Rojnameya Ronahî

Di hembêza Tirkiyê de muxalefetî nabe

Zekî Bedran

Erdogan ji 2014’an ve di çarçoveya “Plana Çalakiya Çokşikandinê” de êrişên xwe yên li ser Kurdan dimeşîne. Li gel ku hilbijartina 31’ê Adarê winda kir, bû partiya duyemîn jî dest ji israra xwe ya di şerê li dijî Kurdan de bernade. Ji bo gelê Tirkiyê berdêla vî şerî giran bû. Tevahî destkeftiyên demokratîk ji holê hatin rakirin. Li holê tiştek bi navê hiqûqê nema. Dadgeh di destê desthilatê de bûne amûrek bênirx. Ragihandinê li dijî gel xebitî, rastî berovajî kirin û bû hevkarê tevahî sûcên desthilatê.  Di demê dawî de piştî hilbijartinên şaredariyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketin rojevê, destpêkê Baxçeliyê faşîst û piştre Lijneya Ewlehiya Netewî hilbijartin kirin armanc, daxuyanî dan. Dewleta Tirk li aliyekî li herêmên dagir kirine hikumeteke demkurt û Artêşa Netewî ya Sûriyê ava dike, li aliyê din jî propogandaya parastina yekbûna axa Sûriyê dike. Hewl dide herêmên dagir kirine tevlî sînorê xwe bike, li aliyekî qîr dike û dibêje Kurd dixwazin li Sûriyê dewletê ava bikin, em li dijî wan disekinin. Berovajîkirin û demagojiyeke bê sînor dikin.

Dema gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest hilbijartina şaredariyên xwe bike, bi vê hinceta şer li herêmê û cîhanê ferz dike. Dema gel şaredariyên xwe bi hilbijartinê rêve bibe, rêyên demokratîk bikar bîne, dê çima ev Tirkiyê aciz bike? Tevahî hewldan û lêgerînan bi terorbûyînê demxe dike û êriş dike. Dema bîrên petrolê, cihên gazê û elektirîkê topbaran dike, raporan dide DYE û hêzên din û dibêje “Ev yên PKK’ê ne. Pere diçin Qendîlê” û hêncetan çêdike. Li Tirkiyê Kurd şaredariyan li gorî zagonan qezenç dikin, ji wê re jî dibêje “Ev pişta xwe didin Qendîlê” û şaredariyên gel desteser dikin. Qendîlê weke şeytan nîşan didin û hewl didin tevahî sûcên xwe bi wê veşêrin. Gelê Çolemêrgê kesên ji xwe û baş nas dikin hilbijartin. Weke ku gel tune ye, deng bikar neaniye serokê şaredariyê ji erk digirin. Hêncet dîsa heman e. Erdogan dibêje dê dest danin ser şaredariyên din jî û ji bo vegotinê jî tu pirsgirêkê nabîne.

Ragihandina Tirk û rêveberên wê hilbijartinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xistine armanca xwe. Jixwe dihat zanîn ku ji bo êrişên li ser Rojava û Başûr amedekarî dikirin û li benda demê bûn. Niha dê hilbijartinan li ser hêncetên xwe zêde bikin. Li kêleka van ya balkêş helwesta hinek aliyên xwe weke muxalefeta hikumeta Sûriyê didin nîşan, bûne sîxwir û piyonên dagirkeran. Aliyên ji xwe re dibêjin hikumeta demkurt a Sûriyê jî gotinên rayedarên Tirk bikar tînin û li dijî demokrasî û Kurdan ketine tevgerê. Ew jî weke saziyên şerê taybet dibêjin, “PKK’ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kiriye. Dixwaze bi hilbijartinên şaredariyan re xwe rewa bike. Dixwaze dewleta terorê ava bike. Em li dijî hilbijartinan in”.

Tirkiye dibêje ez alîgirê yekbûna Sûriyê me. Bang li Beşar Esad dike û dibêje, “Were em hevdîtinan çêbikin, Kurdan ji holê rakin”. Li aliyekî jî li dijî Esad hikumetê çêdike. Li dijî artêşa Sûriyê Artêşa Netewî ya Sûriyê ava dike. Ragihandina Tirk nûçeya ku li Efrînê ji bo Artêşa Netewî ya Sûriyê Dibistanek Şer ava kiriye çêdike. Yên ku dibêjin em muxalefeta Sûriyê ne di hembêza Tirkiyê de li dijî kê hatine biçekkirin? Li herêmên dagirkirî weke kerên mayînan tên bikaranîn. Dê di hembêza dagirkeran de çawa bibin muxalefeta Sûriyê? Ev hêzên ku nasnameya xwe ya siyasî winda kirine, bi temamî ketine bin fermana dewleta Tirk de çawa dikarin xwe weke muxalefeta Sûriyê binav bikin?

MSD, QSD û Rêveberiya Xweser bi hevkarî li Hesekê ji pêşengên gel û eşîran re civînek çêkirin û helwesta xwe nîşan dan. MÎT’ê demildest li Ezazê civînek li dijî wê lidar xist. Van jî li dijî hilbijartinan helwest nîşan dan. Halbûkî kesên beşdarî van hilbijartinan bûne ji xwe li herêmên ku dê hilbijartin lê çêbibin najîn. Partiyên van û rêxistinên van tune ne. Tu sedem û pêwîstî tune ye ku ev li dijî hilbijartinan helwestê nîşan bidin. Sedê sed ev civînek a MÎT’ê bû. Lê van aliyan bikar tînin, dixwazin şer û pevçûnan, fitneyê bixin nava gelê herêmê.  Dewleta Tirk, DYE jî di nav de tevahî hêzên mezin bi gotinên hûn çek û piştgiriyê didin PKK’ê di bin zextê de digire, hewl dide li dijî Kurdan bixe tevgerê. Li Sûriyê pêşiya rêyên siyasî yên çareseriyê digire. Li herêmên dagirkirî hinek aliyan bikar tîne, hewl dide tevlîheviyê çêbike û şerê hindirîn birêxistin bike. Ji ber vê yekê pêwîste gelên Sûriyê li hemberî xebatên xeternak û wêranker ên dewleta Tirk, li hemberî êrişên wan hişyar bin û hevdû bihêz bikin.

Pêwîste rêveberiya xweser û hêzên demokratîk kampanyayek bihêztir a siyasî û dîplomasiyê bimeşînin. Pêwîste destwerdana Tirkiyê ya ji bo karê hindirîn ên Sûriyê bê astengkirin, ji bo bidawîkirina dagirkeriyê xebatek bênavber bê meşandin.