Rojnameya Ronahî

‘Armanc ji pêşandana fîlman bicihkirina çanda temaşekirinê li cem civakê ye’

Hemze Sêvo/ Qamişlo

Endamê Komîna Fîlm a Rojava Hişyar Murad diyar kir ku projeya Roja Fîlm ji bo bi cihkirina çanda temaşekirina fîlman li cem civakê ye. Herwiha ev proje berdewam e ji bilî vê projeyê du fîlmên cuda werin çêkirin û navendeke sînemayê li Amûdê were avakirin.

Fîlmên sînema li ser asta cîhanê xwedî dîrokeke kevnar e Sînema, ango Hunera Heftan di çarçoveya pêşketina teknolojiyê de di destpêka serdema 19`an de ava bûye. Dîroka dîtina navneteweyî ya amûrê pêşandana sînameyê digihîje 1895`an. Piştî wê pîşeya sînemayê pêş ket û heta roja me ya îro pêşketina wê dewam dike.
Destpêka sînemaya kurdî vedgere dema derhêner Yilmaz Gûney fîlmê xwe yê bi navê ‘Rê’ ku di wê sala 1982’yan de xelata Ringworm a mehrecana Kanê wergirt.

Li Kurdistanê derhînera sînema û fîlman ji ber qedexekirin û siyaseta ku li ser gelê kurd ji aliyê dagirkerên wê ve dihat meşandin, ew di asteke lawaz de ma. Li Rojava dema ku şoreş dest pê kir xebatên bi nirx ji bo mijara sînemaya kurdî hatin kirin. Ji van xebatên ku bûn destkeftiyên şoreşê, damezrandina Komîna Fîlm a Rojava. Hêjayî gotinê ye ku Komîna Fîlm a Rojava li bajarê Dirbêsiyê yê herêma Cizîrê 14`ê Tîrmeha 2015`an hat damezirandin. Pişt re navendên komînê li Efrîn, Kobanê, herî dawîn li Qamişlo hat vekirin. Herwih di dema heyî de Komîna Fîlm dest bi projeyeke bi nirx ji bo pêşandana fîlmên civakî, şoreşgerî, akşen û hwd… kiriye.

Di 6’ê yekem fîlm bi navê Dema Şitil Mezin Dibe ji aliyê Komînê ve hat pêşandan. Herwiha wê 13’ê Pûşberê de fîlmê bi navê Dema Dirîreşkan, di 20’ê Pûşberê de fîlmê bi navê Ji bo Azadiyê  û di 27’ê heman mehê de jî fîlmê bi navê Berîtan li Navenda Mihemed Şêxo werin pêşandan.

Têkildarî pêşandana fîlman û projeyên dema pêş yên Komîna Fîlm a Rojava, emdamê wê Hişyar Murad ji rojnameya me re axivî:

‘Her pêncşem di roja fîlm de, fîlmekî cuda tê pêşandan’

Hişyar Murad, da zanîn ku di her pênçemekê de fîlmekî cuda tê pêşandan û wiha got:Destpêkê me weke Komîna Fîlm a Rojava pêşinyara projeyeke wiha da û biryar da ku navê projeya xwe bikin roja fîlm. Me jî amadekariyên  projeya pêşandana fîlman kir ku her roja pêncşemê fîlmek li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê were pêşandan. Niha jî her pêncşem fîlmek di seet 7’ê êvar de tê pêşnandan. Ev proje ne diyar ku wê heya kengî were domandin, dibe ku demdirêjahiya wê 2 meh an jî zêdetir bin, lê em dixwazin ku bi awayekî mayinde û hertim fîlman bidin pêşandan. Di dema heyî de li Qamişlo tenê ev proje heye, hewldan hene ku di demê pêş de li bajarên din yê Rojava fîlm werin pêşandan. Mirovên ku tên temaşeyî fîlman dikin bi riya tîkêtan ango kertên sînemayê yên bi pere, derbas bibin. Herwiha ne hemû fîlm wisa ne ji ber ku armanca me ne pere ne, lê armanca me bicihkirina çanda temaşekirina  fîlmên sînemayî ye.

  ‘Armanc ji pêşinadana fîlman diyarkirina ramanên şoreşgerî û çandî ye’

Murad diyar kir ku armanc ji pêşandana fîlman diyarkirina ramanên şoreşgerî û çandî ji civakê re û wiha axivî: “ Dema ku em fîlmekî didin pêşandan amranca pêşandanê girêdayî naveroka fîlm bi xwe ye. Nimûne ger em li ser pêşandana fîlmê Kûbanî rawestin, dê bibêjin ku ew fîlm ji bo danasîna gelê kurd û Şoreşa Rojava ji bo cîhanê tevî bû. Dema ku fîlmê Kobanî hat çêkirin û bi zimanê cuda hate wergerandin, kurd û şoreşa me li ser asta Sûriyê û  cîhanê hat eşkerekirin. Li vir erkê pêşandana fîlmê Kobanî kurtedanasînek ji gelê kurd û şoreşa Rojava bû. Em di projeya xwe ya roja fîlm de fîlmekî xwedî naverokek cuda didin pêşandan, dibe ku kurdî bin, li ser asta Kurdistanê hatibin çêkirin û dibe ku cîhanî bin. Mafê milkiyeta wan fîlman parastî ye jî, ango dema ku fîlmekî didin pêşandan em navê sazî û hwd didin diyarkirin. Em ne her fîlman pêşandan dikin, lê belê fîlmên ku ramanên wan nêzî ramanên me yên sînamegeriya şoreşgerî bin û hem jî li gorî çanda civaka me bin.

‘Du fîlm di siberojê de û navendek ji bo pêşandana fîlman li Amûdê’

Hişyar Murad anî ziman ku di demê pêş de wê du berhemên nû ji aliyê Komîna Fîlm ve werin amadekirin û navendeke sînemayê li Amûdê wê were avakirin û wiha got: “Fîlmên sînemayî riyeke rast in ji bo guhertin û pêşxstina çanda civakê bi awayekî erînî. Fîlmên sînema ya cîhanî yên holiyodî, ewripî, yabanî çînî û hwd… her yek ji wan xwedî şêwazên cuda ne. Lê sînemaya ku em ji xwe re bingeh digrin, sînemaya qada siyem e ango ya gel e, dijî desthilatdariyê disekine û piştevaniya civakê dike. Em weke sînemaya şoreşgerî dixwazin bi riya fîlman çanda civakê li pêş bixin û rastiya civakê bi awayekî estetîk bidin diyarkirn. Lewma jî xebatên sînemayî yên pir ji bo vê yekê tên kirin û projeyên me pir in. Niha di nava destê me de fîlmek heye, ev fîlm ji Mijdara sala 2023’an ve dest bi kişandina wê hatiye kirin û 4 mehan berdewam kir. Mijara wê civakî ye, li ser keçikeke biçûk e, navê wê Nûjîn e, di bendewariya birayê xwe de ye yê ku qet wî nedîtiye û çûye çiyayên azad. Ev fîlm wê di demeke nêz de were pêşandan û ji bilî wî jî fîlmekî din jî heye û wê ew jî di demeke pêş de were derxistin. Di heman demê de em niha dest bi vekirina navendeke taybet sînemayê li Amûdê dikin. ”