Rojnameya Ronahî

Li bajarê Qamişlo 4’emîn Kongreya PYD’ê tê lidarxistin

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi dirûşmeya `Rêxistinbûn û parastin bingeha avakirina civaka siyasî demokratîk a azad e` Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li bajarê Qamişlo 4’emîn Kongreya xwe li dar dixe.

Îro, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kongireya xwe ya 4`mîn li hola Zana ya bajarê Qamişlo bi diruşmeya “Rêxistinbûn û parastin bingeha avakirina civaka siyasî demokratîk a azad e” û bi beşdarbûna 600 endamên partiyê, li dar xist.

Di destpêka kongireyê de deqyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdên şoreşê hat rawistandin. Piştire rapora kar û xebatên 2 salan yên xweser û giştî hat xwendin , rewşa rêxistinî ya partiyê û nirxandina xebatên wê li ser 2 salan hat kirin, di heman demê perspektîfên Rêber Apo jî hatin xwendin.

Li ser bingeha şerê gelê şoreşgerî em ê serkeftinê misoger bikin

Piştire hevseroka giştî ya PYD’ê Asiya Abdallah axivî û wiha got: “Em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û 4`mîn kongireya Partiya Yekîtiya Demokiratîk li tevahî gelê xwe pîroz dikin. Her wiha ev 20 Salin PYD’ê bê navber têkoşîneke bê hempa dide meşandin. 4’emîn kongireya bajarê Qamişlo îro bi keda hezaran ji şehîdan tê li dar xistin. Dijmin bi hezaran ji endanên Partiya PYD’ê yên ku di xeta têkoşîn û berxwedaniyê de pêşengtî kir armanc. Tavahî qadên me bûne qadên berxwedanê, tavahî gel bi zarok û jinên xwe li hember dagirkeriyê û siyasetên ku pêk tên liberxwe didin. Bê guman em bi vê hêza heyî têkoşîna xwe mezin dikin. Ev şer û aloziya di cîhanê de şerekî desthiledariyê û sîsteman ne, şerê ji bo berjewandiyê wan e, ji ber ku şerê desthiledariyê berjewandiyê gelan têde tune ye, dixwazin ku roj bi roj şerê xwe belav bikin ku hemû teknîk û teknelojiya xwe ya bi salane bi kar bînin.”

Asiya di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku armanca wan avakirina Sûriyeke demokratîk ne navendî ye û wiha got: “Em ê li hemberî êrişên destheledaran û dagirkeran berxwedan û tekoşînê mezintir bikin. Di xeta çareserkirina aloziyên heyî, pêşxistina xebatên siyasî û li ser bingeha şerê gelê şoreşgerî em ê serkeftina pêşeroja xwe misoger bikin. Bi serkêşiya vê kongirê em bikaribin aliyên ku em tê de kêm mane, pirsgirêk û nêrînên xwe kom bikin da ku bi helwesteke nû û pilanameyên xurt derkevin pêş. Xeta PYD ê diyar e em li ser bingeh û armanca avakirina civakeke demokratî her wiha Suriyeke demokratîk ne navendî de kar û xebatê xwe dimeşînin. Cihê ku nêrînên me, biryarên me, bişniyarên me tê de tune be em wan biryar û itîfaqan nas nakin û e mê qebûl jî nekin.”

Kongir wê bi hilbijartina desteya rêveber a ji 23 endamên jin û mêr pêk tê bi dawî bibe.

Hêjayî gotinê ye ku ev nêzî mehekê ye li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) civîn û kongirên berfireh ji bo meclîsên xwe li bajar û navçeyan li dar dixe, ku tê de rewşa rêxistinî ya partiyê diyar dibe. guftûgokirin, xebatên wê tên nirxandin û nûnerên encûmenan ji bo kongreya giştî ya partiyê tên hilbijartin.