Rojnameya Ronahî

Hilbijartin bêyî sindoqan serkeftin anî!

Dilyar Cizîrî

Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilbijartinên şaredariyan ku dihat payîn di ku di 11’ê vê mehê de hatibana lidar xistin, ji bo meha Tebaxê paş de hate xistin. Ev piştî daxwaznameya hejmarek partiyên siyasî û komên beşdarî hilbijartinan bûne, pêk hat. Li gorî pîvanên demokrasiyê û  li gorî hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê paş de xistina hilbijartinan ne tiştekî şaşe.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve jî ne li dijî paş xistina hilbijartinan e. Dibe ev gav derfetekî baştir ji bo namzet, kom û partiyên siyasî vebike. Di heman demê de gelê herêmê jî dikare baştir namzet û komên ketine hilbijartinê lêkolîn bikin.

Mijara me ya sereke ji xwe ne paşxistine, mijara sereke ku bala mirovan dikşîne, çima dewleta Tirk, hikûmeta Şamê û heta hin hêzên mezin ewqas bi hesab û tirs nêzî van hilbijartinan dibin. Divê her ferdek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê pirsê ji xwe bike. Heger hilbijartin çêbûn, wê çi guhertin pêk were? Gelo wê bi van hilbijartinan kurt û kêmasiyên di Rêveberiya Xweser de hene, ji holê rabin?

Em ê ji pirsa dawî destpê bikin, li gorî hevpeymana civakî wê rola meclîsa şaredariyan were zêdekirin. Wê biryarên xizmetguzarî û hemû xalên girêdayî bajar, gund an navçeyan girêdayî wê be. Ev wê bîrokratiya ji zihniyeta dewletê derbasî gelek saziyên me bûne, ji holê rabe. Dê têkiliya Meclîsa Şardariyê yekser bi komînan re be. Li gorî buceya xwe wê pirojeyan li gorî pêwîstiyên bajar pêk bînin. Nabêjim ji sedî sed, lê bi van hilbijartinan dibe hemû pirsgirêkên heyî çareser bibin. Bê guman ev jî wê bi derfetên Rêveberiyê ve girêdayî be.

Di aliyê siyasî de li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 hilbijartin mafekî rewa ye. Dikare ji bo çareseriya aloziya li tevahî Sûriyayê bibe zemînekî bingehîn. Ji ber wê jî beriya gefên dewleta Tirk û îdayên reşkirinê yên hikûmeta Şamê Koalîsyona Navdewletî û di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka erênî nêzî lidarxistina van hilbijartinan bûn. Lê piştî gefên dewleta Tirk a dagirker ku di asta herî jor de pêk hatin, wan daxuyaniyên cûda dan û nêrînên xwe guhertin.

Êdî ji her kesî ve diyare di serî de dewleta Tirk û Hikumeta Şamê ji van hilbijartinan ditirsin. Ew naxwazin riyên çareserî û demokrasiyê ji bo aloziya Sûriyayê pêk werin. Ji ber wê jî ewqas êrişî xebatên hilbijartinan dikin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku îro ji tevahî gelê Sûriyê re bûye nimûneya çareseriyê peyama xwe ya ji bo demokrasiyê da. Bi biryar jî diyar kir tekane riya çareseriyan hilbijartin û xwe nûkirine.

Di nêrîna min de bêyî hilbijartin werin lidarxistin, serkeftina îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dibe. Dibe hin alî paşxistin û heta ne lidarxistina hilbijartinan bi gefên dewleta Tirk ve girê bidin. Hinan jî dixwazin wekî biryara refurandoma 2017’an a li Başûrê Kurdistanê bi nav bikin. Ev hilbijartin ne wekî refurandoma Başûrê Kurdistanê ye. Heger Rêveberiya Xweser hilbijarinan çêke yan çêneke, serkeftina bi dest xistiye.