Rojnameya Ronahî

‘Bi tevlîbûna hilbijartinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin’

Lîloz Hisên/Qamişlo

Bi rêya hilbijartinan hêza gelê kurd li ser erdê hate xuyanîkirin her wiha beşdarbûna hemwelatiyan di hilbijartinan de bi rengekî demokrasî xurtbûna îradeya gelê herêmê tê nîşandan.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amadekirina hilbijartinên navxweyî ku di demên pêş de wê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were destpêkirin, ev hilbijartin ya yekemîne piştî erêkirina ser hevpeymana civakî ya nû, ji bo hilbijartina serokatiya 121 şaredariyan li ser asta 7 kantonan, 25 partî û rêxistinên jinan beşdarî hilbijartinan bûn û ji mafê her hemwelatiyekî ye ku di herêmê de jiyan dike tevlî hilbijartinan bibe û dengdanê bide bi rengekî demokraqsî.

Derbarê mijara hilbijartinan, rewşenbîr û nivîskarên kantona Cizîrê beşdarbûna bi rengê demokrasî di hilbijartinan de û giringiya wê ji me re anîn ziman.

Endamê Desteya Rêveber a Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Mistefa Ebdo da zanîn ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekem car piştî şoreşa Sûriyeyê hilbijartin pêk tên û bi rengekî demokrasî 25 partî û rêxsitinên jin beşdarî hilbijartinan bûn, her wiha ji mafê 31 milyon kesî ye ku tevlî dengdanê bibin di nav de jî penaberên li Herêma Rêvebriya Xweser jiyan dikin.

Mustefa Ebdo wiha diyar kir:” Ev hilbijartin giringiyeke wê heye ji bo birêxistinkirina jiyana xizmetguzarî û rêveberiya herêmê, her wiha demokrasîbûna hilbijartinan tekezî dike di derbarê nêzîkatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser yekrêziya herêmên Sûriyê û serweriya dewleta Sûriyê, hevgirtin û aramiyê li Sûriyê zêde dike.”

Mustefa Ebdo destnîşan kir ku li dar xistina hilbijartinan de rewşeke asayî ye ji bo başkirina rewşa civakê ji tevahî aliyan ve, her wiha bang li gel û pêkhateyên herêmê kir ku ji bo serkeftina hilbijartinan bixebitin.

Mustefa Ebdo wiha got: ” Rêveberiya Xweseriya Demokratîk her tim siyaseteke niştimanî ya demokratîk li Sûriyê dimeşîne û yekrêziya xaka Sûriyê parastiye, ji bo dîtina çareseriyên berfireh ji pirsgirêka Sûriyeyê û bihêzkirina demokrasiyê li herêmê di xebatan de berdewam e.”

Mustefa Ebdo wiha anî ser ziman:” Hilbijartinên şaredariyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngaveke erênî û pêşeng e ji bo demokrasiyê û nûnertiya wê li ser erdê. Hemwelatiyên Sûriyeyê ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve ji sala 2011`an de ji mafê xwe yê hilbijartinê û namzetiyê bêpar mabûn, bi taybet li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin.”

Mustefa Ebdo piştrast kir ku tevî hemû şert û mercan pêkhateyên herêmê dê hewl bidin ku tecrûbeya xwe ya demokratîk pêş bixin, her dem wê îradeya gel bi ser bikeve bi hevgirtin û biratiya gelan.

Mustefa Ebdo wiha berdewam kir:”Di nava van hemwelatiyan de, çi jin û çi mêr, di tevlîbûna hilbijartinan de hestê dilxweşiyê bi wan re çêdibe ku li hember van hilbijartinan xwedî maf û erk in, her wiha di wê baweriyê de ne ku berpirsyartiya pêşketina civakê û hilbijartina namzetê rast ketiye ser milê wan da ku ev namzet nûnertiya civakê bike, ji ber vê yekê em dibînin ku gel li qadanin û bi hêzeke mezin kar û xebatan dikin.”

Mustefa Ebdo di dawî de wiha got:” Divê ev hilbijartin ne tenê li ser asta Sûriyê, lê li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê denge vede, da ku her kes bibîne ku gelê Sûriyê bi giştî û gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî, dikarin her karekî bikin û bi serê xwe û bi keda zarokên xwe, xwe bi rê ve bibin.

Ji milekî din ve jî Anahîta Sîno Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran ya kantona Cizîrê axivî û tekez kir ku hêza gelê kurd di riya hilbijratinan de û li ser erdê xurt dibe, hilbijartinên ku li Rojavayê Kurdistanê bi rengê demokratîk pêk tê, Îradeya gel nîşan dide, gel hemû li ser sendoqên dengdanê ne, her kes kar û xebat dike da ku namzetên xwe bi rengekî demukratîk hilbijêrin ku karibe xizmeta civakê bike.

Anahîta Sîno wiha di gotinên xwe de diyar kir: ” Li dar xistina hilbijartinan tê wateya ku îradeya gelê herêmê pir xurte û baş hatine rêxistin kirin, demokratiya ku îro li ser vê xakê tê meşandin bi rengekî adil e, berovajî dema rêjîmê de ku hilbijartin ne ji mafê her kesî bû. Em ê di malên xwe de rûnenên û bi dengdanê em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin.”

Anahîta Sîno got:” Beşdarbûna gel di hilbijartinan de erkeke niştimanî û mafê her welatiyekî ye, ku pêwîstî bi beşdariya hemû kesan heye, weke tekezî li ser pabendbûna bi helwestên demokratîk û dilgiraniya ji bo peydakirina cihê beşdariya gel di biryardanê de.”

Anahîta Sîno wiha anî ziman:”Ev hilbijartin ne tenê di warê gotinê de, lê di kiryarê de guhertineke kalîteyî di demokrasiyê de pêk tîne û erkek netewî, mirovî û exlaqî dikeve ser milê gel, ku di qonaxa bê de kî nûnertiya xwe bike, xizmeta gel û welat bike, em hemû hêvî dikin ku bibe qonaxeke aştî û avakirin û aramiyê.

Anahîta Sîno tekezî kir li ser girîngiya dengdanê û tevlîbûna hilbijartinan di guhertina çarenivîsa gel de.

Di dawî de Anahîta Sîno wiha anî ziman:”Giringiya beşdariya di hilbijartinan de tê wê wateyê ku hemwelatî bi girîngiya rol û pabendbûna xwe bi proseya hilbijartinan re bizane, û bizanibe kîjan namzet ji bo wî baştir e. Nemaze beşdarbûna di hilbijartinan de tê wateya hestê namzet û dengdêran bi rengekî berpirsyar li beramberî civakê.