Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi bilindkirina asta berxwedanê wê êrîş têk biçin’

09/06/2024
in ROJEV
A A
‘Bi bilindkirina asta berxwedanê wê êrîş têk biçin’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed bang li tevahî gelên herêmê kir ku  bi yek helwest, bi sekn û hevgirtineke xurt li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk berxwedanê bighînin lûtkeyê.

 

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bênavber dewam dike. Herî dawî dagirkeriya Tirk bi riya balafirên bêmirov mal û erebeyên sivîlan li Til Hemîs, Amûdê û Qamişlo hedefgirt .

Derbarê mijarê hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Rûken Ehmed ji rojnameya me re axivî.

Rûken Ehmed diyar kir ku bi armanca têkbirina vîna gelan, dewleta Tirk a dagirker çareke din li dijî herêmê êriş pêk anîn û wiha domand: “Dagirkeriya Tirk di êrişên xwe de welatiyan û cihê xizmetguzariyê dike armanc. Piştê wê jî gefên dagirkeriyê berdewam in. Ji xwe êrişên dagirkeriyê bê navber dewam dike, vê carê jî li dijî îradeya gelan ya pêkanîna hilbijartinên şaredariyan, helwsta xwe eşkere dike û dibêje ew ê îradeya gelan qebûl neke.”

 ‘Divê saziyên mafên mirovan berpirsyartiyên xwe bi cih bînin’

Rûken Ehmed wiha domand: “Divê saziyên mafên mirovan û bi taybet saziyên tenduristiyê yên navneteweyî  li hember êrîşên li dijî welatiyan û armancgirtina akîpên Heyva Sor A Kurd bêdeng nemînin. Herwiha pêwîste saziyên navneteweyî bi erkê xwe yê exlaqî rabin û berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Ji ber ku êrişên dagirkeriya Tirk bi awayekî rasterast civakê dike armanc.”

 ‘Ji bo rawestandina êrîşan pêwîste asta berxwedanê bilinditir be’

Rûken Ehmed bal kişand ser kiryarên dagirkeriya Tirk û wiha got: “Li dijî êrîşên li ser herêmê gel daketin qadan, saziyên hiqûqî û tenduristî daxuyanî dan û çalakî li dar xistin, lê divê tevahî gelê herêmê asta berxwedanê bilindtir bikin, bi hevgirtineke xurt destkeftiyên herêmê biparêzin, herwiha pêwêste  jin û ciwanên ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyan dikin xwedî helwest û sekneke xurt bin, divê em bizanibin ku şerekî taybet li dijî me tê meşandin bi taybet li dijî sîstema Rêveberiya Xweser li herêma Bakur û Rojhialtê Sûriyê ku bi awayekî demokratîk tevahiya gelan di bin sîwana wê de jiyan dikin.”

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Rûken Ehmed axaftina xwe wiha qedand: “Li hemberî êriş û planên dewleta Tik a dagirker divê gel şiyar bû amade be. Herweiha bi hêzeke mezin vîna xwe nîşan bide. Ji bo hilbijartinan divê kar û xebat bê kirin ji ber ku ev mafê civakê ye ku biçin ser sendûqan û namzetên xwe hilbijêrin da ku em bibin bersivek ji vê qûnaxa çaresnûsê, sîstema xwe bidin rûniştandin, divê gelê me bi hêzeke mezin bizanibe ku ev hilbijartin wateyeke wê ya giring heye û di riya berxwedan û têkoşînê êrîşan vala derxînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.