Rojnameya Ronahî

Rastiya Rojê li Efrîkayê:

 Beşa (4)

Parzemîna Efrîqa bû şahid ji gelek ol û baweriyan. Bandor li baweriyên  parzemînên din kirin û ji wan jî bi bandor bûn. Ji ber ku ev herêm ji herêmên herî germ di cîhanê de ye, hebûna rojê wek sembol û bawerî pir xwedî wateyek cuda ye.  Şaristaniya Misrê û şaristaniya Amazîgiyan şaristaniyên herî navdar li parzemînên Efrîkayê. Ji lewra di neqşên li ser şûnwarên dîrokî de bingha van şaristaniyan hatine nivîsandin. Destpêka ku mirov hewl dide rastiya gerdûna û hebûnê fêm bike. Bawerî li ser bingeha zanîna stêrnasî, werzên sale, jiyan li vê dinya û dinyaya din hatiye avakirin. Di van şûnewaran de diyar dikbe bê çiqas mirovên serdemê pêşî yên van şaristaniyan hewl dane li heqîqeta hebûnê bigerin. Şûnewarên pir bi heybet û mezin ku bi hezarên salan bi tevî hemû rewşên avhawayê yên dijwar ve jî hata îro xwe parastine. Pîramîdên li herêma Cîze ya Misrê mînaka herî ber bi çav e.

1-Li Misrê baweriya rojê:   

Gelek şîroveyên li ser nave Amûn Rah ji ku hatiye û çawa tê bilêvkirin hene. Di vê baweriyê de Amûn xwediyê hêza rojê ya ronahî û germahiya ku dide erdê. Hin şîrove dibêje ku gotin Amîn ya di olên yek xweda de bi taybetî di Îslamî de, ji gotina Mirsrî ya kevin Amin hatiye. Ji ber ku roj di jiyana mirovan de pir pîroz, ne dûr e ku ev bi riya Îbraniyan ango qewmê Hz. Mûsa derbasî hemû olên yek xweda bûye. Lê çawa Amûn Rah bû xwedayê herî mezin li tevayî Misrê?

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dema deshilatdariya xwandana 8. a Frawenên Misrê, hemleyên êrîşê bi ser Sûriyê Nûba û Lîbyayê de kirne û bi serketine, hingî xwedayê herî bi hêz Amûn Rah derketiye. Ji lewra li ser dîwarên pîramîdên Misrê sembolên Roj tîrêjên jê derdikevin hatine nivîsandin. Dîsa çavê xweda Horus ku ronahiya xwe ji rojê digire nişaneya pîroziya vê baweriyê. Rengê zer yê zêr ku mîna rojê ye, li ser hemû dîwarên pîramîdan heye.

Zaniyariyên endaziyarî û arkeoljiyê, dibêjên ev pîramîd ne tenê gorên qiralên Misrê ne. Lê belê ev pîramîd ji bo naskirina her çar werzên sale, şopandina tevgera rojê û stêrên ezmanan hatine bikaranîn. Hata hin zaniyariyên fîzîkê jî, dibêjin ev pîramîd mîna çavkaniya enerjiya ku ji rojê tê kom dike û ji bo hin armancên taybet tê bikar anîn. Pîvanên goşeyên van pîramîdan bi rengekî pir taybet hatine bikaranîn, ew kevirên giran çawa hatine bi cih kirin hata roja me ya îro, zaniyaran matmayî dike. Hêza ronahiyê ya lêgerîna rastiya gerdûnê û hebûnê bi awayekî ku em texmîn nakin li ser vê zemînê hatiye pêşxistin. Mirovên Misirî bi bandora gelek şaristaniyan, bi taybetî şaristaniyên di navbera çemû Firat û Dicleyê de di nava lêgerîna heqîqeta ezlî ya afirandina gerdûn û hebûnê bûne.

