Rojnameya Ronahî

Binçavkirina mamosteya zimanê Kurdî bi zanebûne

Nehîr pale

Sîstem bi gelek rêbazên dûrî exlaq û qanûn êrîşî jinan dike. Her rêbazekî wan ê işkencekirinê bi cureyekî ye lê hedef yek e. Bi işkencekirina fîzîkî û derûnî dixwazin ruhê jinê pûç bikin, biwestînin, îradeya wê bişkînin û di hemû rewşan de îhanetê lê bikin.

Li Îranê jinên Kurd ên têkoşînvan têne kuştin û ceza kirin. Jîna Emînî û gelek jinên ku li hemberî sîstemê bûn xwedî helwest , hatin girtin û kuştin. Niha bi sedan jin ên karker, siyasetmedar û rewşenbîr di girtîgehên Îranê de ne. Êdî mamosteyên jin ên zimanê Kurdî jî têne binçavkirin û ceza kirin.

Roja 15`ê Gulana 2024`an mamosteya zimanê Kurdî Sewsen Mihemed Zade ji aliyê hêzên Îranê ve li cadeyeke bajarê Bokan ê Rojilatê Kurdistanê bi lêdanê hatiye binçavkirin. Heyanî niha parêzer û malbata wê nikarin agahî jê bigrin.

Sewsen Mihemed Zade ev bûye 17 sale li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê û gundewarên wê mamosteya zimanê Kurdî ye. Gelek caran hêzên ewlekariyê bang lê kirine û gef lê xwarine ku ew ê were lêpirsîn kirin. Ev bûye 25 roj e mamosteya zimanê Kurdî binçavkirî ye û agahî jê nayê girtin. Sîstema Îranê bi van rêbazan dixwaze çavên malbat û civaka Kurd bitirsîne.

Dewleta Îranê ev ne cara yekeme ku mamosteyên zimanê Kurdî ceza dike. Jin û Mêr ji ber zimanê dayîka xwe diparêzin û fêrî zarokan dikin hatine girtin û di bin navê li hemberî dewleta Îranê derketine, hatine darve kirin. Rêbazên Îranê yên qedexekirina zimanê Kurdî dide îfade kirin ku ew naxwazin civaka Kurd fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibe û biyaniyê zimanê xwe be.

Rêber APO di parêznameya Parastina Kurdên di nava pencê qirkirina çandî de ji bo ziman dibêje `Ziman danheva zîhniyet, exlaq, hîs û fikra estetîk e ku civakê bi dest xistiye. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê`. Rêber APO pêşketina civakan bi pêşketina zimanê wan ê dayîkê ve dide girêdan. Civaka ku zimanê xwe wenda kiribe wê asîmîle, nexweş û mehkûmî jiyaneke trejîk bimîne.

Li Rojhilatê Kurdistanê jina Kurd ji bo fêrbuyîn û vejînkirina zimanê Kurdî têdikoşe. Îran vê yekê qebûlnake û bi girtina mamosteyên Jin ên zimanê Kurdî dixwaze dawî li çanda gelê Kurd bîne.

Fêrkirina zimanê dayîkê aliyê zagon û exlaq ve ne qedexe ye û ne jî sûc e. Lê Îran wê mamoste Sewsen bi xîyanetê sûcdar bike da ku bikaribe hebûna wê bi dawî bike. Her Kurdek fêrî zimanê xwe bibe dikare xwe ji asîmle û qirkirinê rizgar bike, hebûna xwe îfade bike û çanda xwe vejîn bike. Ev yek li ser dewletên netewperest xeterî ye, ji ber vê yekê mamosteyên zimanê Kurdî digrin û hewl didin wan ji holê rakin.

Îran, Tirkiyê û hemû dewletên netewperest ji aliyê îdeolojîk ve jinê li ser xwe xeter dibînin. Bi taybet fêrkirina zimanê Kurdî wê ne tenê qedexe bikin, wê hewl bidin ji kokê ve dawî lê bînin. Mamosteyên zimanê Kurdî wê her tim hedef bigrin. Destûr nedin ku mamoste xebatên ziman birêve bibin û êrîşî wan bikin.