Rojnameya Ronahî

Avakirina civakek saxlem bi parastina ekolojiyê pêkan e

Navenda Nûçeyan

Di dema şaristaniyê de qirkirinên pir mezin li ser ekolojî çêdibûn, lê bi berxwedanî û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oacalan wateya ekolojiyê ya rast di mejiyê gelan de hate afirandin.

Parastina jîngehê yek ji mijara her girînge ku mirov li ser bisekine û li ber çavan derbas bike. Ji ber ekolojî bi tendirustî û derûniya mirovan ve têkildare. Ji bo ku em xwedî li paqijiya jîngehê derkevin, divê civak bi taybetî sazî û dezgehên girêdayî civakê parastina çanda xwezayê bikin, bi hev re herêmeke paqij û ewle ava bikin. Yek ji xalên herî girîng ên paradîgmaya Abdullah Ocalan û Şoreşa 19’ê Tîrmehê kar û xebatên parastina jîngehê bû. Ji ber ku beriya şoreşa 19’ Tîrmehê ji milê sîstema serdest ve tu guhdan ji bona xwezaya jîngehê nedihat kirin. Her wiha hemû sererd û binerdên xakê dihatin talankirin. Lê bi hatina Abdullah Ocalan û Şoreşa Rojava, Desteyek bi navê Jîngehê ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat avakirin bi erkê paqijiya derdorê û jîngehê radibe. Bi qasî ku mirov ji bo xwe nasname û çand diparêze û girînng dibînin. Divê ekolojiyê jî ji bo xwe wek nasname bibînin, ji ber ku ekolojî bingeha civakê ye. Gelek zindî li ser ruyê erdê hene û rojane jî jiyan dikin. Ekolojî girîngtirîn tiştên ku me ji ziraran diparêze û bandorê li hebûna zindîyên li ser rûyê erdê dike. Bandorek pir mezin li jiyana mirovahîyê dike. Ji ber vê yekê parastina jîngehê di rastiya xwe erkê me ya girîng û sereke ye.

MIROV JI XWEZAYÊ DÛR BÛNE

Em dikarin bibêjin ku di destpêka mirovahiyê de li kokên vê pirsgirêkê bigerin. Bi zêdebûna desthiladariyên di nav civakê de mirov ji hevdû dûrketin û di heman demê de mirov ji xwezayê jî dûr bûn. Mirov dikare bîne ser ziman ku civak di cewherê xwe de rastiyeke ekolojîk e. Mebest ji ekolojiyê ew e ku bi ruhekî pak, civakê zindî bike. Ders û encama em dikarin ji vê bigirin, ew e ku mirov nikare di bin desthiladariyê de bijî. Ji ber wê jî divê em ekolojiyê biparêzin û cihekî ekolojîk taybet di jiyana xwe de ava bkin.

Civak û ekolojî wek goşt û neynûk in, tu car nikarin ji hev dûr bikevin ji ber ku ekolojî û civak hev temam dikin. Bi vê armancê jî eger em daxwaza civakek pak û xweşî bikin mijara destpêkê em li ser bisekinin dibe ku ekolojî be. Dikare bê gotin ji despêka ku mirovên sereke hîmên xwe avêtiye li ser vê axê heya roja me ya îro rolek girîngî daye her tiştên hewîrdora xwe. Yanî xweza bi awayek zindî dîtiye û pênase kiriye. Di heman demê de hemû bûyerên ku di xwezayê de rû didin, di hêla mirov de pêhesîn dide avakirin. Ev jî tê wateya ku mirov çiqasî bi ekolojiyê bandor dibe. Emê bi gotinek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li hevoka xwe bînin, “Şoreşa Mirovahiyê pêwîstiya xwe bi kedê heye”, yanî mirov dikare bibêje hilbirîna axê di kesayeta Jin-dayik û ekolojî de tê diyarkirin. Di heman demê de kesê berdevkiya vê mijarê dike jin e.

Rêberê Netewî Abdullah Ocalan mafê ekolîyê dayê.

