Rojnameya Ronahî

Sînema bi vîna hezkiriyên wê hat vejandin

Ayşa Silêman/ Qamişlo

 Endama Komîna Film A Rojava Nadiya Derwêş diyar kir ku Komîna Film A Rojava di 14’ê Tîrmeha sala 2015’an de, bi kombûna sînemager û hezkiriyên sînemayê yên li welat û derveyî welat hat avakirin û di warê sînemayê de serkeftinên mezin qezenc kir.

Di derbarê kar û xebatên komîna Fîlm a Rojava endama Komîna Fîlm A Rojava Nadiya Derwêş bersiva pirsên Rojnameya me dan, hevpeyvîn wiha bû:

-Xebatên sînemayê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve heyanî niha, çawa bi rêve diçe, gihaye çi astê û astengî  çine?

Dema berê de filmên ku hebûn û dihatin pêşkêş kirin ji bo kurdan nedibûn bersiv, ji ber ne bizamanê mebû û ne jî çîrokên me digotin. Lê piştî  dest pêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê, yek ji aliyên wê ya herî bi hêz aliyê dîtbarî bû  bi taybet di milê huner û sînema de, ji ber vê yekê  di  nava  Şoreşê de piştî ku sînema hat avakirin,  ji nû ve kurd karîn bi ziman û hebûna xwe filmên xwe çêbikin, gavên destpêkê yên avakirina komîna film li ser esasê  belavkirina çanda sînema bû, da ku bibe parçeyek ji jiyana rojane ya mirovan. Gava destpêkê ku me da pêşiya xwe nîşandana filiman bû, ji ber ku armanca me ya sereke ku milet fêrî çanda temaşekirina filman bibin. Li seranserî hemû bajaran û gundan filimê destpêkê ji bo zarokan hat bêşkêş kirin, ew filim bi navê Çalîçaplê bû, zarok jî bi kelecaneke mezin tevlî vî filmî bûn. Ji ber ku ev filim wek gava yekê bû û tiştekî nû bû. Herwiha ji bo wan wek hesretekî bû ku cihekî sînema hebê û li filman temaşe bikin. Di heman demê de ev sînema ne tenê ji bo kurda ye, ji ber navê wê sînemaya şoreşgeriye, hemû netew jî di nav de cihê xwe digrin. di sala 2015’an de gelek kar û xebat  hatin pêşxistin, gava destpêkê nîşandana filman bû û bi taybet ji bo zarokan bû, lê jê û şûnde me xwest wek çandek were avakirin. Herwiha armanca me ya duyemîn avakirin û perwerdekirina sînemagera ye, heta ku em bikaribin filmê xwe çêbikin pêwîstî bi xebatkaran heye.  Armanca me ya siyemîn jî çêkirina filma ye.

Ji destpêka sala 2015’an ve heya niha gelek fîlim, belgefilim û kurtefilim hatin çêkirin, belgefilmê destpêkê hatî çêkirin ji bo zarokan bû bi navê “Zarokin Em” gava destpêkê ji xebatên Komîna Film a Rojava ku nîşandanê ji bo zarokan çêbike. Di vî belgefîlmê de hestên zarokan û tevlîbûna civakê hat diyar kirin. Herwiha belgefilmê “Darên Bi tenê” yê ku behsa dengbêjan dike, di vî belgefilmî de dengbêjekî kurd, ereb û aşûr cihê xwe têde girtin û şêweyê çanda van hersê netewan hat zelalkirin. Belgefilmê sêyem jî ” Evîn Di Riya Qirkirinê de” behsa Êzîdiyan dike him di aliyê dengbêjiyê him jî li ser 74 fermanên ku ser  wan re derbas bûne tevî wilo jî jiyan û hezkirina xwe bi riya dengbêjiyê derdixin. Herwiha belgefilmê “Jin War” jî hat pêşkêş kirin, ev belgefilim ji navê xwe died xuyakirin ku behsa gundê jin war dike ku ew jî yek ji destkeftiyên Şoreşa Rojava ye. Bi taybet wek jin bi keda destê xwe ji bo xwe jiyanek û gundekî nû avadikin. Di heman demê de gelek fîlm jî hatine çêkirin ji wan ” Berbû, Çîroka Bajarê Wêran bûyî, Kobanê û hwd…”

