina rejîmê berda û min dest bi xwndina pirtûkan kir, min wêje û dîwanên kurdî xwendin, her wiha min wêjevanê kurd naskirin û min gelekî ji wan hezkir, ji ber ku wan gelekî bala min kişandin, lewma hezkirina min jê re çêbû û di sala 1996’an de min dest bi nivsandina helbestan kir.”

Çand û klasîka wêjeya kurdî nas dike

Hesen Omer destnîşan kir ku wî nêzî 100 helbestî nivîsandine, helbestên wî di navbera  kilasîk û nûjen de ne û wih got: “Di despêkê de min helbestên sitranî dinvisandin, helbesta yekemîn ku min nivisand bi navê Roniya Heyvê wek stran bû. Di 5’ê Adara 2024’an de min dîwana xwe ya yekemîn çap kir û ew bi navê ‘Ramanê Birîndar Ya Nûjen’ bû. Herwiha ya min a kilasîk jî ez ê çap bikim, hin helbestêmin jî  hene li ber çapkirinê ne. Piştî ku şoreşê despêkir, di sala 2015`an de ez derbasî peymangehan bûm û min astên kurdî xwendin, min astên xwe bidawî kirin û niha jî ez li dibistana Şerefxaneyê Bedlîsî mamoste me û  semînerên li ser wêjeya kurdî û kilasîk didim.”

Hesen Omer di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez hêvî dikim ku gelê me ji zimanê xwe, çanda û nasnama xwe hez bike û bi zimanê xwe bixwîne, em karibin hemû zanebûn û berhemên xwe bixin xizmeta nasnameya netewî de, herwiha em ji netewa xwe û welatê xwe hez bikin, herwiha hestên xwe bi zimanê dayikê diyar bikin, da em bibin bersiv li ber zor û astengiyên jiyanê,da ku em li ber hewldanên dijmin yên pişaftinê em karibin wan hewldanên wan têk bibin, karibie pirtûkxaneyên xwe dewlemend bikin, îro roj dema em dibînin xwendekarên me bi zimanê xwe fêr dibin, ev yek jî ji me re wek xewin û xeyalekî bû.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.