Cîhan di milê ekolojî de berî salên borî zêdetir bi baldar bû. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ekolojî kiriye yek ji stûnên bingehîn ên paradîgmayên ku ji bo Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê re. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di derbarê Ekolojî de gelek lêkolîn û mijar nivîsandine, di heman demê de di paradîgmayên xwe de diyar dike ku mirov ji ekolojiyê gelek bandor dibe û gotiye: “Eşkere ye ku pirsgirêka îndustriyalîzmê parçeyeke ku ji sedemên wê yên bingehîn ekolojî ye.” Ji ber ku çiqas mirov ekolojî tenê wek têgîn pênase bike tu car nagehe armanca xwe ya bingehîn. Ev pirsgirêk jî ji aliyê civak û mirovan ve hatiye afrandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çima ew qas giringî daye ekolojî? Ji ber ku ekolojî rastî û azadiya civakê nîşan dide. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye: “Belkî jî tu pirsgirêk bi qasî ekolojiyê girîng û giran nîne”, di vê mijarê de em girîngiya ekolojî dibînin. Di serdema şaristaniyê de desthilatdaran bi her awayî civak û ekolojî binpê dikirin. Dizanî bûn ku ekolojî û jin bingeha civakê ne. Lewma têgîna ekolojiyê şaş di mejiyê gelan de didan avakirin. Ev jî ji bo ku civak bi xwe were rûxandin, di paradîgmaya xwe de sedem û çareserî nîşan daye. Em qet na pirsin gelo çima civaka xwezayî bi navê xweza hatiye naskirin? Civaka xwezayî civakek ku xweza û jin ji bo xwe Xweda didîtin. Her wiha kesayeta xwe di xwezayê de zindî didîtin, ji ber ku dihizirîn ku xweza çiqas giringî û sûdek mezin li mirov û civakê dike. Berî 11 hezar salan, tê gotin ku mirov rû bi rûyê hinek nexweşiyan wekî îro ku em jiyan dikin hatine. Lê belê bi rêbazên xwe yên xwezayî û ceribandinan, gelek nexweşî derbas kirine û jiyanek xwezayî  hatîye domandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di paradîgmaya xwe ya Sosyolojiya Azadiyê de tîne ser ziman: “Civaka mirov li gorî ruhberên din hemûyan weke xwezayeke mejî, nermiya wê di ser hemû re tê naskirin. Jixwe di analîza dawî de civaka mirov jî hebûneke zindî ye, gerdûnîye. Berhemê atmosfereke avhewayê ye bi nazikî hatîye birêkûpêkirin. Berhemên jiyanê şînatî û lawir in.” Ev hemû jî bi hev re girêdayî ne wek zincîrek eger xelekek jê winda bibe, ew zincîr naçe serî, ji bo wê jî divê em xwedî li her zindîwarek ku li ser rûyê cîhanê dijî derkevin. Her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye, “Ekolojî zanista hemû bûyer û pêşketinên herî mezin e”. Divê em xwedî li civaka ekolojîk derkevin û wê biparêzin, ji ber ku nirxek ji nirxên herî giran ekolojî ye.

BANDORA ŞER LI SER EKOLOJÎ

Bandorek şer a herî mezin li ser ekolojî heye. Mînak êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bandorek li warê ekolojiyê kir. Bi şer gel ji aliyê derûnî ve gelek bandor dibin û ev bi taybetî jî li ser xwezayê bandor dike. Di heman demê de dema ku şer diqewime şaredarî nikarin bi erka paqijiyê rabin û xwezayê biparêzin. Ji ber wê jî tax, kolan, baxçe, park û her cihê runiştinê qirêj dibe. Her wiha bi sedema şer av tê qutkirin. Av jî jêderek ji jêderên bingehîn ê jiyan, mirov û ekolojiyê ye. Dema ku topebaran li ser xakê çêdibe, ekolojî hîn bêhtir rû bi rûyê têkçûnê dimîne. Mînak madeyên kîmyayî yên ku dewleta Tirk a dagirker li ser xwezaya Rojava direşîne. Ji ber ku dizane gelê Kurd ekolojî nirxa bingehîn a gelê Kurd e, êrîşên wiha pêk tîne. Bi vê yekê destpêkê êrîşî ekolojiya civakê dike da ku îradeya gel were şikandin. Mînaka herî ber bi çav dema ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kir, destpêkê darên zeytûnê ku kevneşopî, çand, hebûn û nirxên gelê Efrînê bûn, hemû jêkirin da ku gelê Efrînê ji hêviyê qut bibin. Em dizanin ku ekolojî tu car bandorek neyînî li mirov û civakê nake, lê mirov bandor û zirarê li ekolojiyê dike. Ev yek ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahî cîhanê ye. Şerê ku li cîhanê diqewime, li dijî ekolojiyê jî tê meşandin. Bandora herî mezin li ser ekolojî tê kirin.

RÊ Û RÊBAZÊN XWEDÎ DERKETINA LI EKOLOJIYÊ

Riyên ku mirov li ekolojiyê xwedî derkeve û wê biparêze hene. Bi taybet em wek gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn bi paradîgmayên Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan, riya çareseriyê ya her pirsgirêkê dibînin. Ji ber ku Abdullah Ocalan di paradîgmayên xwe de çareserî pêşkêşî me kiriye. Em nehêlin ku şerê dewleta Tirk a dagirker bandorê li ekolojiya me bike. Divê di derbarê ekolojî de konferans û panel werin lidarxistin. Her wiha divê ji aliyê desteya jîngehê û şaredariyê ve, paqijiya derdorê baş pêk bînin. Dive kargeh jî dûrî cihekî ku xweza tê de hebe werin avakirin, da ku dûmana kargehan li ekolojiyê bandor neke. Ji bo em civakek pak û tendurist ava bikin divê destpêkê ekolojî were parastin.