Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çalakiya Dîlên Azadiyê bi biryardariyeke mezin berdewam e

08/06/2024
in NÛÇE
A A
Çalakiya Dîlên Azadiyê bi biryardariyeke mezin berdewam e
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Çalakiya girtiyên azadiyên yên di girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de ya  boykotkirina hevdîtinên ser telefonê û derketina dadgehê di roja 195’an de bi biryardariyeke mezin didome.

Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyan destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxwaza wan neyên qebûlkirin, dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.

Girtiyên siyasî piştre di 12’ê sibatê de bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo çalakiya wan bandorê li xebatên hilbijartinê neke, biryar dan ku dê piştî hilbijartinê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Girtiyên PKK û PAJK’ê di 3’yê nîsanê de bi ser navê Denîz Kaya daxuyaniyek weşandin û ragihandin ku ew bi boneya 4’ê Nîsanê Roja jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin.

Girtiyan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger a ku me heta niha dimeşand, di 4’ê Nîsana 2024’an de bi dawî dikin, rojbûna 75’an a Rêberê xwe, lehengiya kedê ya mezin bi hezkirin û dilsoziyeke mezin silav dikin, 4’ê Nîsanê ku rojbûna azade di serî de li Rêber Apo li şehîdên têkoşîna azadiyê, li gerîlayên bi fedaî şer dikin, li gelê me û gelan pîroz dikin. Em dixwazin ragihînin ku emê pêngava xwe ya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re’ ji 4’ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma ‘Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de’ bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bimeşînin.”

Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Rêber Ocalan û çareserkirina pirsgirêka ku di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin, di roja 195’an de bi qonaxeke nû, bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê didome.

Ev çalakî yek ji çalakiyên ku di çarçoveya Pênagava Cîhanî ya azadiya Rêber Apo de ku di 10’ê  Cotmeha 2023’an  de li 74 navendên Cîhanî  hatibû li dar xistin û li tevahiya cîhanê belav bû.  Di vê bêngavê de li ser asta cîhanê Feylezof, zaniyar, nivîskar û rojnamevan û gelek kesayetên serbixwe tevlî wê bûn. Di heman demê de bi milyonan kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û Cîhanê bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin û tevlîbûna xwe ji pêngavê re radighînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.