Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi armanca naskirina ramanên Rêber Apo pirtûkên wî tên xwendin’

12/06/2024
in Uncategorized
A A
‘Bi armanca naskirina ramanên Rêber Apo pirtûkên wî tên xwendin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Endamê Akademiya Rêber Apo Yûsif Kûtê diyar kir ku di çarçoveya berdewamiya pêngava ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ kampanyaya ‘Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ hat destpêkirin û got, ” Xwendin û naskirina pirtûkên Rêber Apo naskirina pirsgirêkên mirovahiyê ye.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê dijî tecrîda mutleq bexwedaneke bêhempa dimeşîne û zêdetirî 39 mehane agahî jê nayê wergirtin. Fîlozofên xelatgirên Aştiyê ya Nobelê, akademîsyen, rojnameger, saziyên rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîst, nûnerên saziyên jinan û kesên nav û deng di 10`ê Cotmeha 2023`a de li 74 navendên cîhanê pêngava ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ dan destpêkirin.

Di çarçoveya pêngava azadiyê de dostên gelê kurd di 10`ê Kanûna 2024`an de kampanyaya ‘Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ dane destpêkirin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi awayekî çalak tevlî kampanyaya ku li qada navneteweyî hatiye destpêkirin, dibin. Weke li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarê Qamişlo jî xwendina pirtûkên Rêberê Abdullah Ocalan ku ji aliyê Akadimya Rêber Apo ve ev xebat hatiye plankirin tê xwendin.

Derbarê komên ku pirtûkên Rêber Apo dixwînin, endamê Akadimiya Rêber Apo ya Zanistên Civakî Yûsif Kûtê ji rojnameya me re axivî.

Yûsif bilêv kir ku niha pir kes meraq dike, Rêber Apo kî ye? Pirtûkên wî behsa çi dikin û wiha got: “Rêber Apo bi rêberê gelê Kurd dihat naskirin, lê dema pirtûkên wî hatin xwendin cîhan hemû ji bo azadiya wî ya fîzîkî kete nava liv û tevgerê. Rêber Apo niha bûye Rêberê Gelan. Rêber Apo qeyranên mirovahiyê yên ku îroj tê jiyan kirin, di nava pirtûkên xwe de bi kûrahî lêkolîn kiriye, lewra çareserî jî bi kûrahî daniye holê. Rêber Apo di bin navê manîvîstoya şarestaniya demokratîk bi rengê 5 parêznameyên ku hev tem dikin mîna Civakên Kapîtalîzim, Parastina gelekî, Rojhilata Navîn, Sisyolojya azadiyê û çareserkirina pirsgirêka kurd di hundirê zindana îmraliyê de, nivîsandin.”

‘Bi 10`an komên xwendinê hatine avakirin’

Yûsif Kûtê diyar kir ku di çarçoveya pêngava cîhanî ya ku ji bo azadiya Rêber Apo di sala 2023`an de hatibû destpêkirin û di nav pêngavê de gelek çalakiyên cûrbicûr pêk hatin, yek ji wan çalakiyan jî, xwendina pirtûkên Rêber Apo ne û wiha got: ” Da ku pirtûkên Rêber Apo di nava gel û cîhanê de bêtir bên naskirin xebatek jêre pêwîst bû, ji ber helbet kesên dest bi vê pêngavê kirin, ew bixwe ramanên Rêber Apo xwendibûn. Ji bo wê me xwest ev raman hîn bêtir bê belavkirin, lewra bi 10`an komên xwendinê li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatin avakirin. Hejmara van girûpan ne wek hevin, ji 5 kesan heyan 15 kesan û zêdetir pêk tê û di nava koman de gel û endamên saziyên bajêr yên hemû pêkhateyan cihê xwe digirin. Her wiha tevkîbûna ji koman re li pêşiya her mirovekî vekiriye, ji ber armanca me naskirina fikrê Rêber Apo ye.”

‘Sisyolojiya azadiyê eşkerekirina hemû pirsgirêkan e’

Kûtê anî ziman ku pirsgirêkên ku niha cîhan tevahî pêre derbas dibe Rêber Apo di pirtûka Sisyolojiya de eşkere kiriye û çareserî jî derxistiye holê û wiha got: ” Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî çalakiyên xwendina pirtûkên Rêber Apo pêk tê. Niha me jî li bajarê Qamişlo 3`ê komên xwendina pirtûkên Rêber Apo li aliyê rojhilat û rojava ava kirine. Di demên pêş de hewldanên me hene ji bo zêdekirina hejmara giropan. Her wiha destpêkirina xwendina me ji pirtûka 3`yan a bi navê Sisyolojiya azadiyê re ew bû ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku îro roj hene, mîna pirsgirêkên civakê, desthilatdarî û Rêveberî, welatparêzî, pirsgirêkên dîrokê, ekolojîk, pirsgirêkên jin û ciwanan pir pirsgirêkên ku hene û bingeha wan kaptalîzim e, Rêber Apo di hêla felsefî de lêkolîn kiriye, hem jî ji bo wan çareserî derxistiye holê.”

‘Li Rojhilata Navîn şer di navbera Kaptalîzim û serdema demokratî tê kirin’

Endamê Akadimiya Rêber Apo ya Zanistên Civakî Yûsif Kûtê axaftina xwe wiha qedand: “Di Rojilata Navîn de şer di navbera fikirê kaptalîzimê û fikrê demokrasiyê tê meşandin. Projeya Neteweya Demokratîk ya ku Rêber Apo bi wê bang kiriye, ew proje dawî anîna hemû şera ne, lewra Rêber Apo ji aliyê dewletên Kaptalîzm û dewleta Tirk ve hat armancgirtin. Lê bersiva ku îro roj ji bo dewletên kaptalîzm û dewleta Tirk a dagirker tê dayîn, pêkanîna hişmendiya Netewa Demokratîk e, pêkanîna projeyên Rêveberiya Xweser ên ku îro li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hizireke azad û pêşketî tê avakirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.