Astengiya ku me dîtî ji aliyê civakê ve bû, ji ber ku ev kar li ser wan tiştek nû bû. Di heman demê de peydakirina lîstikvanan zehmet bû, dema tevlîbûn û perwerdekirinê xwe dûrî vî karî dixistin. Bi taybet dema destpêkê wek metirsiyekî di dilê wan de hebû, ji ber ku bûyera şewata sînemaya Amûdê ya ku li ser gelê kurd hatî kirin. Ev yek wek aliyekî neyînî di hişê wan de mabû li ser sînema. Ji ber vê yekê gava me ya destpêkê ji bo zarokan bû da ku em aliyê erînî bidin pêş. Di gavên destpêkê de gel xwe nêzî me nedikirin lê gava dîtin ku çawa bi hezarên zarokan bi xwe amade dikin ji bo temaşe kirinê, êdî nêrîna gel jî hat guhertin. Ev gav hat avêtin bi taybet piştî rêzefilmê “Evîna Kurd” ji ber ku piştî ev rêzefilm dîtin ew bixwe dihatin serlêdana me dikirin da ku tevlî lîstikvaniyê bibin û kar bikin. Herwiha filmê “Ji Bo Azadiyê” û yê “Kobanê”  jî dengekî mezin da.

Wek xebatên sînemayê him di milê senaryo, derhênerî û naverokê de heyanî çi astê sînemayê kariye bibe dengê Şoreşê?

Mijarên filmê me çîrokên ku di şoreşê de hatine jiyan kirin, ji ber ku me Komîna Fîlim di nav şert û mercên şoreşê de avakir. Mînak filmê “Evîna Kurd” ya ku li ser aliyek ji jiyanê û destkeftiyên ku di şoreşa Rojava de bûye. Herwiha behsa dema niha dike ku mirov çawa jiyana xwe birêve dibin û çi astengiyan dibînin. Di heman demê de di filmê Kobanê de jî berxwedaniyê dide nîşandan. Bi awayekî giştî em dikarin bêjin ku mijarên me aliyên berxwedanî, welatparêzî, lehengî, civakî, hêvî û serkeftinê di nav sînariyoyên xwe de cih digre. Hewil dide bibe dengê şoreşê, ji ber ku armanca me ya bingehîn ew e ku bibe dengê şoreşê.

-Ji bo kar û xebatên sînema bêtir pêşbikeve û berhemên bi bandor derkevin, pêwîste mirov çawa nêzî vî karî bibe?

Heya ku kar û xebat bêtir pêş bikevin pêwîste nîzîkbûna gel zêdetir bibe, rast e qebûl kirina gel ji bo sînemayê çêbûye, lê heya ku gavên mezintir were avêtin pêwîste zêdetir gel nêz bibin. Heya ku berhemên me yên bi bandor bêtir derkevin pêwîste hezkirin û nêzîkbûna wan ji bo sînema zêdetir bibe. Herwiha pêwîste gel karê sînema ne weke xebatekî normal bibînin. Ji ber ku sînema huner e û huner jî dikare xwe bighîne hemû cîhanê. Sînema karekî dîtbariye bandora wê jî zêdetir e. Em di warê sînema de dixwazin çand, ziman û hebûna xwe avabikin. Di heman demê de em biratiya gelan jî didin pêş û derfetê didin hemû pêkhateyan ku cihê xwe di vî warî de bigrin û belav bibe.

Di kar û xebatên sînema de heta çi astê jinê kariye cihê xwe tê de bigre û bibandor be?

Jinê gelak astengî dîtin di milê sînema de ji ber ku ev karek nû bû, helbet wê rastî gelak pirsgirêkan were. Lê îro roj jinê çawa karî cihê xwe di hemû qadan de bigre, karî xwe di milê sînema de jî isbat bike. Niha jî jin gavên mezin davêje û di hemû xebatên sînema de cihê xwe digere, him di aliyê lîstikvaniyê de him jî di milê derhênerî, sînariyo, kamîre, mekyaj, cil û bergan de. Herwiha di milê teknîk û deng de jî  jinê karî cihê xwe bigre. Karîbû roleke xwe ye bibandor di filam de çêbike. Ji ber ku cihê ku jin lê hebe helbet wê rengê jinê belav bibe li wir, di heman demê de jin dikare bi riya çîrokên xwe rol û hişmendiya jinê biguhere û pêşbixe jî. Sînemaya me ji yên cîhanê cûda ne ji ber ku di sînemayê cîhanê de jinê wek amûreke cinsî di filiman de tê bikaranîn, yan jî wek jineke ku xerabî û fitnê dike tê dîtin. Berhem û filmên me li ser esasê azadiya jinê ne, ji ber ku gava jinek bixwe cihê xwe têde bigre û sînariyokî binvîsîn e, ev yek isbat dike ku jin bi bandorin, bihêzin û xwedî hestin, dikarin jiyana xwe avabikin û di heman demê de hunera xwe jî avadikin.