Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bilbilê Serhedê ’Şakiro’

06/06/2024
in Uncategorized
A A
Bilbilê Serhedê ’Şakiro’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Koma strana ya bi navê Yekpar ji bo bîranîna Dengbejê navdar Şakiro li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo konserek bi navê” Şakiro“ li dar xist.

Dengbejê Kurd yê nemir Şakiro di sala 1936`an li Agirî ya bakurê Kurdistanê yê herêma Serhedê ji dayik bûye, awaz û stranên Şakiro sînor şikand û li her çar parçeyên Kurdistanê belav bû, di nava astengîyên dagirkeriyê de 6’ê Gulana hezar û 996’an  li Izmîr’ê koça dawî kir.

Îro navenda Yekpar li bajarê Qamişlo bi riya konsertekê û bi rengekî cuda berhemên Şakiro li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar xist.

Konsert bi deqeyek rêzgirtinê li ser gora şehîdan destpê kir, piştre bi xêrhatina mêvanan hate destpêkirin û li ser navê TEV-ÇAND’ê Ebdul Mecîd Xelef axivî.

Ebdul Mecîd Xelef dengbêjê kurd Şakiro bi bîr anî û wiha anî ser ziman: ” Kêm dengbêj mîna Şakiro hebûn ku karîbûn xwe bikin sembol li pêşiya gelê xwe û dengê xwe her li çar parçeyên Kurdistanê belav bikin, û bibin dengbêjekî Kurdistanî.”

Piştî bidawîbûna axaftinan sînevîzyonek li ser jiyana dengbêj Şakiro hat pêşkêşkirin û her wiha koma Yekpar stranên dengbejê nemir gotin û  helbest ji hêla Helbestvan Dilyar Osê ve hate pêşkêş kirin û di dawî de jî pêşbirkek di derbarê jiyana dengbêj Şakiro çêbû.

Di konsertê de helbestvan Dilyar Osê ji hêla Koma Yekpar ve hate xelatkirin.

Hêjayî gotinê ye ku hunermend Şakiro bi şêwazê huner û dengbêjiya xwe di dilê hemû Kurdistanîyan da cih girtiye û weke Mihemed Şêxo, Aram Tîgran muhra xwe li dîrokê xistiye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.