Rojnameya Ronahî

Gav bi gav rizgarkirina Minbicê -2-

Li taxên Minbicê şerên dijwar di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Sûriya Demokratîk û çeteyên DAIŞ`ê de diqewimîn. Di encamê de hêzên ku pêşengiya hemleya rizgarkirinê dikirin bajar bi tevahî ji çeteyan rizgar kir. Rizgarkirina Minbicê, şerê li dijî DAIŞ`ê xiste pêvajoyeke nû.
Dengê teqîna gule û bombeyan li Minbicê bilind dibe, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) êdî li ber dergehên Minbicê ne. Her kes li bendê ye ku şer bigihîje nava bajêr, her wiha her kes li bendê bû ku dê şerên dijwar li kolanên bajêr biqewimin, ji ber ku bajarê Minbicê xwediyê cihekî girîng ê leşkerî û siyasî ye.
Bajarê Minbicê ji bo çeteyan navendeke girîng a stratejîk bû ku çeteyên biyanî li wir kom dibûn, çeteyên ku ji Ewropayê di ser Tirkiyê re dihatin Sûriyê, her wiha yên ji Sûriyê û Iraqê vedigerîn Ewropayê, di Minbicê re derbas dibûn. Lewma fermaderekî leşkerî ku serkêşiya hemleya Minbicê dikir, gotibû Minbic paytexta DAIŞ`ê ye.
Şervanan bajarê Minbicê dorpêç kiribû, lê li derdorê jî şer ranewestiya, hin yekîneyên şervanan hîna jî gelek gundên ku di destê DAIŞ`ê de bûn, rizgar dikirin, yekîneyên din jî amadekariyên xwe dikirin ku bikevin bajêr.
KÊLIYÊN KETINA BAJÊR
Ji gundê Hesen Axa ber bi gundê Kabircê yê nêzî navenda (Metahin) li başûrê bajêr, şervan di van gundan re derbas bûn. Li gorî ku fermandarê tabûrên Şems El-Şimal Egîd Şems El-Şimal dibêje; berê wan li navenda Metahin (avahiya aşan) bû ku nêzî taxên li başûrê bajêr e.
Hewldanên destpêkê yên têketina bajêr li vê deverê dest pê kirin, avahiya Metahin bilind bû, avahiya herî bilind û mezin bû li bajarê Minbicê, yên ku bikevin navenda aşan dê karibin herêmeke fireh û taxên derdorê kontrol bikin. Lewma şervanan destpêkê berê xwe da wê deverê û ji wir ber bi bajêr ve bi pêş de çûn.
Egîd der barê şerên li navenda aşan de wiha dibêje: “4 yekîne ketin navenda aşan, dem berêvarkî bû, pevçûnên dijwar qewimîn ji ber ku çeteyan gelek xendek û tunelên binerd kolabûn, segvan jî li ser avahiyan belav kiribûn, li derdorê gelek mayin çandibûn, bêhtirî 500 mayinan çandibûn, di encamê de hinek hevalên me şehîd bûn.”
Egîd wiha pê de çû: “Rewş aloz bû, mayin bi teknîkên pêşketî hatibûn çêkirin, em neçar man du rojan rawestin, paşê me dîsa şer kir, şerê di nava avahiya aşan de şerê xendek û tunelan bû, çeteyan ji tirsa bombebarana balafiran nekarîn ji xendekan derkevin.”
Egîd dibêje ku şerê destpêkê û yê herî dijwar di pêvajoya rizgarkirina Mibicê de, şerê navenda aşan bû û wiha dewam dike: “Astengiya herî mezin xendekên binerd bûn, eger me karîba wan xendekan bigirin me dikarî bi hêsanî navendê rizgar bikin, lê me cihê xendekan nedizanî, tenê çaxê ku çete derdiketin û êrîşî me dikirin me cihê xendekên wan jî didît.”
24 şervan tev li şerê li navenda aşan bûn, ew 4 kom bûn, paşê 12 şervanên din jî tev li wan bûn û pevçûnên dijwar rû dan, şer çend rojan dewam kir û bi rizgarkirina navenda aşan bi dawî bû.
LI NAVENDÊ ŞER DEST PÊ DIKE
Fehed Elabide şervanê tabûrên Şems El-Şimal e, ew jî di nava şerên li avahiya aşan de bû. Fehed Elabide kêliyên destpêkê yên vî şerî wiha tîne ziman: “Yekîneya me ji 4 şervanan pêk dihat, em bi awayekî veşartî nêzî avahiya aşan bûn heta ku em nêzî çeteyan bûn, me dengê axaftinên wan dibihîst, me destpêkê bombeyên dest avêtin wan û paşde vegeriyan, paşê me bi RBG`ê li wan da, me sê caran hewl da bikevin avahiyê li me nikarîbû.”
