Rojnameya Ronahî

Berxwedana dîrokî ya Keleha Arnonê ji bo doza azdiya Filistînê

Navenda Nûçeyan

Dîrok 5’ê Hezîrana 1982, cih Kelha Arnone. 11 şoreşgerên Kurd yên enternasyonalist yên PKK’yî ku ji aliyê şoreşgerên Filistînî yên wê demê ve weke “ên Arnonê” û “Şêrên Beyrûtê hatin binavkirin, di êrişên Îsraîlê yên li ser Keleha Arnonê ya ku Filistîniyan weke kamp bikar dianîn de, şehîd bûn. Tekoşîna van şoreşgerên pakrewanên ku weke lehengên ku tovê dostaniyê di navbera gelên Kurd û Ereb de çandibûn, derbazî dîrokê bûn. Îro jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şerê mil bi mil yê şervanên Kurd û Ereb yê li dijî çeteyên Tirk û DAIŞ’ê di bin sêwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ev dîrok jinûve tê nivîsandin.

Îsraîl di  dîroka 3 Pûşbera 1982’an de li başûrê Lubnanê bajarên Nabatiye, Sayda û Sûrê dest bi êrişên hewayî kir û di 5’ê Hezîranê de jî li dijî Lubnanê dest bi operasyona bejayî kir. Di encama êrişa Îsraîlê de ku di 7’ê Hezîranê de bidawî bû, gelek xal ji wan rê, pir, embarên xwarinê, santralên elektrîkê û depoyên petrolê, bi taybetî kampên koçberan yên ku Filistînî li van her sê bajaran bicih bûne, hatin têkbirin. Yek ji hedefên êrişê jî Keleha Arnonê ya dîrokî bû ku 11 şoreşgerên PKK’ê lê şehîd bûbûn.

Keleha Arnonê (Şagîf) a dîrokî û berxwedana enternasyonalîst ya 11 şoreşgerên partiya karkerên Kurdistanê

Di salên 1980’yan de bi dehan endamên PKK’ê ji bo ku ji tecrûbeyên Filistîniyan sûd werbigirin di hevgirtina enternasyonalîst a li dijî dagirkeriya Îsraîl û têkoşîna azadiya Kurd de, tevlî nava refên Filistînê bûn. PKK’yiyên ku li Lubnanê li kampeke Filistîniyan perwerdeyê dibînin, ji bo gelê Filistînê yê bindest jî têdikoşin.

Îsraîl di 3’yê Hezîrana 1982’an de li başûrê Lubnanê bajarên Nabatiye, Sayda û Sûrê dest bi êrişên hewayî kir û di 5’ê Hezîranê de jî li dijî Lubnanê dest bi operasyona bejayî kir. Hedefa destpêkê ya êrişa hewayî û bejayî Keleha Arnonê ye ku li Deşta Nabatiyeyê ye û jê re ‘Nuqteya Çavdêrikirina Îsraîlê’ hatibû binavkirin. Ev keleha ku li nêzîktirîn nuqteya sînorê Îsraîlê Geliyê Lîtanê ye, ku herêma herî çiyayî ya Lubnanê ye û ber bi Behra Sipî ve vedibe, di destê berxwedêrên Filistînê de ye. Di dema ku 10 şoreşgerên PKK’ê li gelek eniyên şer bi taybet li Keleha Arnonê ku ji aliyê girîngiya xwe ya stratejîk ve bû hedefa yekemîn şehîd bûn. Salek beriya vê êrişê an kû di  2’yê Gulana 1981’an de ji aliyê artêşa Îsraîlê ve di encama êrişeke topyekûn ya topbaranê de endamê PKK’ê yê bi navê Abdulkadir Çubukçu jî şehîd bûbû. Abdulkadir Çubukçu şehîdê yêkemîn yê Rojhilata Navîn e.

