Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelo em, li Imrali dinêrin û xwe dipîvin?

15/06/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo em, li Imrali dinêrin û xwe dipîvin?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Ji bo ku em siyaseta qirker a dewleta AKP-MH’ê ya li dijî gelê Kurdistanê nas bikin, divê em siyaseta li Îmraliyê li ser Rêber APO birêve dibe, baş nas bikin.

Êrîşkariya dagirkerî ya li hemû kurdistanê û her wiha destdirêjiyên welatên din, hemû encamên siyaseta li Îmraliyê ye.

Jiber ku dewleta tirk, li ser siyaseta tirkkirin û tunekirina gelê Kurdistanê hatiye damezrandin û bi endamtiya NATO re, bi tevayî li gor berjewendên NATOyê siyaset meşand.

Her wiha, ji bo misogerkirina projeya mezin a Rojhılata Navîn a sedsala 21ê, Receb erkdar kirin.

Êdî, siyaseta derve û hundur, di vê çarçovê de dizayn kirin û dîlgirtina Rêber APO jî li ser vê projeyê pêkhat.

Jiber ku hegemonên cîhanê, felsefe û siyaseta Rêber APO, ji bo sistema xwe asteng û alternatif dîtin, lewma bi plangeriyek navdewletî dîl girtin û şandin êşkencexaneya Imralıyê!

Îca divê ev mijar, berfirehtir were şîrovekirin, ne bi tinê li goreyî armanc û daxwazên Receb, Bahçeli, Berzanî û filan kesan.

Heke di çarçova plangeriya navdewletî de werin şîrove kirin, hingê siyaseta qirker zelaltir tê nas kirin û têkoşîna li dijî wan jî wê baştir were birêvebirin û wê serkeftîtir be.

Imrali, mîna laboratuwarê xebitandin; li goreyî encamên hildidin, stratejî û tektîkan diafirînin û li ser vê bingehê êrîşî gelê Kurdistanê û Tevgêra Azadiyê dikin.

Lewma divê hemû kurdên welatparêz, dostên kurda û kesên demokrat, her dem jixwe pirs bikin, “ka gelo ev Rêber, 26 sal e di bin vê sistema navdewletî ya êşkencê û tecrîdê de û bû 40 meh e bi tevayî têkilî hatiye birîn, ma sax e an na(?), ev kesê ewqas ji bo me berxwe dide, ma gelo em çiqas ji bo rizgar kirin û azad kirina wî dixebitin?” û hwd.

Heke em van pirsan, her gav ji xwe nekin û bersîva wan baş nedin, weke Rêber APO gotiye “êm, herkesê li Îmraliyê binere xwe di wir de nebîne û xwe ne pîve” em ê nikaribin rojev û plansaziyên li gor demê çêbikin, her wiha em ê nikaribin bibin xwedî xebat û têkoşîna serkeftî.

Jixwe siyaset û armancên wan aşkere ye; dixwazin, vê rewşa Rêber APO bidin jibîr kirin û mîna rewşek asayi/normal bidin qebul kirin, wateya vêya jî mirin e!

Wisa diyar dibe ku wê li dijî serkeftinên gerilla, hin pirtir êrîşî xebat û destkeftiyên siyasî û demokratîk bikin; qeyûm, kuştin, girtin, koçber kirin û hwd.

Li dijî vê siyaset û êrîşîn xedar, divê gelê Kurdisitanê û dostên xwe, li şwîna rojevên dewletan ew rojevên xwe biafirînin, paralelî berxwedana li Imralıyê ya Rêber APO û têkoşîna serkeftî ya gerila, di çarçova mafên xwe yên rewa û yasayî de, rabin serîhildanên civakî, bi biryarî û piralî çalakiyên domdar û encamgîr lidar bixin,

Divê ev baweriya jêneveger her hebe: heke Rêber APO rizgar û azad nebe, pirsgrêk çareser nabin.

Lewma divê bêgotin û bênîqaş, teqez azadıya Rêber Apo were xwestin, divê ev mijara sereke ya rojevê be, heke ev mijar misoger nebe, rawestan jî ji me re nabe!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.