Ne şaşe em li vir bêjin, asteke ne kêm ya şaristaniya li Misrê ya têgihiştiya siren xweza û yasayên gerdûnê bûne. Hişmendiya oryantalîst, bi matmayî dibêjin ev asta pêşketina endaziyarî, astronomî û fîzîkî dibe ku bi bandora hin hêzên derveyî erdê ve pêkhatiye. Ji lewra ev nêrîn li hember şaristaniya Misrê neheqiyek mizin. Mînaka herî balkêş ya şopandina Misriyên dema firawenan ji sîstema rojê û endaziyariyê, tê gotin dema peyker û tabûta Ramses di hundirê pîramîdê de hatiye danîn, hesabê dema roja derdikeve û diçe ava tîrêjên, di dema rojbuyîn û roja tacîdarkirina wî de  lêdie û ronî dike. Eger ku ev nenaskirina sîstema rojê û endaziyariyê ye ma çiye? Di asteke bilind a zaniyariya fîzîk, astronomî û endaziyariyê heye. Li vir li gor herêmên derdora xwe lêgerîna heqîqetê ku mirovatî ji destpêkê lê digere hata niha, pir bi pêş ve çuye.

Rastiyek din ku mirov ji şaristaniya Misrê fêm dike, ew sembolên çav û rojê li ser dîwarên hundir yên gor û perestgehan pir tên dîtin. Sedema vê, ku roj bi qasî ku germaî û ronahî dide, ewqasî wateya ronahî û enerjiya ruh temsîl dike. Her weha çav ronahiya rojê dibîne û xwe ji taritiyê dûr dixe. Di astekî de buyerên astronomîk û baweriya ruhî ve digihêjin hev. Ji ber vê baweriyê ye, ewqas peyker, perestgeh û pîramîdên pir bi heybet ku mînaka wê li ti dera cîhanê tune ne, hatine avakirin.

2- Bandora rojê li ser Amazîgan:

Dîrokzanan dibêjin dîroka Amazîg hata 1000 B.Z diçe. Li gor zaniyaran, di sala 950 B.Z Fermandarê Amazîgî Şêşenqê Yekemîn bi hêzeke mezin Misrê dagir dike û xanadaneke firawenên Amazîgî tine ser deshildariyê. Hatiye gotin ku xanadana 22 û 23.mîn ên firawenî Amazîgînin. Ji lewra baweriyê olî yên Misirî bi hemû aliyên xwe ve derbasî herêmên Amazîg li tevayî bakurê Efrîkayê dibe.  Di wê demê xwedayên Amazîgan wek Atlas Tanîs, Poseydon û Antî ne. Hêjaye goitnê ye ku yek ji wan xwedawendeke jin, ew jî Tanîs e. Ew xwedawenda berhemdarî û zindîbûnê ye. Ew parsevana Qertacê ye.

Heredot û Îbnî Xeldûn gotiye li devera niha Fas û Tûnisî Amazîgiyan îbadeta rojê dikirin. JI ber ku sembola rojê li ser qelek keviran hatiye neqişkirin. Dîsa îfadeyên rojê wek stêr û rojê li ser zend û eniyên jinên bi temen hata niha tê dîtin. Ne şaş e mirov bêje ku baweriya bi hebûna rojê wek ronahî, germahî û di heman demê de lêgerînê rastiya ruh û hebûnê pênase dike.

Her çiqas hemleyên dagirkeriyê bi ser vî gelî de pêkhatine, ji roma, hêzên Îslamî yên Erebî, Fransî û Îtalî ve lê dîsa vî gelî hebûna xwe parastiye. Li hember hemû bişaftin û asimlasyonê li ber xwe daye. Her çiqas bandor zimanên hêzên derve l ser çanda wan buyî jî, lê dîsa ziman, folklore û adetên civakî yên Amazîgiyan hê jî mane. Mirov dikare bêje şibihandinek di navbera Kurd û Amazîgan de heye.