Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo pêşxistina qada diplomasî kar û xebat berdewam in’

12/06/2024
in Uncategorized
A A
Ji bo pêşxistina qada diplomasî kar û xebat berdewam in’
Share on FacebookShare on Twitter

‘Ayşa Silêman/Qamişlo

Berdevkê Desteya Têkilyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya Kantona Cizîrê Kemal Akif diyar kir ku di qada trafîka diplomasî de ji bo sala 2024’an bi giştî ji aliyê wan ve pilansaziyeke berfireh hate danîn û dest bi bêngavekê hat kirin.

Di derbarê kar û xebatên diplomasî yên Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilat û Berdevkê Desteya Têkililyên Derve Ya Rêveberiya Xweser Kemal Akif bersiva pirsên Rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû:

-Heta niha di kar û xebatên we yên diplomasî de çi guhrtin û veguhertin hene, pêşketinên ku çêbûyîn li ser asta Ewropa bi giştî çine?

Li gor pîlan nameya sala 2024’an gelek hevdîtin û dan û satandin çêbûn, ev yek ji bo pêşxistina rol û mesyona Rêveberiya Xweser di hundirê sûriyê de. Di heman demê de ji bo çareseriya demoqratîk li ser çi esas û bingehî divê pêşvikeve. Li gor hevdîtin û dan û standinên ku çêdibin heta niha çi aliyên ku hevdîtin bi wan re hatî kirin, gihane baweriyekî ku Rêveberiya Xweser bingeheke gelekî xurte di rewşa sûrî de. Li ser vî esasî hîn hevdîtin û pilan nameya îsal berdewame, em hewil didin ku ew biryarên ku me ji qada diplomasî girtibûn ji destpêka sala 2024’an heya dawiya wê bi encamên baş bidest bixin. Hevalên me jî yên qordînasiyona Ewropa jî kar û xebatên xwe li ser vî esasî jî dikin. Ji meha Pûşber û şûnde pêngaveke berfireh heya di aliyê diplomasî û siyasî de li Ewropa, hevalên me yên li Ewropa û yên wezareta Têkiliyan wê dest bi vê pêngavê bikin.

  -Ber bi dewletên erebî ve beriya niha çûn û hatinên we hebûn yan na, sedemên wê çibûn?

Sûriyê di Rojhilata Navîn de di cihekî cixrafî pir girîng de ye. Rêveberiya Xweser jî parçeyek gelekî girîng ji hundirê Sûriyê ye. Em tu carî xwe ji pirsgirêka Sûrî venaqetînin ji ber ku em jî vê yekê jiyan dikin. Li ser vî esasî dewletên Ereb yên ku di Rojhilata Navîn de xwedî mîsyonek pir girîngin û xwedî bandorin di hundirê Sûrî de.  Ji ber vê yekê baweriyek me heye, heger em dan û satndineke baş û saxlem bi dewletên Ereb re bikin, wê demê mirov wê bikaribe roleke erebî bi giştî bixwe xizmeta rewşa ku niha Sûriyê tê re derbas dibe. Da ku ev rol bibe xizmet kar ji bo çareseriya pirsgirêka siyasî di hundirê Sûrî de. Loma em gelek girîngiyê didin dewletên Erebî, da ku bibin xwedî rol û misyon di hundir Sûrî de. Di heman demê de Sûrî jî di rewşekî de ye, ku hemû dewletên derdorê him bi vê rewşê bandor dibin him jî bandor lê dikin. Di nav pêngava me ye ku em ê dest pê bikin hin dewletên ereb jî di nav pîlan nameyê de ne, pêwîste sardana û hevdîtin bi wan re çêbibin.

 -Welatên ku hûnê serdana wan bikin çi ne û hûn vê yekê çawadigrin dest?

Pîlan nameya Rêveberiya Xweser heye ku bikaribin têkilî û dan û standinê bi hemû dewletên Ereban re bikin. Heger em dewletan binav bikin hin dewletên Kendafê dan û standinên me bi wan re hene. Herwiha di demên nêz de wê sardana wan jî were kirin. Lê em wek Rêveberiya Xweser dibînin pir girînge ku em têkiliyên xwe bi hemû dewletên Ereban pêşbêxin.

-Bandora van kar û xebatên diplomasî li ser çareseriya pisgirêka Sûriyê bi giştî wê çibe? 

Pêwîste dan û standineke saxlem çêbibe heta ku encamên baş bidest werin xistin. Da ku ev encam bikaribe xismeta çareseriya pirsgirêka siyasî di hundirê Sûrî de bike. Di heman demê de di vî milî de baweriyeke me jî heye ku em çiqasî bikaribin têkiliyan pêş bixin hewqasî em dikarin hemû hêzan kom bikin, da ku bixin di bin xizmeta neştecihbûn û  çareseriya siyasî di hundirê Sûrî de.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.