Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Goristanên Şehîdan Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

15/06/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
Goristanên Şehîdan Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

DCIM100MEDIADJI_0146.JPG

Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Berdevkê Komîteya Şehîdan ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Ubeyd diyar kir ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 28 goristanên şehîdan hene û got, “Şehîd qehreman û canfedayê gelê xwe ne.”

Li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran jin û xortên   pêkhateyên Ereb, Kurd, Aşûr, Sûriyan, Êzidî û bi 100`an şehîdên enterasyonal di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û berxwedana ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyan hat kirin, gihiştin asta şehadetê, di encama wê de bi 10`an goristanê şehîdan hatin avakirin.

Ev qehreman û berxwedêrên ku şehîd bûne bi axa bajarê xwe hatin e sipartin, di encama wê de bi lidarxistina şoreşê û heta roja îro zêdeyî 30 goristanên şehîdan hatine çêkirin û bi hezaran şehîd tê de hatine oxirkirin. Lê mixabin di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de 4 goristanên şehîdan ketin destê dijmin û ew gortistan bi hovitî hatin wêrankirin, ew goristan jî ya bajarê Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê bûn. Lewra niha li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê goristanê şehîdan ên ku hene 28 goristanin, di hundirê van goristanan de jî gorên bi 1000`an şehîdan lê hene.

Goristanên Yekem

Goristanên yekem li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin avakirin evin: Goristana Şehîd Xebat Dêrikê, li bajarê Dêrikê ye, Goristan Rustem Cûdî, li bajarê Dirbêsiyê ye û Goristana Şehîd Dicle ku li bajarê Kobanê ye.

Goristanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê evin:

Li Kantona Cizîrê 14 goristan hene.

Li Kantona Dêra Zorê 3 goristan hene.

Li Kantona Reqa 2 goristan hene.

Li Kantona Şehba û Heleb 3 goristan hene.

Li Kantona Minbicê goristanek heye.

Li Kantona Kobanê 4 goristan hene.

Li Kantona Tebqa goristanek heye.

Li bajarên dagirkirî yê Efrîn 2 goristan, Serê Kaniyê goristanek û Girê Spî goristanek hebûn, niha ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine wêrankirin.

Dîrokê avabûna her goristaneke şehîdan

Goristana Şehîd Rustem Cûdî a girêdayî bajarê Dirbêsiyê di 27`ê Îlona 2011`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîd Xebat Dêrikê a girêdayî bajarê Dêrikê di 10`ê Îlona 2011`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîd Dicle ya girêdayî bajarê Kobanê di sala 2011`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîd Delîl Saroxan a girêdayî bajarê Qamişlo di 8`ê Gulana 2012`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîd Dilşêr ya girêdayî bajarê Tirpêsbiyê di sala 2012`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîd Ismayîl Hogir a girêdayî bajarê Amûdê di sala 2013`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîd Dijwar Cemal a girêdayî bajarê Hesekê di 6`ê Hizêrana 2013`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîdên Komkujiya Kobanê ya girêdayî bajarê Kobanê di sala 2015`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîd Berxbotan a girêdayî bajarê Kobanê di sala 2015`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîd El Elî Tahir a girêdayî bajarê Qamişlo di 27`ê Tîrmeha 2016`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîdên Sivîl a girêdayî bajarê Hesekê di 5`ê Gulana 2016`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîdên Sûriyan Aşûriyên ya girêdayî bajarê Hesekê di sala 2016`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîd Îqab El-Isûd a girêdayî Til Koçer di 1`ê Tîrmeha 2017`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîdên Tilhemîs a girêdayî Tilhemîsê di sala 2017`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîdên Tiltemir a girêdayî Tiltemirê di 25`ê Çileya 2017`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîdên Aşûriyên a girêdayî Tiltemirê di sala 2017`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîdên Şedadê ya girêdayî Şedadê di 10`ê Hizêran 2017`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîd Xidir Ehmed a girêdayî bajarê Dêra Zorê di sala 2017`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîd Hanî Elhesen a girêdayî bajarê Dêra Zorê di sala 2017`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîdên Elhikûmiye ya girêdayî bajarê Reqa di sala 2017`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya Şehba û Helebê di sala 2017`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîdên Minbicê ya girêdayî bajarê Minbicê di sala 2017`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîdên Sirînê ya girêdayî bajarê Kobanê di sala 2017`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîd Sêvdar a girêdayî bajarê Reqa di sala 2018`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîd Zozan Efrîn di sala 2019`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîdên Tebqa a girêdayî bajarê Tebqa di sala 2019`an de hatiye avakirin.

Goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd a Eşrefiyê di sala 2020`an de hatiye avakirin

Goristana Şehîdên Feratê ya girêdayî bajarê Dêra Zorê di sala 2020`an de hatiye avakirin.

Derbarê dîroka avakirina Goristanên Şehîdan yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdevkê Komîteya Şehîdan ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Ubeyd ji rojnameya me re axivî.

Hesen Ubeyd diyar kir ku şehîd nirxê herî pîroz e û wiha got: “Şehîd nirxên herî mezinin û pêwîste neyên binpêkirin. Wesiyata wan berî her tiştî pêwîste were bidest girtin. Hin pêvajoyên dîrokî hene ku ji bo tevayî mirovahiyê bi wate ye, yên ku mohra xwe li van pêvajoyan dixînin şehîdin. Şehîd xwedî cihek girîng e û di nava welatê xwe nayêne jibîrkirin. Her çiqa ku di dem û cihên cûda de têkoşiyabin û hin ji wan qet hev nedîtibin jî, lê Şehîd qehramanên ku canê ji bo azadiya gelê xwe feda kirin e. Rêber Abdullah Ocalan şehîdan weke dîroka nû ya gelê Kurd dinirxîne, dîrokeke zindî û afirîner, dîrokeke ku gereke baş were xwendin û were tê gihiştin. Herwiha dibê tu kes jibîr neke ku bi saya xwîna şehîdan em azadî dijîn.”

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li ser Goristana Şehîdan a Cindirêsê xanî tên avakirin.

Dewleta faşîst a tirk tu pîvanên mirovahiyê nas nake. Li Kurdistanê di encama polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê de êrîşên li ser nirxên gelê kurd hatine destpêkirin didomin. Di encama van polîtîkayan de heta niha bi dehan gor hatin xerakirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.