Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wênesaza ku sînoran nas nekir: Xwedî li şoreşa jin derkevin

26/06/2024
in Uncategorized
A A
Wênesaza ku sînoran nas nekir: Xwedî li şoreşa jin derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Wênesaz Besma Hisên ya ku ji zaroktiya xwe ve ji wênesaziyê hez dikir, nexweşiya wê ya penceşêrê li pêşiya wê nebû asteng û niha li Hîlala Zêrîn mamoste ye got:”Divê bi riya hunerê xwe xwedî li dîrok, çand û destkeftiyên şoreşa jin derkevin.”

Besma Hisên a ku 54 salî û dayika 5 zarokan e di nava malbateke û xwendekar de mezin bû. Ji zaroktiya xwe ve ji wênesaziyê hez dikir û bingeheke wê tê de hebû lê peymangeha muzîkê xwend û di dema rejîma Baasê de mamosteya muzîkê bû lê di sala 2017’an de dema nexweşiya penceşêrê pê re çêbû dev ji erka xwe berda û tedawî dît. Ji bo ku nexweşî zora wê nebe bi rengekî fermî dest bi xebatên wênesaziyê kir, li gel mamosteyên pispor perwerde dît û di nava sê salan de bû mamosteya wênesazî û muzîkê li Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê.

‘4 wêne ji bo tevlibûna pêşangeha Hîlala Zêrîn amade ne’.

Besma Hisên wêneyên ku xêz dikir di 5 pêşangehan de pêşkêş kir û wêneyên wê serkeftî bûn. Wêneyên wê zêdetir li ser jin, gundên kevnar ên Kurdan û folklora Kurdî ne. Niha ji bo ku tevlî pêşangeha Hîlala Zêrîn a 20’ê heyvê li Hesekê were lidarxistin bibe 4 wêne xêz kirine û amade ne. Besma Hisên, der barê jiyana xwe de wiha got: “Ez ji zaroktiya xwe ve ji wênesaziyê hez dikim hemû êş û xemên xwe, rastiya ku ez  tê de dijim bi pênûs û lênûsa xwe re parve dikim û wek peyamek didim derdora xwe.”

Wênesaz Besma di berdewama axaftina xwe de dibêje: “Ez di nava malbateke xwendekar de mezin bûm, xwişka min nivîskar e. Ji zarokatiya xwe ve min ji xêzkirinê hez dikir lê min li peymangeha muzîkê de dixwend û ez bûm mamosteya muzîkê lê wênesazî di dilê min de her lê dida. Bingehek min hebû lê min xêz nedikir. Ez bi karê xwe re mijûl dibûm û li malê nikarîbûm xêz bikim.”

‘Min bi wênesaziyê nexweşiya xirab têk bir’

Besma Hisên wiha qala serpêhatiyên xwe dike: “Di sala 2017’an de ez nexweş ketim nexweşiya penceşêrê bi min re çêbû, ez bê moral bûm, min dest ji erka xwe ya mamostetîyê berda, dest bi tedawiyê kir. Ji bo ku ez bikaribim xwe mijûl bikim min berê xwe da tiştên ku ez ji wan hez dikim ew jî xêzkirinê bû. Wê demê ez çûm gel mamosteyekî pisporê û baş fêr bûm. Cara yekem min wêneyek xêz kir ew wêne di pêşangeha hunermendên Cizîrê de hate hilbijartin û serkeftî bû. Vê yekê pir moral û hêz da min û roj bi roj min karê xwe yê wênesaziyê bi pêş xist. Wê demê ew wêne li ser gundekî dîrokî yê Kurdan bû. Piştre ez tevlî  gelek pêşangehan bûm, piştre di Hîlala Zêrîn de bûm mamosteya wênesazî û muzîkê.”

‘Têkoşîn û îrade bingeha serkeftinê ne’

Besma Hisên da zanîn ku wênesaziyê wê ji nexweşiya xerab baş kiriye û wiha axaftina xwe domand: “Dema mirov xwedî îrade be û hezkirin hebe dê bikaribe hemû pirsgirêkan derbas bike. Min jî bi mijûlbûna xebata ku ez jê hez dikim, nexweşî derbas kir. Îrade hebe her tişt hêsan e ez teslîmê nexweşiyê nebûm û hêvî dikim ku her kes bi xwe re têbikoşe da ku bikaribe xwe qezenc bike. Niha rewşa min a tenduristiyê baş e.”

Hemû wêneyên ku min xêz kirine li ser hebûna jinan in’

Besma Hisên bal kişand ser wêneyên ku xêz dike û got: “Wêneyên min hemû li ser jinan in. Jin dema di malê de be ew mal ronî ye lê mala ku jin lê tunebe maleke tarî ye. Min folklora Kurdî jî xêz kir û min xwest tê de bidim nîşandan ku Kurd xwedî çand in û yên ku vê çandê diparêzin jin in. Di 20’ê Mijdarê de pêşangehek heye wê were lidarxistin min 4 wêne amade kirine. Tabloyek min derbarê serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi qetilkirina Jîna Emîn dest pê kiriye ye.”

Besma Hisên di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî hunermendan kir ku di riya hunera xwe xwedî li dîrok, çand û destkeftiyên şoreşa jinan derkevin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.