Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pirtûkên Dengî Şêweyeke Girîng A Hêsankirina Xwendinê Ne

05/06/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim

Mijara xwendinê, bi taybet xwendina pirtûkan ev demeke dirêj e weke arîşeyekê di nava pir civakan de tê gotûbêjkirin, li gorî piraniya lêkolînan kevneşopiya xwendina pirtûkan di nava civakên mirovan de kêm bûye. Lê beramberê vê rûdanê jî şêwe û awayan pêşkêşkirina naveroka nivîskî bi pêşketina teknolojiyayê re hatine guhertin û her dem bijarteyên nû derketine û hiştina ku civaka mirovan ji form û awayên bidestxistina zanîn û raman û afrêneriya ziman û nivîsê dûr nekeve.

Weke tê zanîn ji sala 1982`an de pirtûkên elektronîk (dijîtal) derketin, ev şêweyê pêşandana naveroka nivîskî her çiqas pirtûkên çapkirî tune nekirin, lê ta roja îro bûye bijarteyeke girîng ji bo beşekî mezin ê civakê. Em li vir çêra sûd û mifayên pirtûkên dijîtal nakin, lê demek hat ku civakên mirovan li şêweyên hîn hêsantir û siviktir û bi bandortir geriyan. Ji  xwe teknolojiyayê jî ev derfet pêşkêş kir. Niha jî Pirtûkên Dengî bûne bijarteyeke girîng a xwênerên pirtûkan.

Pirtûka dengî, an pirtûka bi dengî, pirtûkek e ku bi forma dengî tê pêşkêş kirin, ango mirov li şûna xwendina pirtûkê, naveroka wê bi dengê tomarkirî dibhîze.

Pirtûkên dengî pir sûd û mifayan pêşkêş dikin. Ew bijarteyeke pir guncaw e ji bo kesên ku laşê wan nakeve xwendinê yan jî şêweyê xwendina kaxezî hez nakin. Bi rêya pirtûkên dengî zanîn û raman bi hêsanî têne ber dest û mirov dikare di dem û cihên cuda de bê westan guhdar bike, bi tyabet jî ku mirov dikare di dema pêkanîna karan de guhdar bike û naverokê bibhîse, ango ew hênceta ku dibêje ez ji ber kar vala nabim bixwînim ji holê radibe, her wiha mirov dikare demên xwe tenê bi karekî winda neke, weke ku mirov di dema ajotinê, yan dema karkirinê û dema sporê û hwd din de pirtûkan dibhîze. Wekî din jî tê zanîn ku guhdarkirin dê derfetê bide yê xwêner ku çavên xwe ji xwendinê vehesîne û rehet bike. Her wiha derfeta parvekirina pirtûkê bi çend kesan re jî pir hêsantir dibe.

Ji bilî van sûd û mifayên giştî, li gorî pir lêkolînan, ev forma pirtûkan ji bo mêjiyê mirovan pir bi sûd û mifa ye. Tê gotin ku  Pirtûkên dengî ji bo peydakirin û hînbûna peyvên nû bi awayekî rast, bi taybetî ji bo zarokan û yên ku dixwazin zimanekî nû hîn bibin, rêbazeke baş e, ji ber ku şopandina dîtbarî di dema guhdarîkirinê de karîna têgihiştin û fêrbûna peyvan zêde dike, di heman demê de guhdarîkirina bi tenê dikare ferhenga zimanê mirovan berfireh bike.

Di civaka Kurdan de, ji bilî mercên qedexe û pişaftinê, weke hemû civakên cîhanê, arîşeya kêmxwendinê peyda dibe. Rêjeya dahênan û çapkirina pirtûkên Kurdî li gorî yên cîhanê pir kêm û lawaz e. Lê eger em behsa pirtûkên dîjîtal an jî pirtûkên dengî bikin dê ev rêje pir kêmtir xuyan bike.

Li kêleka bername û projeyên çêkirin û çapkirina pirtûkan, pir pêwîst e ku em guh bidin çêkirina van şêweyên nû û nûjen ên pêşkêşkirina naverokê. Pêwîste ku pirtûkên dengî yên bi zimanê Kurdî mîna lehiyekê têkevin tora internetê û xwênerê kurd karibe bi hêsanî pirtûkên derbarê hemû mijaran de peyda bike. Eger wiha nebe dê rêjeya xwendinê her ku biçe kêmtir bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.