Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di temenê xwe yê ciwantiyê de mohra xwe danî binê gelek serkeftinan

15/06/2024
in Uncategorized
A A
Di temenê xwe yê ciwantiyê de mohra xwe danî binê gelek serkeftinan
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Canşêr li gel temenê xwe yê ciwan bi berpirsyariyeke dîrokî, bi xwînsariya fermandarekî şer meşiya. Rûmet û serketina şerê gerîla yê demê di temenê xwe yê 20 salî de bi cih kir.

Li çeperên berxwedanê yên Kurdistanê şervanên herî fedaî yên serdemê hene. Çawa ku her şer leşker û fermandarên xwe diafirîne, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê jî fedaiyên xwe yên serdemê diafirîne.

Canşêr Şêrawa (Kemal Merwan Oso /Efrîn) li navçeya Şêrawa ya Efrînê ji dayik bû. Beriya operasyonên şoreşgerî yên li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê me ew nas kir. Yek ji wan gerîlayan bû ku bi rengekî çalak beşdarî hemû amadekariyên çalakiyê bû ku di bin fermandariya Andok Adil û Hewrê Çiya de hate birêxistinkirin. Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tevlî keşfên çalakiyê bûbû. Çû heta nêzî çeperên leşkerên dijmin, rewşa wan, liv û tevgera wan, teknîka li ber destê wan û meylên wan yek bi yek tesbît kiribû.

Tecrûbeya xwe ya destpêkê li efrînê bû

Hîn gelekî biçûk bû bajarê wî, yanî Efrîn li êrişên dagirkeriyê rast hatibû. Hingî şer nas kiribû û tecrûbeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li Efrînê dîtibû. Di êrişeke hewayî ya li ser Efrînê de bi giranî birîndar bûbû, lê belê bû yek ji wan kesan ku heta kêliya dawî îradeya Efrînê parast. Dem û cihê tolhildanê tine bû, lewma ji bo hilanîna tola bûyerên li bajarê wî qewimî wê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bibûya gerîlayê pêşeng ê operasyonên şoreşgerî. Ji ber vê jî xwe ji ti karê serkeftina operasyonan neda alî. Carna kedkarekî peydakirina pêxwarin û cebilxaneyan bû, carna tevlî baskê êrişê yê çalakiyan bû, carna jî şervanek bû ku derba giran li dijmin dixist.

Bû yê destpêkê ku derbe li dijmin xist

Canşêr di 20’ê Mijdara 2023’an de tevî Fermandar Şehîd Hewrê Çiya bû gerîlayê herî bi lez ê li Girê Amediyê bi ser çeperên dagirkeran ve çû. Mîna ku gelekî dereng maye û dixwaze wezîfeya xwe êdî temam bike bi lez meşiya, çend saet beriya plansaziyê xwe gihand çeperan, di bin çeperên dijmin de neçar mabû li benda hevalan bisekine. Bi hêrsa tolhildanê ya di dilê xwe de li ser çeperên dijmin reşand. Wê rojê li çeperên dagirkeran ên li Girê Amediyê bi dehan leşker hatibûn kuştin.

Her tim cihê xwe di nava baskê êrişê de digirt

Di 12’ê Çileya 2024’an de di operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralûk de jî li baskê êrişê li refên herî pêş şer kir. Canşêr yek ji wan gerîlayan bû ku di nava berfê de şer kir, benzîn bi ser çeperên dijmin de rijand û şewitand. Beriya her çalakiyê xwe ji bo baskê êrişê pêşniyar dikir.

Mîna her carê li pêş bû, bi tenê bû

Li Qada Berxwedanê ya Girê Aamediyê di 19’ê Adara 2024’an de operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok hate lidarxistin. Gerîlayan ji gelek baskan ve dor li dagirkeran pêçandin û çeperên dagirkeran yek bi yek xistin. Canşêr careke din li refên herî pêş bû, li nêzî çeperên dagirkeran bi ser leşkeran ve diçû. Mîna her carê li pêş bû, tevî hişyariyan jî bû yek ji wan gerîlayan ku di dema çalakiyê de bi tena serê xwe bi ser dagirkeran ve diçû. Tevî ku hevalên wî timî jê re digot, ‘Canşêr tenê neçe, Canşêr xwe biparêze’ kesî nikarîbû wî bisekinîne. Ne ji ber acemîtiya di gerîlatiyê de, lê ji bo parastina hevrêyên xwe dilezand û bi tena serê xwe bi ser leşkeran ve diçû. Mîna hevalê Serxwebûn ku bi înîsiyatîfa xwe di kêliya herî giran a çalakiya Girê Amediyê de çalakiya fedaî pêk anî.

Di temenê xwe yê ciwan de tevlî gelek şeran bû

Gotina ‘Heta dilopa xwe ya dawî, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû’ dibe ku herî zêde li Canşêr bê. Ev gotin bi şênberî herî zêde Canşêr pênase dike. Naxwe mirovek di 20 saliya xwe de çiqasî dikare tevlî şer bibe? Di temenê xwe yê ciwantiyê de mohra xwe danî binê gelek serkeftinan.

Li çeperên berxwedanê yên Kurdistanê şervanên herî fedaî yên serdemê hene. Çawa ku her şer leşker û fermandarên xwe diafirîne, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê jî fedaiyên xwe yên serdemê diafirîne.

Canşêr Şêrawa (Kemal Merwan Oso / Efrîn) li navçeya Şêrawa ya Efrînê ji dayik bû. Beriya operasyonên şoreşgerî yên li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê me ew nas kir. Yek ji wan gerîlayan bû ku bi rengekî çalak beşdarî hemû amadekariyên çalakiyê bû ku di bin fermandariya Andok Adil û Hewrê Çiya de hate birêxistinkirin. Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tevlî keşfên çalakiyê bûbû. Çû heta nêzî çeperên leşkerên dijmin, rewşa wan, liv û tevgera wan, teknîka li ber destê wan û meylên wan yek bi yek tespît kiribû.

Her tim cihê xwe di êrişê de digirt

Canşêr di 20’ê Mijdara 2023’an de tevî Fermandar Şehîd Hewrê Çiya bû gerîlayê herî bi lez ê li Girê Amediyê bi ser çeperên dagirkeran ve çû. Mîna ku gelekî dereng maye û dixwaze wezîfeya xwe êdî temam bike bi lez meşiya, çend saet beriya plansaziyê xwe gihand çeperan, di bin çeperên dijmin de neçar mabû li benda hevalan bisekine. Bi hêrsa tolhildanê ya di dilê xwe de li ser çeperên dijmin reşand. Wê rojê li çeperên dagirkeran ên li Girê Amediyê bi dehan leşker hatibûn kuştin.

Di temenê xwe yê ciwan de tevlî gelek şeran bû

Gotina ‘Heta dilopa xwe ya dawî, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû’ dibe ku herî zêde li Canşêr bê. Ev gotin bi şênberî herî zêde Canşêr pênase dike. Naxwe mirovek di 20 saliya xwe de çiqasî dikare tevlî şer bibe? Di temenê xwe yê ciwantiyê de mohra xwe danî binê gelek serkeftinan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.