Rojnameya Ronahî

Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî

Kemal Necim

Tê zanîn ku çend cureyên dahênana wêjeyî hene, mîna helbest, çîrok, roman û şaxên ku ji wan cureyan jî dirêj û belav dibin weke şêweyên çîrokê yan şêweyên helbestê. Li gorî wê her wêjevanek bi cureyeke wêjeyê ve mijûl dibe û derbirîna xwe, hest, bîr û baweriyên xwe di wê cureya wêjeyê de diafirîne. Nasnameya wêjeyî ya dahêneran jî li gorî cureyê wêjeyê yê ku pê mijûl dibe tê çesipandin û weke hebestvan an çîroknivîs yan romannivîs tê nasîn.

Lê carna hin dahêner xwe ji cureyeke wêjeyê davêjin cureyeke din, hin jî di heman demê de pir cureyên wêjeyê dinivîsin, mrivo dibîne ku hem helbestê dinivîse hem çîrokê hem jî romanê. Ev diyarde ne di civaka dahênerên kurd tenê de tê dîtin lê heme bêje di hemû civakên cîhanê de rû dide.

Der barê mijarê de nêrînên cuda û dijber hene. Ji xwe tê zanîn ku ti zagon yan rêgez tune ku rê li pêşiya dahêneran bigire ku pir cureyan binivîse, her wiha hin mînak jî hene ku hin dahêneran karîne di cureyên cuda de afrêneriyê bikin, lê ew mînakên pir kêm in, her wiha wan kesan berî ku cureyeke din binivîsin di cureyê pêşî de afrênerî kirine û berhemên bi hêz danîne.

Li gorî hin wêjevanan mirovê ku pir cureyên wêjeyê dinivîse, zehmet e ku karibe xwestekên xwe, yan azweriyên xwe lihev bîne, û bi awayekî baş mafê her cureykê bidiyê, her wiha dibêjin dema ku em bibînin kesek ku helbest û romanê dinivîse û karê nîgariyê dike, di heman demê de di rexneyê de an mijarên din de dinivîse, ew kes dixwaze pir tiştan bêje û gelek ramanan pêşkêş bike, lê ew bêyî ku zanibe ramanên xwe belav dike û demên xwe bi gelek cureyên dahênan derbas dike û winda dike, li şûna ku hemû hêza xwe bide cureyekî wêjeyî yan hunerê ku karibe peyama xwe bi tevahî ragihîne.

Her wiha li gorî wan nivîskar û lêkolîneran, pir kesên ku ji cureyekê wêjeyê diçin yekê din, yan jî di gelek cureyan de dinvîsin, ketine pey hewildana belavkirina navê xwe yan li pey xelat û pêşbirkan ketine lê hayê wan jê namîne ku ew nasnameya xwe ya wêjeyî winda dikin û li aliyekî din jî dîmena wan li ber çavê xwêneran şêlo dibe êdî xwêner nizane ka ew helbestvan e lê çîroknivîs yan romanivîs e.

Rewşeke wiha ya windabûna nasnameyê li qada û civaka wêjeyî ya Rojavayê Kurdistanê jî rû dide.

Van rojan li Qamişlo Nehemîn Mihrîcana Kurteçîroka Kurdî tê lidarxistin, hijmareke mezin ya danerên çîrokê beşdar bûne. Lê li gorî bernameya mihrîcanê û navên ku başdar bûne, heme bêje piraniya kesên ku bi çîrokên xwe beşdar bûne berê weke helbestvan yan nivîskarên şanoyê dihatin naskirin û hinek ji wan jî berê beşdarî pêşbirkên helbestê bûne. Mirov nikare bêje ku ev rûdan ji qedir û rêza wan daneran kêm dike, lê pirsek tê bîra mirov ka gelo wan nivîskaran karîn di nivîsîn û danîna helbestan ya şanoyan ya romanan de afrêneriyeke baş bikin û jê têr bibin ta ku berê xwe bidin cureyeke din. Ango wan daneran ezmûna têgihiştî û pijiyayî ya helbestê derbas kirin berî ku berê xwe bidin çîrokê. Yan tenê ketine pey hewildana belavkirina navê xwe yan li pey xelat û pêşbirkan.