Keleha Arnonê keleheke ku ji dema Seferên Xaçperestan maye. Keleha Arnonê ku di dema şerê Îsraîl û Lubnanê de veguherî kampeke Filistîniyan, li herêmê bi navê Şeqîf Arnûn tê zanîn. Di dema şerê Îsraîl û Lubnanê de şoreşgerên Kurd li vê kampê diman. Kêmtirî 5 kîlometran ji sînorê Îsraîlê dûre, ev keleh rasterast dli ser rêya dagirkeriyê ye. Ji bilî şoreşgerên Kurd, şervanên Filistînî û Lubnanî jî di kelehê de mane. Rojek piştî ku bombebaranê ku di 3’ê Hezîrana 1982’an de destpê kir, şervanan hewl dan ku ber bi bajarê Sidonê yê peravê ve bi paş ve biçin, lê li gundewarê başûrê Lubnanê zêdetir windahî çêbûn. Îro jî nayê zanîn di vê êrişê de çend kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di vî şerî de û di dema vekişîna ji kelehê de 10 PKK’yî şehîd bûn. Ev koma PKK’î ya biçûk lê bi biryar heta dawiyê li tekoşîn kirin û berxwedan. Filistînî ji ber berxwedana leheng a di şer de ev PKK’yên ku şehîd bune weke ‘Şêrên Beyrûdê’ û ‘Lehengên Arnonê’ pênase dikin. Rojnameya Serxwebûn di hejmara xwe ya Kanûna 2017’an de behsa pevçûnên dijwar yên li derdora Keleha Arnonê kir û got, “Ji bilî berxwedana Lubnan û Fîlîstînê, berxwedana herî giran ji PKK’ê derketiye.”

15 PKK’yiyên ku di vî şerî de sax man jî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin girtin û birin kampa dîlan Ensarê ya ji aliyê Îsraîlê ve li xaka Lubnanê hatiye çêkirin. Li vir esaret bi qasî sal û nîvekê dewam dike. Rojnameya Serxwebûn diyar dike ku Kurd li vir ne tenê ji aliyê leşkerên Îsraîlî ve, herwiha ji aliyê îstixbarata Tirk ve jî hatine lêpirsînlkirin. Di nava vê koma PKK’yi yên dîl hatibûn girtin de, endamên pêşeng yên PKK’ê Sabrî Gozubuyuk, Mustafa Nazif Aktaş, Seyfettin Zogurlu, Kazım Surgeç, Seyfettin Ozen jî hebun. Ji dema ku girtiyên PKK’ê hatin girtin heta roja hatin berdan berxwedaneke hêjayî şoreşa Kurdistanê nîşan dan.

Daxwaza bêhnvedan û penaberiyê li Yewnanîstanê

Nêzîkî Hezar girtiyên ku di nav wan de PKKyî jî hebun dê bi balafira rêwiyan bibirana Cezayîrê. Lê di dema rawestgeha xwe ya li Yewnanîstanê de, dîlên Kurd xwe bi zincîran bi kursiyên balafirgehê ve girê didin û daxwaza penaberiyê dikin. Daxwaza PKK’yan piştî demekê hat pejirandin. Hinek ji wan diçin Kurdistanê û li wir têkoşîna şoreşgerî didomînin, hinek jî diçin Ewropayê û ji wir jî têkoşîna xwe didomînin. Yek ji van şoreşgeran Seyfettîn Ozen bu ku avabuna PKK’de jî cih girtibu.  Seyfettin Ozen piştî salekê şehîd ket. Kazim Surgeç (Yilmaz) di 22’ê Tîrmeha 1985’an de li Berwarî’ya girêdayî bajarê Sêrtê, Sabrî Gozubuyuk (Haci) jî di 21’ê Gulana 1985’an de li Rihayê şehîd bû. Herwiha Mustafa Nazîf Aktaş (Celal Yoldaş) di 23’yê Kanûna 1985’an de li Parîsê di aliyên komên şovenist ve yên nîjadperestên Tirk ve bi awayekî plankirî hate qetilkirin. Seyfettîn Zogurlu di sala 1986’an de di pevçûnekê de şehîd bû.

Şerê Keleha Arnonê ne tenê buyereke dîrokî ye; ew berxwedaneke gerdûnîye ku li herêmê deng veda. Kurdên ku li Başûrê Lubnanê ji bo doza Filistînê têkoşiyan, îro bi gelên Ereb, Suryanî û civaka Êzidî ji bo jiyaneke azad û demokratîk têdikoşin. Tevî ku tevgerên Marksîst-Lenînîst û têkoşîna “rizgariya neteweyî” ji ser sahneya dîrokê winda bûne jî, mîrateya enternasyonalîzm û têkoşînên gel yên xwerêveberiyê bi dehan sal berê jî hemû zindîtiya xwe li berxwe dide, di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de berdewam dike.

