Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi dehan welatiyên sivîl ji navçeya Şêrawa ya Efrînê revandin. Di nava kesên revandî de 9 welatî ji gundê Birc Heyder in.
Destdirêjî û hovîtiya artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li herêma Efrînê berdewam in. Çavkaniyekî pêbawer ji navçeya Şêrawa ya Efrînê ragihand ku artêşa tirk û çeteyên wê bêtirî 25 welatiyên sivîl ên gundên Şêrawa revandin.
Heman çavkanî diyar kir ku wî hin navên welatiyên ji gundê Birc Heyderê hatine revandin belge kirine û ew jî ev in: “Seydo Elî Silêman, Gulê Xeyrî (30), Ebdilhey Zekeriya Hesen (25), Edhem Elî Hesen (16), Ehmed Mihemed Silêman (18), Egîd Reşîd Hesen (26), Ehmed Reşîd Hesen (22), Mihemed Hesen Nasiro (53) û Basil Ednan Mihemed Elî (22).”