Bi qasî ku tê bîra Fehed şer ji saat 19.00`an heta 03.00`yan ber destê sibê dewam dike, şervan dikevin nava avahiyê lê çeteyên DAIŞ`ê jî hîna di avahiyê de ne.
Fehed wiha pê de çû: “Em çûn ser banê avahiyê, lê çete hîna li jêr bûn, me li jêr dinêrî, me çete ditînin, em heta roja din di dorpêçê de man, nêzî nîvro hevalên me hatin û dorpêç şikand.”
Piştî şerê avahiya aşan bi dawî bû, Fehed jî çû eniya taxên rojava yên Minbicê û tev li têkoşîna rizgarkirina rojavayê bajêr bû.
DI NAVA TAXAN DE ŞER
Piştî serkeftina herî mezin a hemleyê (rizgarkirina avahiya aşan), şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê berê çekên xwe da taxa Elkişî ku nêzî avahiya aşan e û taxa pêşîn a li başûrê bajêr e.
Yekîneyên ku avahiya aşan rizgar kir, berê xwe da taxên bajêr, hin ji wan şervanan di pevçûnên avahiya aşan de şehîd bûbûn, yên mayî jî şerê rizgarkirinê dewam kir.
6 yekîneyên girêdayî tabûrên Şems El-Şimal ketin wan taxan û ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, her yekîneyek ji wan ji 6 şervanan pêk dihat. Jixwe Egîd jî fermandarê Şems El-Şimal bû.
Egîd der barê têketina taxên bajêr de ev tişt anîn ziman: “Hin yekîneyên êrîşê hebûn, hinan jî parastina komên êrîşê dikir û li deverên rizgarkirî bi cih dibûn, carinan em bi qasî 800 metreyan di nava taxan de diçûn, li çep û rastê me çete hebûn, lewma pêwîst bû ku hin yekîneyên parastina me bikin hebin. Carekê hevalên me ketin nava taxan, çeteyan jî êrîşî çeperên me yên eniyên paş kir û sê çeperên me girtin, hevalên me yên li eniyên pêş jî ketin çemberê, ev tişt li taxa Elkişlî çêbû, heta berbangê jî me nedikarî bilivin ta ku du yekîneyên me hatin û hevalên di çemberê de rizgar kirin.”
Di dema pêşdeçûna di nava taxan de şervanan gelek astengî kişandin, meşa di nava kolanan de zor bû, li hawîrdor segvan hatibûn bicihkirin û kî biliviya gule berdidanê.
Egîd axaftina xwe wiha didomîne: “Meşa di kolanan de ne pêkan bû, şerê li Minbicê ne şerê kolanan bû, tu di kolanê de bimeşe tu yê bê kuştin. Me çawa şer kir, me di dîwaran de kun vekirin, em ji malekê diçûn a din û wiha pêşde diçûn, eger kolaneke servekirî jî hebûya, pêwîst bû bi paçikan bihata nixumandin, ji ber ku çete ji xendekên binerd derdiketin, diçûn ser banan û li şervanan dida.”
Egîd dibêje ku wan di pêvajoya şerên li taxa Elkişlî de carinan di malekê de 4 kun vedikirin û du kîlometreyan bi vî awayî pêşde diçûn.
ÇETEYAN RÊBAZÊN CUDA BIKARDIANÎN
Beriya ku hemleya Minbicê dest pê bike, şervanên QSD`ê di şerên Kobanê û Girê Spî, paşê jî di şerên bendava Tişrînê de derbeyên giran li DAIŞ`ê dabûn. Hêza moralê ya çeteyan nemabû, lewma dest avêtin hin rêbazên cuda yên şer.
Li Minbicê çeteyan rêbaza segvaniyê bi kar anî, her wiha gelek mayin çandin, ev rêbaz jî nîşana qelsiya DAIŞ`ê bûn.
Egîd Şems El-Şimal di vê derbarê de wiha dibêje: “Pevçûnên rû bi rû gelek kêm bûn, çeteyan rêbaza segvaniyê bi kar dianî, gelek hevalên me bi guleyên segvanan an jî bi mayinan şehîd bûn, di nava malan de mayin danîbûn, te destê xwe biavêta çi mayinkirî bû, gelek mayin li taxa Hezawna hatibûn danîn.”
Egîd dibêje ku agahiyên wan der barê mayinan de kêm bûn, wan bi rêbazên amator carinan mayin diteqandin, carinan jî jê derbas dibûn û pêşde diçûn.
Egîd wiha pê de çû: “Agahiyên me der barê mayinan de kêm bûn, lewma gelek hevalên me di encama teqîna mayinan de şehîd bûn, çaxê em diketin hundirê malan, ji nişka ve mayinek diteqiya.”

Cûma MIHEMED
Şîlan MIHEMED