Rojnameya Ronahî

 ‘Armanca dagirkeriya Tirk guhertina demografiya herêmê ye’

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan a kantona Cizîrê Evîn Cumaa diyar kir ku ji destpêka dagirkina Efrînê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû kiryarên xwe guhertina demografîk pêk tînin.

Di derbarê kiryarên û sûcên dijmirovî yên  dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî, rêvebera Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê Evîn Cuma  bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

 Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, sûcên dijmirovî li Efrînê tên kirin. Lê li hemberî van sûcan cîhan tev ker, kor û lal e, sedemên vê yekê çi ye?

Li pêş çavê neteweyên Yekbûyî dewleta Tirk a dagirker ragihand ku ew dixwaze herêmeke bi ewle li ser sînor ava bike, da ku koçberên Sûrî yên ku di hundirê Tirkî de bîne wir û bi darê zorê wan li wir bi cih bike. Li ser esasê guhertina demografî ev piroje hat avakirin. Ji ber dewleta Tirk ji destpêka êrişên wê yên li ser Efrînê ji sala 2018’an ve bi hêzeke gelekî mezin hat li ser milet û ev milet jî dest vala bû tiştek çekên giran di destê wan de nebû. Bi darê zorê ew milet ji wir derxist, zêdeyî 500 hezar kes di wir de jiyan dikir. Di dewsa wan de koçberên Sûrî yên di hundirê Tirkiyê de bûn û malbatên çeteyan yê ku şer dikin di wir de bi cih kirin.  Milet neçar ma dev ji axa xwe berde ji ber ku hijmarek mezin ji sivîlan hatin hedefgirtin û mal û milkên wan hatin talan kirin. Di herêmê de serê sedî 95 kurd têde dijiyan, lê niha serê sedî 20 kurd li wir mane. Herwiha piştî ku şer rawestiya kesê ku xwest vegerin ser axa xwe rastî işkence û girtinê dihatin, ew kesê girtî bernedidan heya kuqaseyek pir ji pereyan nedin. Di heman demê de dest tavêtin jin û keçên welatiyan, dest danîn li ser milkên wan wek zevî, mal û darên wan. Her wiha xaniyên ku li ser navê jinan ban yan jî jin bi tena xwe tê de jiyan dikir, yekser dest danîn li ser wan milkan, heman tişt li Serêkaniyê û Girêsipî jî bikar anîn. Heya niha jî bi riya balefirên bê mirov êrişên xwe berdewam dike. Di encama van êrişan de gelek sivîl jî şehîd dikevin, di heman demê de di meha gulanê de li ser herêma Cizîrê sê carî êriş kir. Ev êriş jî li ser erebeyên hin kesên rêveber bûn. Her wiha heyva sor jî kirin armanca xwe.  Sînor ji van êrişan re nîne, derdê wan guhertina demografiyî ye di herêmê de, ji ber vê yekê bi hemû awayan hewil didin vê guhertinê pêk bînin. Tu rêzgirtinê ne ji zagonên navneteweyî re digrin ne jî ji hebûna sivîlan re nakin.

 Ji bona ku guhertina demografîk û kiryarên dagirkeriyê li herêmên dagirkirî bi taybet li Efrînê bidawî bibin pêwîste çi were kirin?

Belgekirina van kiriyaran tiştekî gelekî girîng e, da ku bi riya van belgeyan dengê vî gelî bighîne Netewên Yekbûyî, cihên eleqdar û komeleyên mafên mirovan. Heger em xwe neparêzin û dengê xwe bilind nekin tu kes li me guhdar nake. Pêwîste milet dengê xwe bighîne bi riya zagon û belgeyan re, daxwaza mafê xwe bike li pêşiya dadgehên Navneteweyî, wê demê ew ê neçar bibin li me guhdar bikin û hisab ji dijmin bixwazin.

Heya niha hûn wek saziya mafê mirovan we çiqasî rapor di derbarê van sûcan de amade kirine û we radestî kî kirin, li hemberî wê we tu bersiv girtin yan na û da ku ev rapor bi encam bibin pêwîste çi were kirin?

Gelek rapor di vî derbarî de hatin çêkirin, di heman demê de raporên sala ne hene, ew rapor nirxandina rewşa salekiye. Herwiha belge rojane tên çêkirin li ser êrişên ku tên kirin li ser herêmê. Bi riya qomîtên lêkolînê yên ku girêdayî Netewên Yekbûyî ku sûcên di Sûriyê de tê kirin belge dikin, em bi riya wan dengê gel û êşa wan dighînin vê qomîtê.  Her wiha rapora ku ji cem vê qomîtê derdikevî diçe pêşiya encûmena ewlekariyê û di wir de tê xwiyanî kirin ku çiqasî binpêkirina mafê mirovan, binpêkirina zagonên navneteweyî tê kirin ji aliyê dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wê ve. Di wirde jî zextek li ser dewleta Tirka dagirker çêdibe ji bo rawestandina êrişan, lê mixabin gelek dewlet da ku bercewendiyên xwe bi Tirkiyê re xira nekin, gelek zextê lê nakin. Lê pêwîste milet ji doza xwe venegere û herdem li mafê xwe xwedî derkeve  ev yek jî dibe alîkar ku zext were kirin  li ser dewleta Tirk.