Rojnameya Ronahî

Roja Jîngehê ya Cîhanî

Navenda Nûçeyan

Ji bo parastina jîngehê di 1972’an de roja 5 Pûşperê wekî Roja Jîngehê ya Cîhanê hat ragehandin û her sal di vê rojê jîngehparêzên cîhanê çalakiyên cûr bi cûr li dar dixin. Tevî ku qirkirina jîngehê sûcekî dijmirovî ye jî, lê hêzên desthilatdar ji berjewndiyên xwe yên aborî  bi awayekî sîstemekar jîngehê qir dikin û jiyana zindiyan dixin xeterê. 

Piştî ku tevahiya cîhanê kete wê baweriyê de ku ji ber kiryarên mirovan ziyanên nezin li jîngeh û xwezayê tên kirin û jiyana zindiyan di xeterê de ye, di sala 1972’an de yekem car Roja Jîngehê ya Cîhanê (WED) ji hêla welatên cîhanê ve hat pîrozkirin. Di 5’ê Hezîranê de her sal ji bo vê rojê çalakiyên fermî tên lidarxistin. Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî “UNEP” di 5’ê Hezîranê de hat sazkirin, da ku metirsiyên li ser jîngehêanalîz bike û ji bo parastina wê tedbîran bigre.

Bandora ziyanên li ser jîngehê

Di van salên dawîyê de û nemaze deh salên derbasbûyî, guhdayîna bi karûbarên jîngehê pir li pêş ketiye. Ev yek di encama guherînên bahewayê ku ji ber gelek sedeman pêk hatiye, derketiye li pêş. Ji van sedeman jî ev in: Kêmbûna rûbera kesk li seranserî cîhanê, pirbûna rêjeya şewatan û di heman demê de jî belavbûna gazên ku ba û xwezayê qirêj dikin, nemaze di bajaran de. Ev hemû jî di encama pirbûna kargehan de ku bê li ziyanên wê yên neyînî li ser xweza û mirovan guhdar bikin, diçin serî. Vê jî bandoreke neyînî li ser jîngehê û pirbûna zindîwarîyê kir û bi dest xwe re bandor li ser hevsengîya jîngehî û tenduristîya giştî kir. Li gor wê jî rêjeya tûşbûna bi nexweşîyên dilî û sîngê, her wiha rêjeya nexweşîya penceşêrê jî bilind bûye û cîhan li ber wê ye ku nexweşîyin nû derkevin.

Tevaya Sûriyayê û bi taybetî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê parçeyek ji vê êşa jîngehê ye ku bûye derdê tevaya cîhanê, nemaze di van salên dawîyê de. Di encama şerên ku derketin de jîngeha me wêran bûye. Her wiha seba şewata daristanan û daran, birrîna bi hezaran dar, kêmbûna çavkanîyên avê, bikaranîna bêberpirsiyarî ya dahatên petrolê û bi rêbazên klasîk û gelek sedemên din, li herêma Cizîrê jîngeh wêran bûye. Rêjeya tûşbûna bi nexweşîya penceşêrê li herêma Cizîrê, li gor hevrûkirina bi herêmên din ên Sûriyayê re, rêjeya wê gelek bilind û metirsîdar bûye; her wiha dabînkirina rajeguzarîyên bijîşkî jî pir zehmet bûye. Ev rêjeya bilind pir metirsîdar e û berê herêmê ji alîyê jîneghî û tenduristî ve, ber bi rewşeke xirab ve dibe.

Li Kurdistanê jîngeh tê qirkirin

Qirkirina Jîngehê li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirkerve bê navber dewam dike. Dewleta Tirk di sala 2021’an de nêzî hezar car, di sala 2022’yan de zêdetirî sê hezar car çekên kîmyawî li deverên cûda yên Herêma Kurdistanê bikaranî. Ji bilî topbaran û bombebarana balefirên şer ku rojane li ser xaka Başûr dihat kirin.

Artêşa Tirk li sinorê Zaxo û Berwarî Bala û gundên Deriyê Dawidiye, Keşan, Deşta Beşîr Axa, Bas Axa, Kanî Qeze, Anş, Şeraniş, gundên Mesîhiyan, çiyayê Xantur û Heftanînê bi awayekî domdar  daristanan dişewitîne. Darên ku dibirin bi wesayîtan derbasî aliye Bakur dikin û li wê derê bazirganiyê pê dikin.

Dewleta Tirk li Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî wêrankirina jîngeha Kurdistanê berdewam dike. Rejîma Îranê jî li Rojhilatê Kurdistanê ziyanek mezin bi jîngeha Kurdistanê gihandiye. Li gor amarên dawî yên rêxistinên jîngehparêz ên Rojhilatê Kurdistanê, di nava sê salên borî de rejîma Îranê nêzî 900 hezar donim zeviyên daristanan li Rojhilat têkdaye.

Tevî ev kiryarên li dijî jîngeha Kurdistanê li pêş çavê tevahiya cîhanê dibin jî, lê cîhan bêdeng dimîne.