Rojnameya Ronahî

Dengê Min Tê Te

Sîpan Şînda

Her çend ev demekî dirêje Kurdistan di bin destê dagirkeran de ye, lê di nava vê sed sala dawî de, Kurd ji aliyê dagirkeran ve bi awayekî hovane hatine tert û belav kirin û li hemî deverên dunyayê mirov dikare li Kurdan biqeside.

Ya rast sergum ji bo Kurdan ne tiştekî nû ye. Piştî ku Osmaniyan Kurdistan dagirkirî, di nava demê de gelek êl û eşîrên Kurdan ji cih û warên xwe hatin sergum kirin û li herêmên ji derveyî Kurdistanê hatin bi cih kirin. Lê piştî di Şerê Cîhanê yê Yekê de welatê Kurdan ji aliyê mêtînger û dagirkeran ve di nava çar dewletan de  hatî parve kirin, ev rewş xirabtir bû û sergum ji bo Kurdan êdî bûye weke çarenûsekê. Ev bê çaretiya Kurdan bi taybetî li dîasporaya Ewropayê wan têxe di nava liv û kêm be jî, hewl didin ku ji bo çand û zimanê xwe tiştina bikine. Yek ji van çalakiyên wêjeyî jê di navbera 29’ê Gulan û 2’ê Hezîrana 2024’an de li paytexta Elmanya Berlînê ji alîyê çend kesên ku ji wêjeyê hez dikine ve hate lidarxistin. Belê, Yekemîn Festîvala Wêjeya Kurdî li Sergumê: Dengê Min Tê Te pêk hat. Bi rastî festîvaleke gelekî xweş û berketî bû. Gelek bernameyên dewlemend di nava festîvalê de hatin pêşkêş kirin. Festîvalê di 29’ê Gulanê de destpêkir axaftina vekirinê ji aliyê serokê PENa Kurd yê berê Zerdeşt Haco ve hate kirin. Di vekirina festîvalê de Serokê PENa Navnetewî Bûrhan Sonmez yê ku wekî Kurdekî sergum kirî li Birîtanyayê dijî jî amade bû û axaftinek bi sernavê Banga Malê, Banga Zimên kir û li ser girîngîya wêjeyê û bikaranîna zimanê zikmakî li sergumê sekinî.

Akademîsyena Kurd Ozlem Belçim Galîp ya ku li Brîtanyayê dijî, li ser têkilîya Huner, Zayend û Penaberî li Dîasporayê sekinî. Rojnamevan û Nivîskarê li sergumê Bahroz Bochanî jî tevilî festîvalê bûbû û qala serhatiya xwe ya çûna Avustralyayê, tiştên bi serê wî hatîn û nivîsandina pirtûka xwe ya bi riya Whatsappê li kampeka penaberan de nivîsandî kir. Bê goman çîroka Bahrozî çîrokeke gelekî balkêş û trajîk bû, lê belê ji bo nêzîkbûna dewletên rojavayî ya li ser Kurdan baştir bête fêmkirin, diviya bû mirov guhdarî çîroka wî bikira. Ewî serhatîya xwe girêdayî Li Hevgirêka Mêtîngeriyê de Wêje anî ziman û gelek kesên him xwîyanî û him jî bîyanî bi baldar guhdarî çîroka wî kirin. Ji ber ku çîroka wî û tiştên li sergumê hatîn serê wî trajedîyeke mezin bû. Di dawîya roja ewilî de hunermendê Kurd Lawje ji beşdarvanan re stranên xwe yên gelêrî stran.

Festîvalê pênç rojan dewam kir û gelek helbestvan, romannivîs, çîroknivîs û akademîsyenên Kurd yên li dîasporayê tevilî bernamê bûn û behsa berhem û serhatîyên xwe kirin. Mînak nivîskarê Kurd Eskerê Boyîk qala serhatiya xwe ya di derbarê Kurdî û Kurdan li Kafkasyayê kir. Dîsa Firat Cewerî behsa serhatîya xwe û li sergumîyê nivîsandina bi Kurdî kir. Bê goman gelek kesên biyanî jî him weke axaftvan û him jî weke beşdarvan tevilî festîvalê bûn û piştigirî dan. Tişteka balkêş ku hêjaye mirov bîne ziman, beşdarvanên bîyanî jî di nav de, piranîya beşdarvanan ciwan bûn. Gelek xort û keçên Kurd yên ku li sergumê hatîne dunyayê tevilî festîvalê bûn. Her çend gelek ji wan bi Kurdî nedizanîn jî, tevilî panêlan dibûn û bi baldarî guhdarî axaftvanan dikirin. Jixwe festîval bi du zimanî bû û wergera Kurdî-Elmanî, Elmanî-Kurdî dihate kirin.

Belê, hêvîdar im ev birêxistinkirinên wêjeyî û rewşenbîrî zêdetir li dîasporayê bêne kirin û Kurd di vî warî de li dîasporayê çalaktir bin.