Rojnameya Ronahî

9’emîn Mihrecana Kurteçîroka Kurdî bi ahenga belavkirina xelatan bi dawî bû

Lîloz Hisên/Qamişlo

Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ya 9’emîn bi amadebûna deste û navendên çandî-wêjeyî, rewşenbîr û mamoste li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo bi belavkirina xelatan bi dawî kir.

Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê di bin diruşmeya ‘Çîrok bîrdanka gelan e’ Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di 8`ê Pûşberê de dest pê kir û bi dirêjahiya 5 rojan dewam kir, roja dawî jî xelat û spasname hatin pêşkêşkirin.

Mehrîcana Kurteçîrokan di sala 2014’an de hatiye destpêkirin û di 13`ê meha 6`an de tê li dar xistin, lê ji ber hatina cejna Qurbanê vê salê zû hat li dar xistin. Mehrîcan taybet ya kurteçîroka kurdî ye û li ser asta Kurdistanê li gor şert û mercên nivîsîna kurteçîrokan hat lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de jî îsal 35 çîrok ji bo mehrecanê hatin erêkirin û bi dirêjahiya 5 rojan hatin xwendin, di nav de 16 nivîskarên jin li ser asta Rojavayê Kurdistanê kurteçîrokên xwe gotin.

Di roja yekem de 6 çîrok hatin xwendin, roja duymenîn 8 çîrok hatin xwendin, roja sêyemîn 8 çîrok, roja çaremîn 7 çîrok û roja pêncemîn jî 6 çîrok hatin xwendin.

Komîteya ji bo nirxandina van çîrokan çar kes bûn ji Rojava, Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bûn.

Mehrecan di roja dawî de bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir, piştre bi riya dîmenan kurteçîrokên nivîskarên kurd ên ku ji tevahiya Kurdistanê û derveyî welat, herwiha yên di Rojava de kurteçîrok hatin xwendin. Ji xwe hejmara çîrokên roja dawî 6 hatin xwendin.

Piştî xwendina 6 kurteçîrokên dawî, şahiyeke hunerî hebû û tê de gelek stranên gelêrî hatin gotin.

Paşê komîteya nirxandina çîrokan nirxandinên xwe bi riya dîmen û nivîsê şandinbûn, hatin xwendin û beşdaran guhdar kirin, çîrok bi giştî baş hate nirxandin, lê du sê hinekî lawaz bûn hinek têbînê hatin kirin, wekî din hêviya serkeftinê ji hemû nivîskaran re hate xwestin.

Piştî bidawîbûna nirxandina çîrokan ahenga belavkirina xelatan ji bo hersê kesên bi ser ketî dest pê kir. Di heman demê de, ji bo hemû beşdarvanên mihrîcanê spasname hatin dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku çîroknivîs Mîdya Berekat ku ji Efrînê ye bi kurteçîroka bi sernavê “Roja Yekşemê” asta yekem wergirt.

Di heman demê çîroknivîs Kerem Tekoglu ji Bakurê Kurdistanê ye  bi kurteçîroka bi sernavê “Êşa Ziman” û çîroknivîs Vejîn Kurda ji Efrîn a Rojavayê Kurdistanê bi kurteçîroka bi sernavê “Pelîn” asta s asta duyem wergirtin.

Ji xwe çîroknivîs Aram Elî ku ji Qamişlo ye bi kurteçîroka bi sernavê “Hêviya Xewnên Xweş” xelata siyem wergirt .

Mîdya Berekat a ku di asta yekem de bi ser ket, bi rêya dîmenekî, spasiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd yên Sûriyê li ser piştgiriya ji bo nivîskarên çîrokan bi rêka mehrecanan kir û wiha got: “Dema ku dijmin dixwaze me tune bike, berî her tiştî zimanê me qedexe dike. Lewra tişta herî girîng ku gereke em xwe pê bidin nasîn; zimanê me yê kurdî ye. Ez hêvî dikim ku derfetên çêkirina mehrecanên çîrokên kurdî wiha li Rojava pirtir bibin. Herwiha ji bo ciwan û nivîskaran piştgirî were pêşkêşkirin. ”