Rojnameya Ronahî

Li Efrînê Sûcên dijmirovî yên li dijî  zarok û jinên Kurd dewam dikin

Zana Roj/ Şehba

Di nava atmosfereke tijî tirs, kuştin, revandin û destdirêjî; gelê Kurd di Efrînê de jiyan dike. sûcên dijmirovî li hemberî zarok, jin û gelê Kurd bi rêbazên herî wehşî dewam dikin. Yek ji kiryarên çeteyên girydayî dagirkeriya Tirk yên herî dawî jî; revandin û tecawezkirina zarokeke 17 salî bû.

Dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyên girêdayî wê, astên dagirkirin û talankirinê derbas kirine. Di Efrînê de jiyana gelê Kurd di tirs û hovîtiyeke dijwar re derbas dibe. Ji talankirina ser erd û bin erd, guhartina demografî, koçberkirina gelê resen wêdatir; mirovahî di qirkirinê re derbas dibe.

Gelê Efrînê di Efrînê de zêdetirî 6 sala ye di nava jiyaneke mîna dujehê de jiyan dike. Ev dujeh bi armanca tunekirina nasnameya gelê Kurd di herêmeke Kurdistanî de tê kirin. Destdirêjî di asta herî bê exlaqî û bê wîjdanî de li ser zarok, jin û pîremêrên gelê resen tê kirin. Daagirkeriya Tirk bi mabesta pêkanîna armancên xwe yên sed salî, destdirêjiyê li jin û zarokên Kurd dike. Bê guman ev yek di dîroka faşîzma Tirkiyê de ne xerîb û ecêbe. Dagirkeriya Tirk bi sedê sala ye vê siyasetê li ser gelê Kurd dide meşandin.

Bi dagirkirina herêma Efrînê re jî û piştî koçberkirina bi hezaran ji gelê resen, ev siyaset di şexsê gelê Kurd yên ku di Efrînê de mane berdewam kir. Çareke din komên çeteyan di Efrînê de zarokeke 17 salî ji gundê Kibêşîn yê navçeya Şêrawa revandin û tecawîz kirin. Ev yek careke din hêrsa hemû jinên azadîxwez derxist holê, her çiqas sûcên dijmirovî yên ku derheqê zarok û gelê Efrînê de hatiye kirin, bi giştî hatiye belgekirin û ji raye giştî re hatine eşkerekirin. Lê hemû hêzên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan bêdeng in û lal in.

Jinên endamên Rêveberiya Xweser li Kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî kiryarên dagirkeriya Tirk û komên çeteyan di Efrînê de ji rojnameya me re axivîn.

Hebûna jina Kurd di Efrînê de tê hedefgirtin

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî Namet Elîko destnîşand kir ku dagirkeriya Tirk bi serkêşiya komên çeteyan hebûna jina Kurd di Efrînê de hedef digirin û wiha pê de çû: “Dagirkeriya Tirk siyaset û polîtîkeyên li dijî mafê mirovan di kesayeta gel û jina Kurd de dide meşandin, komêm çeteyan destdirêjiya xwe li ser zarokên jin û heyanî jinên temen mezin dikin. Bê guman ev yek ji zihniyeteke ji rêzê nehatiye, armanca dagirkeriya Tirk qirkirina gelê Kurd di Efrînê pêk tîne. Dagirkeriya Tirk bi serkêşiya komên çeteyan bi siyasetên weke revandin, tecawîzkirin, kuştin û destdirêjiyê hebûbna jina Kurd hedef digire.”

Di bin tirsa dijmin de kiryarên dagirkeriyê di bin bêdengiyê de dimînin

Her wiha Namet diyar kir ku komên çeteyan sûceke dij mirovî careke din di derheqê zarokeke Kurd de pêk anîn û wiha got: “Komên çeteyan di berdewamkirina siyaseta revandin û destdirêjiya li ser jinên Kurd de, careke din sûcên dijî mirovahiyê û bê exlaqî derheqê zarokeke Kurd yê 17 salî ku ji gundê Kibêşîn yê giryêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ye pêk anîn. Zaroka 17 salî hat revandin û piştî wê ji aliyê çeteyekî ve hate tecawîzkirin. Tecawîz kirina jin û zarokan di Efrînê de bê navber tê kirin. Bi sedan mînakên weke vê yekê di Efrînê de hene, piraniya sûcên tên kirin bi veşartî pêk tên û malbat ango kesên ku ev kiryar derheqê wan de tên kirin ji tirsa dijmin re bêdeng dimînin. Ev  yek hovîtî û armanca faşîzma Tirk û komên çeteyan dide diyar kirin. zîdetirî 6 sala ye ev kiryar têne kirin, lê hemû cîhan û raya giştî bêdengiya xwe parastiye.”

 Divê belgeyên ku sûcên dagirkeriyê tesbît dikin bên eşkere kirin

Hevseroka Desteya Tenduristiyê Elya Mihemed jî anî ziman ku bêdengî hevkariya bi dijmin re ye û wiha got: “Li hember hemû sûc û kiryar û pêkanîna bêxlaqiyên faşîzma Tirkiyê û komên çeteyan di Efrînê de, hemû aliyê têkildar weke raya giştî, hêzên navnetewî û Rêxistinên mafê mirovan bêdangiya xwe diparêzin. Ev bêdengî nîşaneya herî mezin ya hevkariya bi faşîzma Tirkiyê re di pêkanîna sûcên dijmirovî di Efrînê de ye.

Li ser wê esasê em banga tavahî aliyên têkildar û rêxistinên parastina mafê jinan di cîhanê dikin ku bi erk û berpirisyartiyên xwe yên exlaqî û mirovî rabin. Hemû belgeyên ku kiryarên dagirkeiryê tesbît dikin divê bê deng derbas nebin û em di helwest û armanca xwe ya bidawî kirina sûcên dijmirovî û exlaqî di dserbarê jina Kurd de bi îsrar in”