‘Gerîlayê Azadiya Kurdistanê divê weke gerîlayê Filistîn û Lubnanê were pênasekirin’

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di hevpeyvîna xwe ya sala 2020’an de têkoşîna gelê Kurd weke parçeyek ji têkoşîna demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn pênase kir û girîngiyeke mezin da têkoşîna enternasyonalîst a wê demê pêş ket. Duran Kalkan di beşeke hevpeyvînê de wiha got: “Partiya me, Rêbertiya me, bi rastî jî gelek tişt ji çalakiyên gerîlayên Kurd li Lubnan-Filistînê girt. Bi perwerdeya li vir perwerdehiya xwe ya leşkerî, pîvan û taybetmendiyên xwe ava kir. Li cihekî pêwîste gerîlayê azadiya Kurdistanê weke gerîlayê Filistîn û Lubnanê were pênasekirin. Em ji aliyekê ve Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an bi dîroka Kurdistanê û berxwedana azadî û demokrasiyê ve girêdidin û weke parçeyek ji wê dîrok û pêşketinan dibînin, ji aliyê din ve jî divê weke parçeyek  yê berdewamiya tekoşîna demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn bê dîtin ku di vê wateyê de dibe parçeyek û berdewamiya têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Lubnan-Filistinê jî. Bi awayekê jî tê wateya berdewamkirina wê jî.”

Broşûra ku têkoşîna wan ji nifşên pêşerojê re vedibêje

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di sala 2012’an de broşûrek li ser berxwedana ev11 gerîlayên amade kiribu ku yek ji mînaka herî baş ya xeta hevgirtina gelan ya PKK’ê ye. Di broşûrê de ku beşên ji jiyan û têkoşîna 11 şoreşgerên Kurdistanê cih girtibun da, dagirkerî û zindanên Îsraîlê bi xweparastina endamên PKK’ê yên di êrişê de dîlhatine girtin, tê vegotin. Di beşeke vê broşûrê de ev tişte hatine gotin; “Rastiya ku di rojên herî zehmet, dijwar û qonaxên dîrokî de yekitiya pakrewana ê ku di navbera rêxistinên tevgerên rizgarîxwaz yên Erebî û navnetewî de pêk hat, xwe nîşan da û şerê Lubnanê ev yek bi awayekî herî eşkere îspat kir. Piştî hevalên we yên ku di parastina destkeftiyên şoreşê de bi helwêstên birûmet yên enternasyonalîst yên gel di warê azadî û pêşketinê de di êrîşa Îsraîlê ya li ser Lubnanê de şehîd ketin, yekitiyeke wiha ku bi xwîna şehîdan hatiye xurtkirin kême.”

Nasnameyên 11 şoreşgerên Kurd yên şehîd bûne wiha ne:

Velî Çakmak(Ferhan), di sala 1960 de li Dêrsimê hatiye dinê.

Îsmet Ozkan (Xalid) di sala 1962’an de li Pirsûsê hatiye dinê.

Kemal Çelîk (Rûstem) di sala 1956’an de li Xarpêtê hatiye dinê.

Mehmet Atmaca (Xelîl) di sala 1957’an de li Rihayê hatiye dinê.

Emîn Yaşar(Hesen) di sala 1960’an de li Hezoyê hatiye dinê.

Mustafa Marangoz(Ferîd-Mahir) di sala 1961’an de li Çermikê hatiye dinê û

Îrfan Ay (Abdullatîf Musa) di sala 1963’an de li Amedê hatiye dinê.

Şerîf Aras(Orhan-Ehmed), di sala 1957’an de li Dêrik-Hoboşîyê hatiye dinê

Sahabettîn Kurt( Xalid), di sala 1962’an de li Nisêbînê hatiye dinê.

Abdullah Kumral (Yûsûf), di sala 1955’an de li Rihayê hatiye dinê

Abdulkadir Çubukçu, di sala 1958’an de li Hezoyê hatiye dinê.

Berxwedana 11 PKK’yiyên ku di nava 42 salan de bûne sembola hevgirtina gelên Kurdistan û Filistînê, bi xebatên cûr bi cûr derbasî nifşên nû dibe.

Ji kampên Filistînê heta Şoreşa Rojava

Di van pêvajoyan de tovê yekemîn yên hevaltîya di navbera gelê Ereb re li Rojava hatin çandin. Di têkoşîna enternasyonalîst de şoreşgerên Kurd yên li dijî Îsraîl yên li Lubnanê bi pêşengiya şoreşa Rojava ji gelek welatên cîhanê, ji Îtalyayê heta DYA , ji Şîlî’yê heta Almanya, pêşwazîya enternasyonalîstên şoreşger yên li Lubnanê dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku di heman demê de bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin, gelê Kurd, Ereb, Suryanî û bi sedan şervanên ji welatên din dike yek û li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên barbar têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşîne.