Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xizmeta tenduristiyê ya civakî

11/06/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Girîngiya hişmendiya civakî!
Share on FacebookShare on Twitter

Rohat Bulut

Mirov dikare bêje di civake kê de tenduristî beriya her tiştî tê. Civaka ku tenduristiya wê baş be, tê wateya ku hemû rewşa wê baş e. Lewra her kar û barê ku pêş dikeve heke ne ji laş û mejiyekî tendurist be dê xêr jê neyê. Lewma jî tenduristiya kes û civakê ewqas girîng e. Her wiha sûdgirtina ji xizmetên tenduristiyê ji bo hemû niştecîhan mafekî bingehîn e. Ji bo hemû civak bigihêj e vî mafî jî divê rêveberî bi awayekî çalak tevbiger e.

Divê şaredariyên bajar û navçeyan saziyên wekî navendên tenduristiyê pêş bixin û xizmetên tenduristiyê yên “li cihê” belaş bidin. Ev pergaleke civakî ya ku nebe nabe ye. Heke civaka ku ji tenduristiyê bêpar be mirov nikare behsa heyîneke bi tendurist a wê civakê jî bike. Lewma jî li gorî pêdiviyan divê ev xizmet bi rêk û pêk pêş bikeve.

Di vê pergalê de ku xizmetên tenduristiyê yên pêşîlêgirtinê esas in, divê şaredariyên bajar û navçeyan jî erka çavdêrî kirina pratîkên tenduristiya giştî, bi taybetî tenduristiya hawîrdorê bigirin ser milê xwe. Li vir dema em behsa tenduristiya civakê dikin bêguman em nikarin ji tenduristiya giştî ya hawirdorê cuda binirxînin. Lewre civak jî ji xwezayê têr dibe û çavkaniya sereke jî xweza ye. Ji ber vê divê bi qasî tenduristiya civakê ya hawirdor û xwezayê jî bi fikirin. Nexwe mirov nikare behsa civakek bi ne tendurist bike.

Her wiha li ber çavan kêmasiyên ku i li ser esasê herêmê bên nirxandin, divê ji bilî nexweşxaneyên zanîngehan li hemû saziyên tenduristiyê venerîner ji aliyê meclisên herêman ve bên kirin û saziyên tenduristiyê yên ku li gorî qadên xwe yên pispor xizmetên cuda pêşkêşî dikin, divê bên hiştin. Bêguman li vir pisporî gelekî girîng e. Heke di kar û xebatekê de pisporî nebe ev kar pêş nakeve. Bi taybetî ji bo qadeke wiha girîng û pêwîst zêdetir pisporî pêwîs te. Lewma jî divê rêveberiyên herêmî derfetekî zêde ji vê qadê re veqetîn e.

Li aliyê din teqezkirin, plansazkirin û kordînasyona polîtîkayên tenduristiyê divê ji aliyê rêveberiyê ve di asta neteweyî de bê meşandin. Ya pêwîst eve ku başbûna tevahiya civakê ye û ew jî bi hişmendiyeke tendurist û civakî ve girêdayî ye. Divê tenduristiya hemû civakê baş be. Heke tenduristiya kesayetekê jî nebaş be, wekî nexweşiya di laş de ya hemû civakê jî nebaş be. Ji ber vê divê firîna tenduristiyê giştî û bi taybetî jî ya civakî be.

Li gel van xalên diyarkirî yên hewcedariyê  tenduristiyê pêwistî bi mekanîzmayeke venêheriyê jî heye. Her wiha li gorî hewcedariyê pêşxistina xizmetê jî divê ji aliyê vê lijne û mekanîzmayê pêş bikeve. Ya rast li gel hebûna vê mekanîzmayê jî pêwîste civak bi xwe biparêze, tendurstîya xwe û bi cihanîna pêdiviyên xwe hebe ku dikaribe bi lijne û mekanizmaya eleqedar bide kirin û bibe şopdarê wê. Wekî xelekên zincîrekê her ferdên civakê ji hev berpirs e. Xêrabûn a xeleke kê bibe sedema qetandina zincîrekê û kêrnehatina wê. Lewra jî bo her awayî mirov ji hev û civaka xwe berpirse.

Post Views: 46
ShareTweetPin

Herî Dawî

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Rêber Apo heqîqeteke gerdunî ye
NÛÇE

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Rêber Apo heqîqeteke gerdunî ye

17/05/2025
Insiyatîfa Sûrî, wê navendeke xwe li Kobanê veke
NÛÇE

Insiyatîfa Sûrî, wê navendeke xwe li Kobanê veke

17/05/2025
Qesra Şêrîn.. dabeşkirina yekem a Kurdistanê
CIVAK Û JIYAN

Qesra Şêrîn.. dabeşkirina yekem a Kurdistanê

17/05/2025
‘Ziman çand û nasname ye’
NÛÇE

‘Ziman çand û nasname ye’

16/05/2025
        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist
JIN

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist

15/05/2025
1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir
NÛÇE

1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir

15/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.