Rojnameya Ronahî

Karmendên Mêtingeriyê

Farûk Sakik

Di van salên dawî de piştî hilbijartinên şaredariyan dewleta dagirker, karmendê xwe dişîne ser şaredariyên gel û desteser dikin. Ev dagirkerî xwe dispêre çanda ‘Plana Islahkirina Şerqê’.

Piştî şerê yekem ê cîhanê li axa Anatoliya Tirkitî har bû. Ji bo netewek nû-pan Tirkîzmê ava bikin berê xwe dan neteweyên dinan. Diviya wan tunebikirina. Netewên ku ne misliman bûn bihatina qirkirin yên ku Misliman bûn jî, wek Kurdan wê bihatina asîmîle kirin. Wisa jî kirin. Me di dîrokê de ji aqûbeta Ermenan re şahidî kir.

Ji bo asîmîlasyona Kurdan jî di 25’ê Îlona 1925’an de planek bi navê ‘Plana Ishahkirina Şerqê’ pêşkêşî meclisê kirin. Plan ji 5 beşên sereke pêkdihat. Di beşa 4’an de wiha dihat gotin: “Qedexekirina bikaranîna zimanên ne-tirkî û qedexekirina îstihdamkirina Kurdan di asta duyemîn de be jî.” Diviya yek Kurdek nebûya memûrek ji rêzê jî. Di dewsa memûrên Kurd te rêvebireyek ji kesên nijadperest û kesên Tirkbûn qebûl kirine re were  avakirin.

Mufetişên ûmûmî şandin heremê. Ji xwe ev rapor jî ji aliyên wan ve hatibû amadekirin.

Çima serî li vê rêbazê asîmîlasyonê didan? Dixwestin tu tiştek aîdiyeta Kurd û Kurdistanê nemîne. Ziman, govend, cil û berg, dîrok, navên gund û bajaran, navên zarokan û hwd..

Di planê de dihat gotin ku Kurd van motivên xwe yên netewî ji bîr nekin di pêşerojê de wê di hîsyata wî de kurdbûnê carek dina zîndî bibe. Divê ku bi demê re nifşa nû êdî xwe wek Tirk bibîne. Ev destpêka asîmîlasyonê bû.

Asîmîlasyona ku bi Plana Islahkirina Şerqê destpêkiribû êdî hatibû radaya ku plana wan biserbikeve. Lê tevgera azadiyê bi têkoşînek salan û bi berdêlên mezin pêşî li vê yeke girt. Destûr neda ku ev asîmîlasyon bigihîje armanca xwe.

Piştî siyaseta demokratîk, ji sala 1999’an ve li Kurdistanê hin şaredarî bi dest ketin. Ev şaredarî şaredariyên gel bûn. Di rêveberiyêde, gel jî cîh digirt. Şaredariyên ku Kurdan bi dest dixistin, berevajiyê vê Planê, xebatên ku netewa Kurd û Kurdistanê ji asîmîlasyonê diparastin dikirin. Şaredariyên gel ji destpêkê ve şopên asimlasyonê paqij kirin û ji bo parastin û pêşvexistina Kurd û Kurdistan xebat meşandin. Di warê çand û ziman de pêşketinê mezin çêdibûn. Dewleta dagirker û qirker ev yek dîtin. Dest bi êrişan kirin. Di destpêkê de hin şaredar jî peywir girtin. Lê şaredarî, şaredariyên gel bûn û xebatan jî dewam dikir. Di demek waha de Plana Islahkirina Şerqê û Mufetîşên Ûmûmî hat bîra wan.

Di sala 2016’an de di hedefa wan de şaredariyên gel hebûn. Mufetîşên nû wek qeyûm binavkirin. Lê ew karmendên mêtîngeriyê bûn.

Çiqas şaredariyên gel hebûn desteser kirin. Karmendên xwe anîn li wan şaredariyan bicîh kirin. Rêveberî ji gel hat girtin û radestî çeteyan kirin. Çeteyên di planê de wek kesên xwe wek Tirk dibin, dikarin di rêveberiya heremê de cîh bigirin. Îro jî ji van kesan Kurdên û bi AKP’ê re tevdigeriyan.

Me got ya, dema ku şaredariyên ketine dest gel, ji çand û zimanê Kurdî dest bi xebatên xwe kirin, van Karmendên Mêtînger jî di destpêkê de êrişî van xebatan kirin.

Lê wê tucarî bi ser nekevin. Bi têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê re, êdî rihek netewî hatiye afirandin. Êdî plana wan a islahkirina şerqê jî qayûm-karmendên mêtîngerî jî nikaribin Kurdan asîmîle bikin.