Rojnameya Ronahî

Sûc û kiryarên cendirmeyên artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Sûriyê

Birûc Resûl/Qamişlo

Piştî destpêkirina aloziya Sûriyê, Artêşa Tirk a dagirker li dijî penaberên Sûriyê li ser Sînor tevahiya cûreyên kiryarên dijmirovî pêk tîne û zagonên parastina mafên penaberan a navneteweyî binpê dike. Li gorî raporan heta niha 562 penaberên Sûrî li ser destê cendirmeyên dewleta Tirk hatine kuştin.

Bi destpêkirina kirîza Sûriyê re dewleta Tirk a dagirker bi tevahiya hêza xwe destwerdana kirîzê kir û ji bo pêkanîna berjewndiyên xwe hewil da tevahiya gelên herêmê koçber bike. Li aliyekî destek da çeteyan û li din jî gelek herêm dagir kirin û veguherandin navendên kiryarên dijmirovî. Li aliyê din jî li ser sînor dagirkeriya Tirk penaberan bi awayekî raste rast qetil dike û tevhiya zagonên navneteweyî binpê dike.

Hedefgirtina Penaberan

Li ser sînorê Sûriyê û Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê bûyerên hedefgirtina penaberan zêde bûye û gihiştiye rewşeke metirsîdar. Cendirmeyên Tirk bi awayekî raste rast penberan dike armanc û bi guleyên rastî wan dike hedef. Herî dawiyê ciwanekî bi navê Yehya Ehmed El-Xemîs, 23 salî ku xelkê gundê Hîmo yê bajarê Qamişlo ye, dema dixwest ji sînorê Tirkiyê li nêzîkî bajarê Serê Kaniyê derbas bibe, hat kuştin. Ev bûyer ne bûyerek yekemîne, ji ber ku binpêkirinên bi vî rengî plankirî pêk tên.

Bîlançoye tirsnak

Ji destpêka kirîza Sûriyê û heta 9`ê Hezîrana 2024`an hejmara penaberên Sûrî ku bi guleyên cendirmeyên Tirk hatine kuştin 562 ne, di nav wan de 106 zarok di bin 18 salan re ne û 69 ji wan jî jin in. Ji bo derbasbûna sînor an niştecihên gund û bajarokên sînorî yên Sûriyê Cotkar û xwediyên zeviyên li kêleka sînor bi guleyên rastî ji aliyê cendirmeyan ve tên hedefgirtin. Ji destpêka sala 2024`an, cindermeyên Tirkiyê 9 koçber kuştin e û 30 jî birîndar kirin e.

Di sala 2023 ‘an de cendirmeyan di dema hewildana derbaskirina sînor de 41 kes kuştin û zêdetirî 133 kesan jî birîndar kirin, herwih dema girtina penaberan pêştî işkenceyên giran û hovane penaberan dersînor dikin.

Di sala 2022’an de jî cendirmeyên parastina sînor yên Tirkiyê 48 koçberên Sûrî ku 5 jê zarok û 2 jin bûn, li herêmên cuda yên Sûriyeyê li ser sînorê Tirkiyê kuştin û 121 jî birîndar kirin ku ji wan 36 zarok û 40 jin in. Herwiha gund û herêmên nêzî sînor jî bi awayekî plankirî ji aliyên cendirmeyên dagirkeriya Tirk a dagirker ve tên hedfgirtin.

Îşkence heya mirinê

Dagirkeriya Tirk ne tenê bi guleyan, bi riya işkence û destdirêjiyê jî penaberan qetil dike û li dijî wan gelek kiryarên hovane dike. Cendirmeyên Parastina Sînor yên Tirk li gundewarê Idlibê ciwanekî ku beriya niha bi darê zorê ji Tirkiyê hatibû dersînorkirin hedef girtin û di encamê de dema ku hewl dida bi rêya rêyên qaçax vegere malbata xwe li Tirkiyê hate kuştin, Şahidê bûyerê nîşan didin ku gelek penaberên hatine girtin bi êşkenceyeke giran jiyana xwe ji dest dane.

Şahidên xelasbûyî

Şahidên ku ji destên cindermeyên Tirk hatine rizgarkirin nîşan didin ku cendermeyên Tirk bi zanebûn li dijî penaberan şîdeteke zêde bi kar tînin û wiha gotin: “Dema me xwest ji sînor derbas bikin, bêyî hişyariyekê bidin gule li me reşandin. Min bi çavên xwe dît ku hevalên bi me re dikevin erdê û ez bi şens bûm ku sax mam.” Di van şahidiyan de hovîtiya mezin ya bi penaberan re rû bi rû ye, radixistin pêş çavan.

Berpirsiyariya Zagonî

Li gorî qanûnên navneteweyî, qanûna parastina penaberan û misogeriya mafên wan yên bingehîn ku dikeve ser mile dewleta Tirk, di nav de jî mafê jiyan û ewlehiya fîzîkî ye. Hevpeymana Netewên Yekbûyî ya di sala 1951`an de ya taybetî rewşa penaberan ku Tirkiyê jî aliyeke di vê peymanê de ye, tê de hatiye diyrkirin ser divêtiya parastina penaberan û redkirina vegerandina bi zorê li cihên ku jiyana wan dikeve xeteriyê de. Binpêkirinên berdewam ji hêla cindirmeyan berovajî pabendbûna peymanê ye.

Bertekên navneteweyî

Tirkiyê ji bêdengî û bêhelwestiya li hemberî binpêkirinên civaka navdewletî sûd werdigire da ku kiryarên xwe li dijî koçberên Sûriyeyê berdewam bike. Girîng e civaka navneteweyî û welatên di şerê Sûriyeyê de çalak in zextê li wan bikin ku binpêkirinên Tirkiyeyê yên li dijî koçberên Sûriyeyê rawestînin û serî hildin, lêpirsînên lezgîn vekin û ji berpirsyarên van sûcan hesab bixwazin. Her wiha raporên ku van binpêkirinan belge dikin û daxwaza bidawîkirina wan dikin, radestî Neteweyên Yekbûyî hatine kirin.

Hejmara penaberên Sûriyê ku bi guleyên cendermeyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin

Li gorî rapor û belgeyên saziyên mirovî yên herêmê hijmara penaberên Sûrî ku ji destpêka kirêza Sûriyê ve li ser destê cendirmeyên parastina Sînor yên dewleta Tirk hatine kuştin û birîndar bûne wiha ne:

  • 562 kes li ser destê cendirmeyên Tirk hatine kuştin, ji wan 106 zarokên di bin 18`e salî 69 jin in.
  • 3 hezar û 109 kes jî dema hewl didan sînor derbas bikin û di nava wan de  niştecihên gundên nêzî sînoran ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hatin gulebarankirin û birîndar bûne.