Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Revandina Silêman Ehmed êrişeke li dijî rojnamegeriyê ye

15/06/2024
in ROJEV
A A
Revandina Silêman Ehmed êrişeke li dijî rojnamegeriyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Rojnamevan Zinar Cafer diyar kir ku dema mirov bi taybet behsa kiryarên PDK’ê bike yekser îxanetên ku di derheqê gelê kurd de dide meşandin tê bîra mirov û wiha got, “PDK’ê di derheqê gelê kurd de gelek kiryarên bi ziyan kirye, revandina Silêman Ehmed jî yek ji wan kiryara ye.”

Rojnamevan Silêman Ehmed 1’ê Cotmehê derbasî axa Rojava bû da ku sardana malbata xwe bike, piştî sardana malbatê bi 25 rojan, dema ku carek din xwest vegere Başûr li ser deriyê sînor ji aliyê PDK’ê ve hat revandin.

Derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed  rojnemevan Zinar Cafer ji Rojnameya me re axivî.

‘Li dijî Silêman Ehmed sûc tên kirin’

Zinar Cafer diyar kir ku ji kêliya revandina Silêman Ehmed ve di derheqê wî de kiryarên nemirovî  têne kirin û wiha got: “Piştî berxwedaniyeke bê hempa ji aliyê heval, saziyên mirovî yên herêmî û yên navneteweyî ku zext li PDK’ê dikirin da ku bikaribin rewşa Silêman Ehmed nas bikin,  piştî 211 rojan ji berdewamiya zexta ku li ser PDk’ê hatî kirin, PDk’ê neçar ma ku derftê bide Silêman Ehmed da ku hevdîtinekî bi parêzerê xwe re pêk bîne. Di wê hevdîtinê de Silêman Ehmed spasiya herkesê ku bi vî kar û xebatî rabû û spasiya herkesê ku piştgirtiya kampaniya azadiya wî kir.  Di heman demê de pangewazî kir ku diha bêtir asta têkoşînê bilindtir bikin da ku kiryarên ku di derheqê rojnemevanan de tên kirin werin rawestandin.”

Cafer axaftinên xwe berdewam kir û wiha  got: “Ji aliyê YRA li Rojavayê Kurdistanê zextek mezin li saziyên têkildar kir, bi taybet di milê rojnemevantiyê de ku bi rol û misyona xwe rabin, ku bikaribin azadiya Silêman Ehmed bi dest bixin. Ev 224 rojin hîn rewşa wî nezelal e, lê di 30’ê Pûşber ê de biryara dadgehkirina wî hatiye dayîn.  Ev biryar girêdayî zagona Iraqê ya girêdayî ewlekariya Bajûr, ev yek bi xwe sûceke, ji ber ku ew doza pê were dadgehkirin, dûrî rastiyê ye.  Ji ber ku Silêman Ehmed edîtorê beşa erebiye, tu bandora wî li ewlekariya herêma Kurdistanê nîne. Tenê derbasbûn û vegera wî ji bo sardana malbata wî bû, ji ber ku ev mafê herkesî ye ku bikaribe sardana malbata xwe bike.”

Têkoşîna rojnemevanan ji bo azadiya Silêman Ehmed

Rojnemevan Zinar Cafer di dawiya axaftinên xwe de wioha got: “Divê mirov ji kesayeta xwe dest pê bike, em ê bi kesayet, pênûs, kemîre û di gotinên xwe de jî diha bêtir bikaribin asta têkoşîna xwe bilind bikin. Ji ber ku bilind kirina asta têkoşînê rê digre li hember dagirkeriyê û kiriyarên binpêkirinê yên ku di derheqê hemû gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê de ku tê meşandin. Ne tenê di derheqê rojnemevanan de, ji ber dema rojnemevan tê hedef girtin di kesayeta rojnemevan de dixwazin wê civakê ji rastiya wê dûr bixin û biçewisînin. Ji xwe wek rojnemevan silogana me ya sereke ew e ku em bikaribin li ser şopa heqîqetê kar bikin, di heman milî de divê deha bêtir em wek rojnemevan, kesayet, sazî, hiqûqnas û lêkolîner ku bikaribin destkeftiyên heyî biparêzin. Her wiha em bikaribin di vê Şoreşê de cih bigrin û bibin dengê rastiyê, hevalên me yên ku gihiştine asta şehadetê jî em wan bi bîr tînin, ew jî ji bo me bûne wek sembol. Hêviya me ji gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî re heye ku, bi hemû pêkhate, ol û civakên ku di Sûrî de cihê xwe digrin ku em deha bêtir hebûn û yek rêzbûna xwe bidin nîşandan. Ji ber ku yekrêzbûna me ji hêza me tê, ew hêza ku ji me tê xwestin ku em bikaribin bi riya wê rê li ber dagirkeriyê bigrin. Di heman demê de bikaribin destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.